ÊRÎŞÊN HOVANE YÊN LI SER ŞÊXMEQSUD
Makaleler / 05 Mayıs 2016 Perşembe Saat 15:06
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Piştî şoreşa 2011 li Rojava û Suriyê destpêkir li hember Rejîma Esad û zilamên wî yê ku bi salan hikum li ser gel kir, bi armanca jiyanek azad û wekhev di nava hemu pêkhateyan ne tenê ji bo netewek yan jî bo mezhebekî, gel êdî jiyana kole qebul nekir û li hemberî hêzên desthilatdar derket, ji ber wê gelek êrîş li ser taxa Şêxmeqsud çêbu

Piştî derketina  hêzên sermayedar û projeyên stratêjîk  yê ku bi hezarê salan li ser civak û gel hate pêkanîn, ev proje di aseteke jor de bandor kir û hişt ku civak hem ji civakbuyînê dur bikeve û ber bi jiyaneke  şexsî û ezezî ve biçe, hem jî ji nirxê demokratiyê û wekheviyê dur bikeve.

Li kêleka wê ya herî girîng ji bo mirovahiyê azadî ye,  hêzen sermayedar hiştîye ku civak serê xwe li hemberî desthilatdaran bitewîne û koletiyê  di astekê bilind bike bê ku lêkolîna azadiyê bike û di mafê xwe yê rewa tekoşînê bilind bike, her tişt wekî heyî qebulkirin û bêdeng mayîn.

Piştî şoreşa  2011 li Rojava û Suriyê destpêkir li hember Rejîma Esad û zilamên wî  yê ku bi salan hikum li ser gel kir, bi armanca jiyanek azad  û wekhev  di nava hemu pêkhateyan ne tenê ji bo netewek yan jî bo mezhebekî,  gel êdî jiyana kole qebul nekir û li hemberî hêzên desthilatdar derket, ji ber wê gelek êrîş li ser taxa Şêxmeqsud çêbu .

 Girîngîya  Şêxmeqsud :

Yek ji bajarên Suriyê ên girîng bajarê Heleb tê nasîn bi reng buna gelê xwe û hem jî cihekî stratîjîke hem jî di milê ceografî û demografiya xwe de pir zengine. Di serhildana sala 2004 de li hemberî Rejîma Surî derket û li berxweda, bi tevî  gelek zehmetî û şehîdan lê serê xwe ne tewand.

Taxa Şêxmeqsud ya ku piranîyê gelê wê kurdin û li bakurê Helebê dikeve, nêzî 50 hezar niştecihên li Şêxmeqsuda şerqî, xerbî, maruf belav dibin. Ji ber wê di 2011 de  di şerekî pir giran derbas bu, hem êrîşên Rejîmê û hem êrîşên Hêzên muxalif.

Êrîşên Hêzên Muxalif Li Ser Şêxmeqsud:

Hêzên muxalif di dewar Kastîlo û dewara El Cendul bi cih dibin û di 6 adara 2016  nêzî 26 tugay li hemberî hêzên suriya demokratîk şerkirin û êrîşên berfireh pêk anîn. Wekî Ehrar El Şam, Sultan Murad, Sultan Mihemed El Fatîh, Nur El Dîn Zingî, Feyliq El Şam, Ceyş El Mucahdîn, Tevgera Fecir El Şam, Cebhe El Şamiye, Tecmu Feesteqim Keme Emerit, Tugayên Ebu İmara, Siqur El Cebel, Ceyş El İza, Firsan El Heq, Ceyş El Nesir, Cund El Eqsa, Tugaya El Sefwa El İslemiye, El Firqa 113, El Firqa 16, Ehfad Umer, Feyleq El Rehman, El Firqa 101, El Fewc El Ewel, Müntesir Billah, Cebhet El Nusra.

Hêzên Li Pêş Şerdikin:

Tevgera  Ehrar El Şam: Di 2013 hat avakirin piştî ku çar tugayî bun yek wekî tugaya Ehrar El Şam, Tevgera Fecir El İslamiye, Telîa El İslamiye, Tugayên El Îman. Bi fermandariya Haşim el Şêx yê ku dixwaze fikrê islama radîkal pêk bîne, ji ber vê nêzîkatiyê wan wekî tevgera Hemas ya Filistînê ye.

Sultan Murad: Di 2013 li rojhilatî Helebê hate avakirin bi fermandariya Ehmed Osman. Ev tugay hemu desteka xwe ji dewleta turkiyê digire bê ku bide xwiyakirin û xwe dide xwiyakirin wekî ku yek ji hêzên muxalif dixwaze rejîma Esad hilweşîne lê di bingeh de şerê kurda bike.

Cebhet El Nusra: Di 2012 de bi fermandariya Ebu Mehmud El Colanî hate avakirin, Cebhet  El Nusra beşek ji rêxistina El Qaide ya li Surî ye, ji ber vê gelek biyanî yên perwerdekirî tevlîne û destek ji rêxistina El Qaida ya li Efganistan û İraqê digire.

Nurdîn El Zingî: Di dawîya 2011 de li rojavayî Helebê hate avakirin bi fermandariya Elî Seîd û bi taybet di şerê li Selahdîn, Henderat, Melah, Birêc, El Sikeriye, Seyfel Dewla, Şêx Seîd. Hemu alîkariya xwe hem ji dewleta Turkiyê û Qeter ê û hem ji kesayetên ku bi xwe ji Surî ne û li dervî welat dimînin distîne bi armanca avakirina saziyên islamî yên mutedil.


Êrîşên Rejîmê Li Ser Şêxmeqsud:

Rejîma Esad piştî ku hêza wê lawaz bu gelek cih di bindenetima wê derket, bi alîkariya Rusiya û Hîzbullaha Lubnanê û Tugaya Bedîr ya İraqî xwe ji nüve nû kir û êrîşên berfireh li ser cihê ku hêzên muxalif bi cih dibun kir, Rusiya balafirên xwe di bargeha Latiqiyê bi cih kir, alîkariya Rusiya di asta yekemin bu ji ber êrîşên hewayî yê ku li gelek bargehên leşkerî yên çeteyan da, hem alîkariya Tugaya Bedir ya ku piranî endamê wê hêzên taybet  yên Şia ne, ev tugay li İraqê bu û yekemin car li Surî hate avakirin ji bo ku li hemberî suniyên herêmê şer bikin û Gelê Şia ji şer biparêzin.

Sivîl Dibin Qurbaniyên Şer:

Hemu şoreşan de yê ku herî zerarê û zehmetiyê dibine sivîl bi xwê ne, di Şêxmeqsude bi hezaran jin û zarok hatin kuştin hem êrîşên hewayî yê rejîmê bê hesab mal xerab kir, hem jî hêzên muxalif mewadê kîmawî yê qedexekirî bi kar tîne.

Lê dîsa jî  gelek hêzên demokratîk li hemberî zihniyeta dewletê  derketin û asta tekoşîn û berxwedaniyê  bilind kirin bi tevî siyasetên qirêj yê ku li ser hate meşandin.

 

Sema Şiyar

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com - http://kursam.com/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): ERISEN  HOVANE  YEN  LI  SER  SEXMEQSUD  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.