TÊKİLİYÊN HİZBULLAHA LİBNAN Û EREBÎSTANA SİUDÎ
Serbest Yazılar / 16 Nisan 2016 Cumartesi Saat 07:51
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Rojhilata navîn tê nasîn bi zengîn buna xwe ji ber ku hemu netew, kêm netew, mezheb tê de jiyan dikin, ji ber wê bi destwerdana dewletên derve ji Rojhilata navîn re şerekî berfireh di nava civakê de destpêkir, hem şerê di navbera herdu mezhebên sereke Sunnî û Şîa a

Rojhilata navîn tê nasîn bi zengîn buna xwe ji ber ku hemu netew, kêm netew, mezheb tê de jiyan dikin, ji ber wê bi destwerdana dewletên derve ji Rojhilata navîn re şerekî berfireh di nava civakê de destpêkir, hem şerê di navbera herdu mezhebên sereke Sunnî û Şîa a.

Têkiliyên Erebîstana Siudî û Libnan

Wekî ku tê zanîn têkiliyê Erebîstana Siudî û Lubnanê ji sala 1953 de di asteke jor de bu, bi taybet ji sala 1990 de heyanî 2015 de nêzî 70 milyar dolar wekî alîkarî ji Erebistana Siudî gîhaşt Libnan ê. serokê Lubnan ê yê sunî Refîq el Herîrî berî ku bê kuştin di navbera wî û Erebistana Siudî hevaltiyek pir xort hebu lê piştî kuştina Herîrî rola Erebîstana Siudî di Libnan ê lawaz bu û hemu proje û plansazî bi bin ket û bi taybet di mile aborî de.

Lê Serokê Teyar El Musteqbel Saad El Herîrî yê ku nunertiya Sunniyên Libnanê dike di bin navê tevgera 14 ji Adarê, têkiliyên xwe bi tevger û partiyên siyasî yê ku dijberiya dewleta Surî û pergala wê dikin.

 Kirîza di nava Erebîstana Siudî û Libnan pirtir bu Di 19 Sibata 2016 dema Erebistana Siudî ragihand ku êdî nema wekî berê alîkariya artêşa Libnan bike û ew alîkariya ku qederek ji pera dike wê li artêşê qutbike, nêzî 4 miliyar dolar gerek teslîmî artêşê bikira, Erebîstana Siudî ji ber nêzîkatiyê Hizbullaha Libnan li Surî alîkariyên cebxanê li ser Libnan qutkir.

 

Hizbullaha Libnan

Hizbullaha Libnan rêxistineke îslamî, siyasî û şîa ye,  Hesen Nesir Eleh fermandariya wê dike,

Di sala 1982 de Hizbullaha Libnan hate damezirandin bi pêşengiya Muhemed Husên Fedil Elah, Raxib Herb, Ebas El Mewsewî û Subihî El Tufeylî.

Navenda wê heyanî anha jî li Libnan ê ye û gelek rojnameyên wê yê fermî hene wekî kovara El ehd, televiziyona el menar, radiyoya el nur.

piraniya endamê Hizbullah ji kesayetên ku girêdan û têkiliyên wan bi murşidê şoreşa Îranê Elî xamînî ne. Ev rêxistin bu xwedî roleke mezin di sala 2000 de dema ku li hemberî dagirkeriya İsrail ji bo Linanê derket û İsrail ji başurê Lunanê derxist.

Di sala 1983 li paytexta Libnanê Beyrut li ber navenda hêzên Emrîkî û Ferensî teqîn pêk hat ji ber vê Emrîkiya jî Hizbullah xist nava lîsta terörê.

 

Piştgiriya Hizbullah Libnanê ji Surî re

 Sala 2011 de Piştî ku şoreş li Surî destpêkir Hizbullaha Libnanê alîkariya Rejîma Surî kir, di 2013 de destwerdana xwe ya leşkerî ji bo Suriyê ragihand û piştgiriya xwe bi serokê Surî Beşar El Esed eşkere kir, ji ber vê bi hezaran leşker tevlî şerê li Surî bun. Ev destwerdan di duniya ereban de hate şermezarkirin û bi taybet musliman yên Sunî, piştî alîkariya hizbullah ji bo Rejîma Surî destpêkir Erebistana Siudî ev destwerdan wekî gef li hemberî islamiyetê dît ji ber wê alîkariya hêzên muxalif kir bi hinceta ku Hizbullaha rêxistineke terorîste, ev alîkarî bi taybet bi zêdekirina leşkerên Siudî yên perwerdekirî din ava hêzên muxalif wekî Artêşa Azad, Cebhet El Nusra û Ehrar El Şam, dewleta Turkî jî piştgiriya Erebistana Siudî kir û di bakurê Surî li ser sînor gelek cebxane û alavên şer derbaskir.

Erebistana Siudî metirsiya wê ji İranê ji ber ku İran dixwaze Libnan desteser bike û dewletek avabike, İran jî destek dide rêxistina bi navê Husiyîn yên şer li hemberî hukumeta Yemenê bi serkêşiya serokê Yemenê Ebd Rebu El Hadî dikin, lê li İraqê jî rêxitinek leşkeri ya bi navê Heşd El Şabî avakirine û şer li hemberî Hêzên Sunî yê bi navê Heşd El Wetenî, li gelek deverên din yên wekî Behrên û Kuwêt şêneyên razayî belavkirine.

Wekî ku tê xuyakirin ku İran li İraq, Surî, Libnan, welatên kendavê xwe bi cih kiriye û roleke sereke dilîze.

 

Sema Şiyar

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com


Parveke

TAGS(ETIKETLER): TEKILIYEN  HIZBULLAHA  LIBNAN  U  EREBISTANA  SIUDI  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.