TURKİYE Û HEWLDANÊN WÊ Jİ BO CERABLUS Û EZAZ
Serbest Yazılar / 08 Şubat 2016 Pazartesi Saat 14:54
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Pergala li Rojava û Suriya her ku diçe di nava hemu pêkahateyan dibe mînaka demokratiyê û azadiyê, ji ber ku armanca wê ya yekem parastina hemu niştecih bi rengekî wekhev bê cudabun, Rêveberiya xweser da xwûyakirin ku ev pergal tenê dikare jiyanek aram avabike

Pergala li Rojava û Suriya her ku diçe di nava hemu pêkahateyan dibe mînaka demokratiyê û azadiyê, ji ber ku armanca wê ya yekem parastina hemu niştecih bi rengekî wekhev bê cudabun, Rêveberiya xweser da xwûyakirin ku ev pergal tenê dikare jiyanek aram avabike.

Ev pergal diyar kir ku civak rast ne ji bu kesayetane yan jî bo hêzên desthilatdar hakîmiyeta xwe bikin, civaka rast û demokratik ewe ku, feqîr, kedkar, jin, ciwan û herwuha tê de cih bigirin û rola xwe bilîzin. Lê dîsa jî ev pergal ne li gorî berjewendiyê pergalên desthilatdar, ji ber vê planên dijmin li ser Rojava pir buye, bi gelek rê û rêbazên qirêj hewldide êrîşî cihên istratîjîk wekî Cerablus û Ezaz bikin. 

Koma Sultan Murad û Artêşa Şoreşê:

Di sala 2013 de koma bi navê Sultan Murad, bi fermandariya Fehîm Osman de hate avakirin, hijmarê wan nêzî 500 kesin, li bajarok û gundên derdora Ezaz û Cerablus bi cih bune û cihên têde wekî cihên leşkerî ragihandine, ev kom bi destê dewleta Turk hate avakirin, alîkariya xwe ji dewleta Turkiyê digre, Koma Sultan Murad dixwaze dema ku Daiş xwe ji Bab’ ê bikîşîne dê bi 500 leşkerên xwe li wir bi cih bibin û wekî herêmeke leşkeri ragihînin.

 Dewleta Turk bi alîkariya Erebîstana Sûdî û Qeter’ê dixwazin li herêma di navbera Cerablus û Ezaz’ê de komeke nû ya çeteyan Artêşa Şoreşê (Ceyiş El-Sewra) ava bikin û dewleta Turkiyê, Qeter û Erabistana Sûdî yekser piştgiriya wê artêşê bikin.

300 Çete Derbasî Herêma Ezaz’ê Bu

Dewleta Turkiyê piştî pêşketinên Hêzê Suriya Demokratîk (HSD) û bi taybet dema rizgar kirina Bendava Tişrîn, dewleta Turkiyê keta nava metirsiyeke mezin ji ber ku (HSD) cihek wisa istratijîk ji çeteyan rizgar kir û ev hêz ber bi Rojavayî Firat ve biçin û derbasî Cerblus ê bibin, ev tiştaye dihêle ku planên dewleta Turk yên li ser Rojava bibin keve û metirsiyeke li ser sînorê di navbera Kobanê û Efrînê çêbike, ji ber vê Di 17’ê Çile de 2016, 100 tirimpêlên ku 300 çete rakiribûn ji deriyê sînor ê Bab El-Hewa yê parêzgeha Idlibê ku di bin dagirkeriya çeteyên El-Nusrayê de ye derbasî Tirkiyeyê bûn. Tirimpêlên ku çete radikirin di ser Tirkiye yê car din vegeriyan Sûriye yê û di deriyê sînor ê Bab El-Selamê re derbasî Ezaz’ê bûn.

1000 çete derbasî Cerablus bu:

Di 19’e çile de 2016 Artêşa Turk 30 mitirî derbasî Cerablus bu û nêzî 1000 çete İraqî, Mexribî, Çeçanî, û hw. derbas kir, arteşa Turk alaveke leşkerî ya dijmayînan di deriyê sînor ê Cerablusê re derbasî aliyê Rojavayê herêmê kir, alavên dijmayînan li nav rezên ku 500 metreyan li Rojavaye bajarê Cerablusê ne. Dema artêşa Turk derbas bu, DAIŞ’e li cihen xwe sekinî û tiştek nekir, ev dide diyarkirin ku DAIŞ û dewleta Turk di nav hevkariyê de ne.

Navbera Cerablus-Ezaz Xeta Sor e

Serok Komar ê Dewleta Turk Recep Tayıp Erdoğan dibêje; Ezaz ji bû me giringe, Ger YPG’ê derbasî Ezaz’ê bibe ev nayê qebûl kirin û eger YPG’ê bigire, wê başurê me bikeve deste Kurdan, ‘ji ber vê Navbera Cerablus-Ezaz xetên sorin û eger YPG derbasî rojavayê Firatê bibe, ew ê li dijî wan şer bikin,  dewleta Turk ji bo derbasî Rojava bibe wekî mafê xwe yê rewa dibîne bi hinceta parastina sînor ji êrîşên çeteyên DAİŞ ê û parastina pêkhateyên Turkmen yên li Herîma Şehba belav dibin.

Wekî Navendeke Êrîşkirinê Datînin

Di 30´ê Tebax a 2015´an de êrîşên çeteyên DAÎŞ´ê ku ji Cerablus´ê li ser Kobanê û ên Cebhet El Nusra li ser Afrîn’ê bun, ev êrîş nişan kir ku ev herêm weke navendek êrîş kirina çeteyan li ser Rojava tê bikarhanîn, her wusa di vê çerçoveyê de jî divê ku mirov têde bifikire ku ger ev herêm ji çeteyan neyê rizgar kirin dê êrîş li ser kantona Efrîn û Kobanê berfireh bibe û bi dawî nabe, ji ber ku yek ji armanca dewleta Turk û çeteyan ewe ku kantonên Rojava nebin yek.

Alîkariya Çeteyan Di Her Milî De

 Dewleta Turkî naxwaze ev herêm ji çeteyên Daiş werin rîzgar kirin, ji ber wê di her milî alîkariya wan dike hem di milê lêşkerî û lojistîk, hem di milê de istixbaratî, Daiş di riya istixbarata Turkiyê 3 gundê Ezaz ê dan destê çeteyên Ehrar el şam yên ku dewleta Turkiyê piştgiriya wan dike. Tevî çeteyan 25 endamên MÎT a Tirkiyeyê li ser 3 koman derbasî Ezaz’ê bûn. Endamên MÎT’ê dê li herêmê çeteyan bi rêve bibin û serkêşiya wan bikin, Dewleta Turkî xwe wekî ku li hemberî terorîstên Daiş’ ê şer û tekoşîn dike lê ji bo berjewendiyê xwe yên desthilatdarî hemu fikirê xwe li ser herêba Şehba daniye.

Dewleta Turkiyê ji bo ku kantona Efrîn û kantona Kobanê negihêjin hev  gelek hewldide bi planên qirêj Herêma Şehba dagirbike.

Sema Şiyar

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info - www.navendalekolin.com

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER): TURKIYE  U  HEWLDANEN  WE  JI  BO  CERABLUS  U  EZAZ  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.