PDK’E HÊZA XWE Jİ DİJMİN DİGRE
Okuyucudan / 20 Mart 2016 Pazar Saat 09:06
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Herêma Kurdistan hêza xwe ji ku derê digre? Çawa dikare xwe bi parêze? Çima dewletên dagirkerên Kurdistan’ê dijminatiya Herêma Başûrê Kurdistan’ê nakin û heya piştgiriya wê dikin çima dewletên navnetwî destekê didin Başûrê Kurdistan’ê û dijminatiya mafê gelê Kurd yên hersê parçeyî dî dikin

Herêma Kurdistan hêza xwe ji ku derê digre? Çawa dikare xwe bi parêze? Çima dewletên dagirkerên Kurdistan’ê dijminatiya Herêma Başûrê Kurdistan’ê nakin û heya piştgiriya wê dikin çima dewletên navnetwî destekê didin Başûrê Kurdistan’ê û dijminatiya mafê gelê Kurd yên hersê parçeyî dî dikin?

Ava kirina Herêma Başûrê Kurdistan’ê di encama li hevkirina dewletên navnetewî bû ji xwe heya berî sala 1991’ê herdu Partiyên Başûr yên sereke PDK, YNK li der veyî Başûr bûn dema ku dihatin Başûr tenê şerê hev dikirin. Emerîka, İngiltera û dewletên herêmî hertim Başûrê Kurdistan’ê ji xwe re bi kar tanîn û berjewendiyên xwe bi wan di parastin, ew li dijî şoreşên Kurdî yên parçeyên dî didan xebitan din herêma kurdistanê ji xwe re kirin navendeke leşkrî û istixbaratî heya gihaya wê astê ku Bajarê Hewler bûye Nairobi ’ya Rojhilata navîn.

Ji despêka ava kirina Herêma kurdistanê heya niha tu guhartineke bingehîn di sîstema wê de çê ne bû ye, di aliyê siyasî sîstem du parçeye û desthilatdarî nîv bi nîv e ti rola partiyên din û saziyên sivîl tuneye PDK ê bi navê hukumetê tevdigere hemû saziyên herêmê bi xwe ve girêdane, aboriya wê di bin destê çend kesande ye heya niha di Başûr de Banga navendî tune ye û rê nadin kesek Bangekî vekin ji bo berê Petrolê di Bangên cîhanî de razînin û diziya perê gel bike, hemû pêwîstî û alavên jiyanê ji dewletên deror dikirin, bi zanebûn aboriyeke setratîjîka ava nakin ji bo gel bi xwe ve girê bidin û hertim muhtacî wan bin li gorî hin lêkolînan ku di Başûrê Kurdistan’ê de nêzî miliyonek û nîv karmenid hene û hemû di saziyên girêdayî Partiyan de kar dikin (Asayîş, Pêşmerge… hwd). piştî hilweşandina rêjîma Seddam û heya nih hikûmeta İraqî nêzî 200 milyar dolar ji Başûrê Kurdistan’ê re şandiye lê belê kesek nizane ku ev pere li ku derêne û li cem kîne û kî van pere bi kartîne di heman demê de parçebûn di warê siyasî, leşkerî, aborî de civak jî bi xwe re parçekirye û pişta civakê bi piskirêkan û aloziyan şikandiye ta ku li hember wan serî ne hildin.

Hêz Ji Ku Derê Tê

Başûrê Kurdistan’ê ji hundir de ji hevde ketiye û ji hev dixwe, gel di newlekî de ye û desthiladarî di newlekî dîde ye ti girêdan di navber gel û desthiladariyê de nîne, gel tevlî biryarê nabe, niha parlaman û hukûmet nemaya. PDK desthiladarî kir ye bin kontrola xwe de û hemû Partî dûrkirin, rewşa Başûr wekî sala 1996 ye kes nema di zane çawa Başûr bi rê ve diçe, civak di nav qirîzekî mezin de derbas dibe, PDK ê ji bo gel li heberî wî serî hilnede wan di xapîne ev demeke serxwebûne Kurdistan’ê aniye rojevê di heman demê de ev şeş mehin mûçe nedane karmendan û qirîzeke aborî bi pîlan çêkirne armanca PDK ê ewe ku civaka Başûr bi pariyê nan xwe cûdatir nefikirê û rê nedê ti guhartinan.

Gelê başûr nema baweriyê bi hêzên siyasî tîne û di bê hêviyeke mezin de jiyan dike heya giha wê astê ku bi pêlan koçber dibin û di avan de dixeniqin bê ku partiyek çareseriyekî ji vê qirîzêre bibîne tesîr wê kûrtir dikin.

PDK ê ji bo xwe bi parêze û desthiladariya xwe xurtir bike tenê rêye li pêşya wî ma ye, rê têkîliyan bi dewletên derdor û navnetwî re despêkê xwe radestî dewleta Tirk kir petrol û hemû zengîniya Başûr bi erzanî firota wan ji despêka şoreşa Rojava yê Kurdistan’ê cihê xwe di mewziya dewleta Tirk û komên çete de girt û bi gele rengan şerekî qirêj li hemeber îrada gelê Rojava bi rêve bir di van mehên dawî piştigiriya hukumeta AKP ê kir di şerê li dijî rêveberiya xweser li Bakurê Kurdistan’ê de netenê wisa niha herêma Rojhilata navîn di şerekî mezhebî derbas dibe. KDP ê jî xwe tevlî vî şerî kir û di biloka Sunî cihê girt li aliyekî dî şerê li DAİŞ kir bin xizmeta desthilatdariya xwe û hewra kire dewletê navnetwî ji bo alÎkariya wan bike.

PDK ê heya jê tê ji desthilatdarî radestî kesekî din nake û hemû hêza xwe dike dewrê de ji bo guhartineke demokratîk li Başûr çê nebe. Hewldide ku şoreşa Bakur û Rojava bi ser ne keve ji ber ku bi vî awayî dawiya desthiladariya wan tê wekî ku diyar dibe PDK ê heya dawî wê girêdana xwe bi dewletan derdor û navnetwî qut neke ji ber ku bi tena serê xwe nikare rojekî li ser deshilatê bi mîne.

Amed Denîz

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com

Parveke

TAGS(ETIKETLER): PDK  E  HEZA  XWE  JI  DIJMIN  DIGRE  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.