Dema mijar dibin Kurd û Kurdistan çima herkes çav, ziman, guhê xwe digre?
Okuyucudan / 22 Ekim 2016 Cumartesi Saat 12:03
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ser erdnîgarîya welatê Kurda çi tê jîyankirin. Belê ji avabuna gerdunê heta niha kê û çima, çawa jîyan kirin û çawa şer kirin. Rojhilata navîn buye cihê listîkvanan an ji cih û warê berxwedanê Kurdistan buye xwe ceribandina hovîtîyê. Ji Başur heta Rojava me çi dit û çi nedit. Her bajareki dibînî tu dibêji berê wê tu kesî li vir jîyan nekirîye

Şerên ku li ser vê xakê hatine kirin dijwarîya wê tu dema ku dikevi bajar, navçe û gundan baş dibînî. Çeteyên DAÎŞ nêsîbê xwe ji mirovahîyê ne girtiye li bajar navçe û gund wahşêtek mezin dane meşandin. Şengal heta Helebê şopên dijî mirovahîye weke bermahîyên diroke rexistine ber çavin.

Ji Şam heta Helebê her bajarekî tê de derbas dibi wêrantî xeyalên ku temenekî biçuk de winda bun heye. Rojhilata navîn bûye dika lîstokvanan deshilatdar, xwe li ser wê xakê diceribinin? Li Suriye û Rojavaye Kurdistane de hesab çine ki dixwazi çi bike ew pir diyar nine. Yên ku ji bo gelan û mirovahiyê tekoşin didin tine YPJ, YPG, QSD û azadî xwazê di nav refên her sê can fedayande cih digirin. Destê kê di berîka kê deye ne diyare hindek weke Rus u Êmerîka qaşo xwe hêza? Rastî ji ne eve rastî geleki cudaye. Hêzên desthilatdar hemu qirêjîyê pêş dixin, piştre ji xwe weke hêza çareserîyê didine nişandan, mixabin ew jî rastîyê gelek û gelekî dure. Pergalên li ser xwîna mirovan xwe didin jîyan kirin li kur hatiye dîtin ku ji bo mirovahîyê tiştekî baş bikin.

Ser wê erdnîgayarîyê tinê yêk hêz, bîrdozî û felsefe heye ku hemu gelên azadî xwez ji bo xwe xilasîyek tê de dibînin ew jî bîrdozîya Rêber APO ye.

Ev dasthilatdar ji kur hatine û wê biçin kur: Ser xwîna mirovan bazirganî dikin dewlemendîyên axa piroz hemu weke guleke ku bê av dimine û di çilmisî, dixwazin mirovahîyê biçewîsînin û bi çilmisînin. Ev ne gotine ew rastîyên ber bi çavin. Di wê dika listoka dirokê de baş-xirap desthilatdar, azadî xwaz di nav tekoşînekêdene a rastî yên ku ser bikevin bêguman azadî xwazin. Êş wê bên jîyan kirin wê bedel tên dayîn û wê bên dayîn ji lê belê dawîyê de wê serkeftin bibe male ên ku ji bo mirovahîyê tekoşîn didin.

Osmanîyên xedar dubare ji bo dagirkirina axa kurdistanê derketine ser dikê. Çawa di diroka qumarê de ku bihosteki axa wan ne bi zora şûr îro erdnîgarîyekî mezin bi dest xistine dixwazin derdura xwe tar û mar bikin li ser axa Kurdistanê ji xwe re jîyan bikin. Lê belê tiştekî wan dagirkeran jibîrkirîye heye, gelo axa Kurdistanê a ku bi xwîna sêdan keç û xurtên leheng hatiye avdan dagir kirin ewqasi rêhete. Gotinekî bab û kalan heye “yên neken gotinên mezinan lê tên şaxê bizinan” hikûmeta Erdoxan şansê xwe winda kir, gotina mezinan nekir. Her roj bi dehan leşkerên wan tên kuştin vê berûvaji dikin weke ku windayi ne yên wanin didin nişandan, di wirde binkeftina wan jî dîyar dibe. Ji hêrsan weke gûrê birîndar êrîşî derdura xwe dike.

Erdoxan weki vampîrê xwin mêj, ji xwina kurdan vexarinê têr nabe. Ji aliyeki ji bo Şengal ê Başîka bi alîkarîya Mesud Barzanî kirye pira derbasbuna DAİŞ, û planên xwe yên qirêj li wir dixwazin mayîndar bikin. Ji aliyê dinve li ser sinorê Efrinê her roj pêşda tên dixwezi ‘dîktatoriya Osmanlîyan’ li wir zindî biki. “Sultan Erdoxanê” ku ji xwina zarokê Kurdan têr nabe çav sor buye, nikare xew bike, her roja ku şervanên azadîyê axa Rojava û Surîyê ji çeteyên hov rizgar dikin, “Vampir Erdoxan” nikare xew biki. Hevkarên wî hevalên wî DAİŞ dema têk diçe tê wetaya ku ew têk diçi, ji ber wê j’i êrîşî Rojava diki. Erdoxanê xwin mêj cilên DAİŞ’ê dixe ber leşkerên xwe û wîsa êrîş pêk tine, her wiha li Başurê Kurdistanê cil û bergên leşkerên xwe wê bide peşmergeyên Barzanî û êrîşî deskeftiyên kurdên azad biki. Ji xwe feraset yêke tine cil û cîh cudaye.

Lê tinê vê bêjim ji bo Erdoxan û hevkarên wî, wê roj bê ev gel wê bi tifa xwede we bifetisîne. Gelê bêhna azadîyê kiriye û bi sedan zarokên xwe bi destê xwe diyarê wê axê kirine tu û hewkarên te we dizanin ku wê wisa rehetî ji bo we nahêlin. Dayikên şehîdan li hemberî xwîn mêjiya we ewqasî bi hêrsin ku xilasîya we tuneye.

Zenda Orêmar

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Dema  mijar  dibin  Kurd  u  Kurdistan  cima  herkes  cav  ziman  guhe  xwe  digre  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.