FAÞÎZMA HUKUMETA AKP’Ê Û BERXWEDANA GEL
Okuyucudan / 11 Şubat 2016 Perşembe Saat 14:34
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
AKP’e bi rêya îslamiyet û Cemeetê, gel xapandiye û husa xwe daye qebul kirin, û buye desthilatdar. Dewleta AKP’ê dewleteke faþiste û tu têkiliyên wê bi sîstemeke demokratîkra nîne. Û dihêle ku civaka Turkiyê rastiya vê pergalê nasneke. Dewleta AKP’ê heta ji rêxistina DAÝÞ’ê jî xeter tire. Ji ber ku AKP’ê qirkirinekî çandî, fîzikî û zihnî li ser civaka Turkiyê dimeþîne

AKP’e Çawa Buye Dewlet?

AKP’e bi rêya îslamiyet û Cemeetê, gel xapandiye û husa xwe daye qebul kirin, û buye desthilatdar. Dewleta AKP’ê dewleteke faþiste û tu têkiliyên wê bi sîstemeke demokratîkra nîne. Û dihêle ku civaka Turkiyê rastiya vê pergalê nasneke. Dewleta AKP’ê heta ji rêxistina DAÝÞ’ê jî xeter tire. Ji ber ku AKP’ê qirkirinekî çandî, fîzikî û zihnî li ser civaka Turkiyê dimeþîne. Erdoðan her tiþtî li gorî xwe dike, dibêje pêwîste yek Dewlet, yek Milet, yek Al, yek fikir be yanî Erdoðan dixwezê tene ji bû xwe dewletekê ava bike, ne dewleteke netewî be. Heta þerê ku anaha Erdoðan û hukumeta didin meþandin þerekî tene ji kesayeta xweye, ji bu gelekî, civakekî, netewekî tu hewildanên wî nînin. 

Polotikayên Hukumeta AKP’ê

Dewleta Tirk û hukumeta AKP’ê li Bakurê Kurdistan ê ketina nava þerekî navxweyî. Dewleta AKP’ê dixwezê berhemên Kurdan bi zihniyet û þerê xweyî qirêj ji holê rake. AKP’ê ji ber desthilatdarî û cûdakeriya xwe dikare gelê ku li Turkiyê jiyan dike bixe nava qetliyamekî, ku ne li gorî mirovahiyê ye. Di avakirina APK’ê de heya roja meya îro bingehê zihniyeta AKP’ê desthilatdariye.  Ji ber êrîþên Dewleta AKP’ê û bênavber bûyina avêtina topan, gel êdî bi mirinêra roj bi roj jiyan dike. Lê dîsa AKP’ê dest ji qetliyamên xwe bernade. Her roj diçe hîn zêdetir hêjmara leþkerên xwe li qadan zede dike.

Hêza sereke ya ku destekê dide DAÝÞ’ê AKP’ê ye. Ji ber çi ewqas navbera Erebîstana Suudî, Qeterê û Turkiyê xweþe. Ji ber Erebîstana Suudî û Qeter jî alikariyê didin DAÝÞ’ê. Erdoðan dixwezê Erebîstana Suudî jî bi xwe ra bike heval û li dijî kurdan bide þixulandin. Ji ber vê ewqas hêza nîþanî wan dike ku çawa li hemberî Kurdan xurtin û dikarin þer bikin. Lê di rastiyê de armanca wî ya sereke ne ewe, armanca sereke ew ku Erebîstana Suudî û hin dewletên din bi xwe ra bike heval û husa encax bikare li dijî berxwedaniya Kurdan þerekî bike. Dît ku êdî DAÝÞ li hemberî hêza Kurdan ya li Rojava nekarî bi serbikeve, nekarî Kurdan bi bin bixe û her çu yê serkeftî YPG, QSD, YPJ bûn Erodoðan tirsiya û dest ji DAÝÞ’ê berda. Lê disa dixweze bi rêya Erebîstana Suudî û Qeterê DAÝÞ’ê xurt bike û disa li hemberî kurdan bide meþandin.

Dewleta AKP’ê bi her awayî xwe li ser Kurdan deneme kir. Bi þerê piskolojî, bi qirkirina Çandî, fizikî û hewiha xwest êdî dawî li Kurdan bîne. Lê meyzekin bi her awayî polotikayên qirêj meþand, lê bi tu þêwazî negihîþete tu armancê û bi serneket.  

Rewþa Bakurê Kurdistan

 Li Bakurê Kurdistan ê bi taybetî jî li Cizîr, Sur, Silopî û Nisêbîn ê berxwedaneke dirokî tê meþandin. Li her navçeyekê zêdetirî mehekê ku bê navber topbarana delweta AKP’ê berdewame. Ev gel her roj bi cenezeyên zarokên xwe ra dimînin. Gele li Cizîrê bê navber li dijî dewleta AKP’ê bi rojane bi hemu hêza xwe yê heyî li berxwedide. AKP’ê bi zorê gel ji malên wan derdixe û malen welatiyan ji bu xwe dixe cihekî leþkeri, û ji xwera qaþo li dijî terorîstan þer bike bikar tîne. Ji ber vê yeke welatî nikarin tiþtekî bejin, ji ber ku dema kesek tiþtekî husa beje, bê ku tiþtekî bike hemen bi îþkenceyan digire û dibêje tu piþtgiriya teroristan dikî. Malen gel bi kepçeyên zirxî xirab dike, piþtra bi nuçeyên xwe derew dibêje ji ber ku teroristan malen gel ji xwe ra kiriye xendek, gel koçber dibe. Nabêje em bê navber, bê ku bejin zarkoke, kale, pîre em didin ber topan.

Li navçeya Surê jî bê navber qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin, û haya niha jî berdewame. Dewleta AKP’ê êdî cihekî dirokî li Surê nehiþtiye. Eynî tiþtê yan jî qetliyamên li Cizîrê dide meþandin li Sur, Nisêbînê, Silopiyê jî heman þerê dimeþine. Êdî ti cudahiya di navbera þerê ku eþkere li Rojava dihate meþandin bi deste DAÝÞ’ê û þerê ku niha li Bakurê Kurdistan ê de tê meþandin de nîne.

Li Hemberî Êrîþên AKP’ê Berxwedana Gel

Li hemberî faþîzma AKP’ê û Erdoðan berxwedana gel dîrokiye. Ji dama ku AKP’ê dest bi va þerê xwe yê topyekûn kiriye, ev gel bi rýjane bê navber li kolanan bi Yekîneyên Parastina Sîvîlan ra bi awayekî qehremanî li ber xwe dide. Ev berxwedan ji meha 12 ve heya roja me ya îro berdewame. Di êrîþên dewleta AKP’ê ya ku ji meha berfembarê de dest pêkiribû zêdetirî 165 kes ku di nava wande jin, zarok, ciwan, kal, pîr hebun jiyana xwe ji destdan. Bi sedan kes birîndar bûn. Li hemberî êrîþên AKP’ê yên bi her rengî, gelê li Bakurê Kurdistan ê bi taybetî jî Cizîr, Sur, Nisêbîn û Kerboran bi rengekî qehremanî roj bi roj li berxwe didin.  Her çiqas Dewlet û DAÝÞ bi hemû hêza xwe êrîþî Kurdan bikin, her çiqas dijmintiya gelê Kurd bikin. Her tim wê yê serkeftî gele Kurd be, zaten heya niha jî li hemberî hemû êrîþan yê ku bi serdikeve Kurdin.

Helîn Hevî

Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com

 

TAGS(ETIKETLER): FASIZMA  HUKUMETA  AKP  E  U  BERXWEDANA  GEL  

Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.
ÇOK OKUNANLAR
SON YORUMLANANLAR

ARAMA