ROJAVA KÜRDİSTANI KANTONLARINI TANIYALIM
Kürdistan Tarihi ve Dili / 26 Şubat 2014 Çarşamba Saat 08:34
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Rojava Kürdistanı’nın üç kantonu büyük bir heyecan ve coşku ile art arda özerkliklerini ilan ettiler. 21 Ocak’ta Cezîrê, 27’de Kobanê ve 29’un da ise Efrîn meclis ve meclis başkanlarını ilan etti. ( Sê kantonên (herêm) Rojavayê Kurdistan li pey hev bi coşeke mezin xweseriya xwe ya demokratîk ragihandin. 21’ê Çile Cezîrê, 27’ê Kobanê û 29’ê jî Efrînê deste û serokên desteyan diyar kirin û piştî sundxwarinê jî gel bi pîrozbayiyên bi heybet van rojên dîrokî xemiland.)

Rojava Kürdistanı’nın üç kantonu büyük bir heyecan ve coşku ile art arda özerkliklerini ilan ettiler. 21 Ocak’ta Cezîrê, 27’de Kobanê ve 29’un da ise Efrîn meclis ve meclis başkanlarını ilan etti. Rojava halkı yemin töreninden sonra büyük kutlamalarla bu tarihi günleri süslediler. Rojava, nüfus olarak Kürdistan’ın en küçük parçasıdır. Buna rağmen, her zaman büyük bir yurtseverlikle, Kürdistan’ın diğer parçalarında ki devrimler için büyük fedakârlıklar göstermiştir. Bundan dolayıdır ki; Kürdistan’ın her yerinden, yediden yetmişe herkes büyük coşku ve heyecanla Rojava devrimine seviniyor. Bütün Kürdistanlıların kalbi, Rojava ile çarpıyor.

Şimdi Bu Kantonun Özelliklerinin Neler Olduğuna Bakalım…    

CEZÎRÊ

Arapça bir isimdir ve “ada” anlamına geliyor. Coğrafi harita da bir ada görüntüsü veren Cezîrê,  Fırat ve Dicle nehirleri arasında bulunuyor. Doğusun da, tarihi bir yer olan ve zamanında tarihin merkezi olup adı stranlara (Endîwerê paytexte – başkenttir Endîwerê) konu olan Endîwerê ilçesi bulunuyor. Diğer bir tarihi yer olan “pıra Romanî” de burada bulunuyor. Cizîra Botan ile komşu olan Endîwerê’nin yüzü Cudi’ye dönüktür.  Kentler, ilçeler Endîwerê’den Rojava’ya doğru sıralanırlar. Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan, Çelaxa, Tirbespiyê, Qamîşlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkanîyê. Bunlar dışında, Güney tarafından ise Hesekê (Cızîrê resmi olarak bu isimle tanınıyor) ve Tiltemir ilçesi de bulunuyor. Cizîrê kantonu her yönden çok zengindir. Düz ve verimli bir toprak yapısına sahiptir. Verimliliği ile sadece Rojava değil bütün Suriye’yi doyuracak bir zenginliğe sahiptir. Örneğin; yıllardır Suriye’de elde edilen buğdayın %40’ı Cızîrê ve Rojava’nın diğer bölgelerinden elde ediliyor.  Suriye’nin geneline düşen payda %45’tir. Cezîrê petrol yönünden de zengindir. Buradaki petrol çoğunlukla Rimêlan ve Tirbespiyê de bulunuyor. Suriye’de olaylar başlamadan önce, Suriye’de ki petrolün %60’ı Cezîrê bölgesinden çıkarılıyordu. Cezîrê, tarihi olarak da Kuzey Mezopotamya’da ve Altın Hilal bölgesinde yer alınıyor. Cezîrê Kontonu’nun her tarafının tarih olduğu söylenebilir.  EndÎwerê, Aliya Bölgesi (Dêrik’ten Tirbespiyê kadar), Qamîşlo, Amûdê, Dirbêsiyê ve Serêkanîyê çok eski zamanlardan beri yaşam merkezleri olarak biliniyor.  Serêkanîyê tarihi ismi “ Waşukanî” (xwaşkanî- güzel çeşme) milattan önce 1500 lerden itibaren Mitanilerin başkenti olmuştur. Tarihe derin izler bırakmıştır. Bu günde bütün zenginlikleri( toplum, kültür, dil, inanç vb.) ile yaşıyor. Suriye Rejimi1962’den beri Cızîrê üzerine çok derin ve stratejik siyaset yürütmüştür. Araplaştırma siyaseti ve asimilasyon başta politik projeler (Arap Kemeri), 1973’den beri pratiğe konuldu. Sistem bu projeleri ile Cezîrê’yi Kürtlerden boşaltmak istedi. Bu projeler sonucunda, onlarca Arap köyü kuruldu ve Kürtlerin toprakları ellerinden alınarak Araplara verildi. Cezîrê Kontonu’nun nüfusu, göç edenlerle beraber bir buçuk milyona yakındır.

KOBANÊ

Cezîrê ve Efrîn arasında yer alan Kanton olmasına rağmen, ikisinden de uzaktır. Şêxler ve Sirrîn adında iki büyük ilçesi ve 300 köyü bulunuyor. Savaştan kaynaklanan göçlerle beraber nüfusu 250 binden fazladır. Pırsus ve Rıha’nın karşısındadır. Kanton ’un çoğunluğu Kürtler’ den oluşuyor. Arap halkının yaşadığı, kısmen bulunduğu ilçe ve köylerde bulunuyor. Kobanê’nin doğusunda Grê Spî (Til Ebyad), batısında da Cerablus bulunuyor. Bu Kanton’da yer üstü ve yer altı zenginlikleri bakımından zengindir. Özellikle; buğday, arpa, mercimek, nohut, pamuk, susam ve biber yönünden yüksek verimliliğe sahiptir. Kobanêliler su kuyuları açmada da ünlüdürler. “Hefara”  adı verilen makiler sadece Kobanê de değil, tüm Kürdistan’da iş yapıyor. Fırat suyuna çok yakın olmasına rağmen, su ihtiyacını kazılan kuyulardan sağlıyor. Kobanê’de toplumsal yönden kadim aşiretler bulunuyor.  Bu aşiretlerden bir tanesi de Konfederasyon biçiminde örgütlenen Berazî aşiretidir. Kobanê Kanton’u da tarihi bir yerdir. Miştenûr dağında, Şıkefta Qîzıkan (Kızlar Mağarası) başta olmak üzere tarihi yerler bulunmaktadır. 

EFRÎN

Rojava Kürdistanı’nın Batısında bulunan kantondur.  Şêrawa, Cindirêsê, Mabata, Reco, Bilbilê, Şiyê ve Şera adında yedi ilçesi bulunmaktadır. 365 köyü bulunuyor. Bazı görüşlere göre yılın her bir günü için bir köy kurulmuştur. Efrîn’in tüm köy ve ilçeleri Kürtler’den oluşuyor. Efrîn merkezinde çok az bir sayıda Arap halkı bulunuyor. Mabata ilçesinde Alevi Kürtler, Qestel Cındo’nun çevresinde ve Ezazê’ye yakın bazı köylerde de Êzîdî Kürtler yaşıyor. Çoğu Afrinli’nin aynı zaman da Halep’te de evi bulunuyor. Halep’in Eşrefiye ve Şêx Maksut mahallelerinde  yaşayanların çoğunluğunun Kürtlerden oluşması, savaşın oraya yönelmesine neden olmuş ve Afrin’e doğru büyük bir göç başlamıştır. Yarım milyona yakın olan Afrin nüfusu, bu göçten sonra 700, 800 bine ulaşmış durumdadır. Afrin’de aşiretlerin etkisini fazla görünür değildir. Afrin Kantonu, sosyolojik olarak “Kurmancî” dir. Afrîn kültürel olarak Kürdistan’da özerk bir konuma sahiptir ve tarihi olarak da çok eskilere dayanır. Afrin’in bazı ilçelerinde,  Hûrî ve Romalılara ait tarihi eserler bulunur.  Kela Hûrîyan (Hurilerin Kalesi) en ünlülerindendir. Başka bir taraftan, Afrîn denilince ilk akla gelen şey “zeytin” oluyor. Afrin’e yukarıdan bakılınca, yan yana dizilen zeytin bahçeleri,  çok güzel bir görüntü oluştururlar. Suriye’de elde edilen zeytinlerin % 30’u Afrin’den elde edilir. Zeytinin dışında çok sayıda meyve ve yeşillik çeşidi de üretiliyor.

Sonuç olarak, Rojava Kürdistanı’nda bulunan üç kantonda; sosyal, kültürel, tarihi ve ekonomik olarak büyük zenginliklere sahiptir. Rojava üzerine her ne kadar çok taraflı kirli bir savaş yürütülse de bunun karşısında da tarihi bir direniş ortaya çıktı. Kürtler bütün siyasi ve ekonomik ambargolara rağmen sadece kendisini değil, diğer bölgeler de yardım ediyor ve onları da savunuyor. Bunlardan dolayı; toplumsal, demokratik ve insani bir sistem olan “Demokratik Özerklik” başarısını şimdiden kesinleştirmiş durumdadır. Şüphesiz daha çok direniş ve emeğe ihtiyaç var…

EM KANTONÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ NAS BIKIN

Sê kantonên (herêm) Rojavayê Kurdistan li pey hev bi coşeke mezin xweseriya xwe ya demokratîk ragihandin. 21’ê Çile Cezîrê, 27’ê Kobanê û 29’ê jî Efrînê deste û serokên desteyan diyar kirin û piştî sundxwarinê jî gel bi pîrozbayiyên bi heybet van rojên dîrokî xemiland.

Rojavayê Kurdistan di aliyê serhejmarî de parçeyê herî biçuk yê Kurdistanê ye. Lê bi welatparêziyeke berz û bilind her tim ji bo şoreşên parçeyên din fedekariyeke mezin daye nîşan dan. Ji ber wê yekê jî îro gelê Kurdistan bi çar parçe û ji heft salî heta heftê saliyên xwe ve bi şoreşa Rojava geş û xweş dibin. Dilê hemû Kurdistaniyan li aliyê Rojava ve lê dide.

Em niha binêrin ev her sê kantonên Rojava taybetiyên xwe çi ne...

CEZÎRÊ

Navê xwe bi Erebî ye û tê wateya “girav”ê. Di navbera çemên Dîcle û Firat de ye û li ser nexşeya cografîk jî wek giravekê diyar e. Li rojhilatê xwe navçeya Endîwerê heye ku ciyekî dîrokî ye û di dema xwe de navendeke dîrokî bû (strana bi navê “Endîwerê paytext e” jî wateyek xwe dîrokî heye) û niha jî bermayiyên dîrokî hene. Yek ji wan jî “pira Romanî” ye. Endîwer cîranê Cizîra Botan e û berê xwe li çiyayê Cudî ye. Ji Endîwerê ber bi hêla rojava ve li pey hev bajar û navçe weha rêz dibin: Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan, Çelaxa, Tirbespiyê, Qamîşlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê. Ji derveyî van li aliyê Başur jî bajarê Hesekê (Cezîrê fermî bi vî navî tê nav kirin) û navçeya Tiltemir heye. Kantona Cezîrê ji her alî ve dewlemend e. Erdeke xwe ya rast û berhemdar heye. Ji aliyê çandinî û berhemên xwe ve ne tenê Rojava lê Suriyê jî têr dike. Mînak, salane genimê ku ji axa Suriyê tê rakirin % 40’î xwe berhemê ji Cezîrê û herêmên din yên axa Rojava ye. Bi giştî çandinî jî digihêje ji % 45 yê giştiyê Suriyê. Cezîrê bi petrola xwe jî dewlemend e. Petrol zêdetirî xwe li navçeyên Dêrik (Rimêlan) û Tirbespî heye û beriya bûyer li Suriyê derkevin hilberîna rojane ya petrola vî welatî ji % 60’î xwe dîsa ji axa Cezîrê bû. Li hêla din Cezîrê ji xwe di aliyê dîrokî de li Mezopotamya Bakur e û di nav “Hîlala Zêrîn” de ye. Hema bêje her aliyê Kantona Cezîrê dîrokî ye. Endîwer, Herêma Aliya (Ji Dêrikê heta Tirbespî), Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Serêkaniyê ji demên kevnare ve warê jiyanê ne. Serêkaniyê bi navê xwe yî dîrokî “Waşukanî” (xweşkanî) beriya zayînê ji 1500 şun de bûye paytextê Mîtaniyan. Şopên vê dîroka kevnare îro jî bi hemû dewlemendiya xwe (civak, çand, ziman, bawerî û hwd.) dijîn. Lê li ser Cezîrê ji sala 1962 û şun de hindek siyaset û stratejiyên kûr yên dewleta Suriyê hatin meşandin. Siyaseta Erebkirin û asîmîlasyonê destpêkê bi projeyên polîtîk (Kembera Erebî), ji sala 1973 şun de jî bi pratîkî hate meşandin. Sîstemê bi van projeyan xwest Cezîrê ji gelê Kurd vala bike. Di encama van siyasetan de li Rojavayê Kurdistanê bi dehan gundên Ereb hatin ava kirin û piraniya erd û axa Kurdan ji wan hate standin. Îro serhejmariya Kantona Cezîrê tevî koçberên şer nêzîkî mîlyonek û nîv e.

KOBANÊ

Kantona di navbera Cezîrê û Efrînê de ye lê ji her duyan jî dûr e. Bi navê Şêxler û Sirrîn, 2 navçeyên mezin û 300 gundê xwe hene. Serhejmariya Kantona Kobanê bi koçberên şer ve ji 250 hezarî zêdetir e. Dikeve hemberî Pirsûs a Ruha yê. Kanton piraniya xwe Kurd in. Li hindek gund û navçeyan gelê Ereb jî dijî. Li rojhilatê Kobanê Girêspî (Til Ebyad) û li rojavayê wê jî Cerablus heye. Ev Kantona Rojava jî ji aliyê ser erd û bin erd ve gelekî dewlemend e. Bi taybetî jî ji aliyê genim, ceh, nîsk, nok, pembû, kuncî û îsot ve berhemdar e. Wekî din gelê Kobanê di kolana bîrên avê de jî bi nav û deng in. Makîneyên bi navê “Hefara”, ne tenê li Kobanê lê li piraniya deverên Kurdistanê li ser kar in. Kobanê ye ku nêzîkî çemê Firat e lê ava xwe bi kolana bîran peyde dike. Li Kobanê di aliyê civakî de eşîretên kevnare hene û yek ji wan jî bi rengekî konfederasyon eşîreta Berazî ye. Ji hêla din ve Kantona Kobanê jî dîrokî ye. Li çiyayê Miştenûr gelek ciyên dîrokî hene ku yek ji wan Şikefta Qîzikan e.

EFRÎN

Kantona ku li rojavayê Rojava ye. Heft navçeyên xwe yên bi navê Şêrawa, Cindirêsê, Mabata, Reco, Bilbilê, Şiyê û Şera hene. 365 gundê xwe hene û li gor hindek nêrînan ji bo her roja salekê gundek hatiye ava kirin. Efrîn bi hemû navçe û gundên xwe ve Kurd in. Li navenda bajarê Efrînê hejmareke kêm ji gelê Ereb hene. Wekî din li navçeya Mabata Kurdên Elewî û li derdora Qestel Cindo û çend gundê din ku nêzîkî Ezazê ne Kurdên Êzîdî dijîn. Piraniya Efrîniyan di heman demê de li Helebê jî malen xwe hene. Lê ji ber ku taxên weke Eşrefiyê û Şêx Meqsud yên Helebê ku piraniya nişteciyê xwe Kurd in, ji şer bandoreke neyînî ya mezin dîtin û berê xwe dane Efrînê. Ji ber vê yekê jî serhejmariya Efrînê ku berê nêzîkî nîv mîlyon bû, niha li derdorê 700 an jî 800 hezarî ye.  Di Efrînê de şopa eşîreta zêde xuya nake û eger gotin di cî de be Kantona Efrînê di aliye civaknasî (sosyolojî) de “Kurmancî” ye. Efrîn bi çanda xwe ve di Kurdistanê de xweser e û di aliyê dîrokî de kevnare ye. Li Efrînê li gelek navçeyan berhemên dîrokî yên Hurî û Romayiyan hene. Ya herî bi nav û deng Kela Hûriyan e. Ji hêla din ve dema Efrîn tê gotin zeytûn tê bîra mirov. Dema mirov ji bilindahî  li Efrînê dinêre baxên zeytûnan yên ku darê xwe rêz bi rêz in wek dîmeneke xweşik xuya dike. Berhema zeytûnan ya Suriyê ji % 30 zêdetir ya Efrînê ye. Ji bilî zeytûnan gelek cûreyên fêkî û keskayî jî tê hilberîn.

Wek encam, her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê di aliye civakî, çandî, dîrokî û aborî de xwedî dewlemendiyeke bilind in. Îro her çiqas şerekî qirêj û pir alî li ser Rojava tê meşandin jî li hemberî wê berxwedaneke dîrokî jî tê nîşandan. Gelê Kurd tevî hemû dorpêça siyasî û aborî jî, ne tenê xwe lê koçberên ku ji herêmên din jî tên dihewîne, diparêze û xwedî dike. Ji ber vê yekê jî wek sîstemeke civakî, demokratîk û însanî, “Xweseriya Demokratîk” ji niha de serkeftina xwe mîsoger kiriye. Lê bêguman hîn jî ked û berxwedanê dixwaze…

Akîf Roj

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.org - www.navendalekolin.com - www.lekolin.net – www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  Rojavaye  Kurdistan  Cezir  Kobane  Efrin  Qamislo  Amude  Dirbesiye  u  Serekaniye  Akif  Roj  Xweseriya  Demokratik    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.