Helebçe Birîneke Hêj Xwîn Jê Tê
Gençlik / 15 Mart 2010 Pazartesi Saat 15:55
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Berpirsyarê Komeleya Kîmyabaranê ya Helepçeyê Lokman Abdulkerîm, bi munasebeta 22'yemîn salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyek da

Berpirsyarê Komeleya Kîmyabaranê ya Helepçeyê Lokman Abdulkerîm, bi munasebeta 22'yemîn salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyek da û komkujî şermezar kir. Abdulkerîm, diyar kir ku birîna helepçeyê hêj xwîn jê tê.

 

Berpirsyarê Komeleya Kîmyabaranê ya Helepçeyê Lokman Abdulkerîm, bi munasebeta 22'yemîn salvegera 16'ê Adarê Komkujiya Helepçeyê daxuyaniyek da. Abdulkerîm, diyar kir ku hêj nexweş û birîndarên Komkujiya Helebce nehatine dermankirin. Abdulkerîm got ku li gorî îmkanan li ser birîndarên Komkujiyan Helepçeyê lêkolîn pêkanîne û di encama lêkolînê de derketiye holê ku hêj gelek kesên ku nehatine dermankirin hene. Abdulkerîm wiha got: "Em wekî komeleyê ji 65 kesên birîndar re bûn alîkar. Lê 500’î zêdetir kesên ku di komkujiyê de birîndar bûne hene û divê bêne dermankirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo nivîskar û helbestkaran fonê dide. Divê ji bo birîndar û nexweşên Helebçeyê jî ev yek bê kirin. Ji sedî 50’î gelê Helebceyê pirsgirêka bêhnçikandinê dijî û kezaba wan îflas kiriye. Hikûmetê heta niha ji bo van nexweşan tu tişt nekiriye."

 

Ji 10 Hezarî tênê 418 kes hatin diyarkirin

 

Abdulkerîm diyar kir ku ji 10 hezar kesên ku ji kimyabarana Helebce seqet mane tenê 418 birîndan hatin komkirin û wiha axivî: "Ev birîndar ji 3 beşan pêk tên. Ji 418 birîndaran jê 264 kes xwedî birînên pir xeterin. Birînên 64 kesan giranin û yên 90 kesî jî normalin."

 

Berpirsiyarê Navenda Helebce a Dijî Enfal û Jenosîda Kurdan (CHAK) Xebat Newzat jî, derbirî ku li gorî daneyên fermî di komkujiyê de 5 hezar kes mirine. Newzat, anî ziman ku ji 10 hezarî zêdertir kes jî birîndar bûne û waha axivî: "Niha eger mirov li rewşa Helebçeyê dinêre, hê jî bandora wê demê heye. Li Halepçeyê hêj jî 300 kes li benda alîkariyê ne. Bikaranîna derman ji bo wan parçeyekî jiyanê ye. Ji sala 2000’î heta niha 50 kes ji ber bêdermankirinê mirine. Divê em xwedî li birîndaran derkevin. Wezareta Tenduristiyê di sala 2006’an de 69 birîndar ji bo ku bên dermankirin şandin Îranê." Lê ligorî agahiyên ketine destê ajansa me ji wan 69 birîndarên şandibûn Îranê 4 kes ji wan di demê tedawiyê de mirine.

 

Butceya 2010’an a Hikumetê Herêmê jî naheqî li Halebçeyê dike

 

Butceya 2010 ya Hikumeta Herêma Kurdistanê 11 tirlyon û 433 milyar dînarê Iraqiye. Hikumeta Herêmê 47 pirojeyên xizmetkariyê ji bo Qezayê Zaxo qetandiye û ji bo Helebce jî pare tenê 7 piroje pêşniyar kiriye.

 

Serbaz Siyamend

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.