ŞERVANÊN MİBİCÊ LÊ DİDİN Û PÊŞVE DİÇİN
Haberler / 25 Temmuz 2016 Pazartesi Saat 06:56
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgkirina bajarê Minbicê û derdorê ku Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hezîranê de destpê kirin, di roja xwe ya 55’an de bi hemû hêza xwe, didome. Di çarçoveya operasyonê de li gelek noqteyan pevçûn rû didin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Taxa El-Keclî pêşve diçin. Li taxê pevçûnên dijwar rû didin. Gelek çete hatin kuştin.

Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgkirina bajarê Minbicê û derdorê ku Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hezîranê de destpê kirin, di roja xwe ya 55’an de bi hemû hêza xwe, didome. Di çarçoveya operasyonê de li gelek noqteyan pevçûn rû didin.

Li Taxa El-Keclî ya Minbicê di navbera Şervanê Meclîsê û çeteyan de pevçûnên dijwar rû didin. Di pevçûnan de 3 çete hatin kuştin û şervan pêşve çûn. Pevçûnên li taxê didomin.

Li aliyê rojavayê bajêr jî pevçûnên dijwar rû dan. 2 çeteyên ku yek ji wan sekvan bûn, hatin kuştin,  tirimpêleke çeteyan a ku bi cebilxaneyê bakirî ku 4 çete tê de bûn, hat ruxandin. Her wiha du mayînên ku çeteyan li avahiyekê bicih kiribûn hatin bêbandorkirin.

Li aliyê rojhilatbaşûrê bajar jî şervan derbeyên giran li çeteyan didin û pêşve diçin.

 

Ciwan Serdeşt

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com

 

TAGS(ETIKETLER): SERVANEN  MIBICE  LE  DIDIN  U  PESVE  DICIN  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.