PDK ÇİMA KANTONÊN ROJAVA NAS NAKE?
Serbest Yazılar / 21 Şubat 2014 Cuma Saat 07:49
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Nasnekirina kantonên Rojava tê çi wateyê ?

Nasnekirina kantonên Rojava  tê çi wateyê ?

Pewîst nake em li dora mijarê bizvirin û li der dora wê biçin bûn.

1- Tê wateya kû em destekê didin êrişên Rojava. Ji xwe di şehadeta til hemis de derket holê kû partiya girêdayî wan ya kontra bi navê El-partî bi çeteyan re tevgeriya. Ev jî tê wateya ku Barzanî destek dide û tevlî wê nêrîna kû jin mal û zarokên kurda ji bo xwe helal dibînin dibe.

2- Tê wateya piştgiriya vala kirina rojava û destek dayina politîkayên koçberiyê. Kesên kû bi teybet koçî başûr kirine ji bo xwe mîna koleyan bişxwulînin. Jinê wan bi zorê bixin rêka fihuşû . Dîsa ji bo îradeya wan bişkênin tecavuzên li başûrê kurdistanê li hemberî keçên ciwan çêdibin ne tesadûfin. Bê bîra me dema li rojava koçber çûn başùr Mesud Barzani çû got? Got, hûn  hatine mala xwe lê belê di mala birêz Barzanî da êrişên dest dirêjiye li dijî jinên rojava çêdibin...

3-  Tê wateya kû em destekê didin tirka kû çepxane bişînin Rojava. PDK bi vê helwesta xwe destekê dide dîwarê şermê ku li ser axa kurdistanê di navbera Bakur û Rojava de çêdike. Ji ber ku PDK jî li ser sînorê Rojava û Başur heman dîwarî bi têtên rêsayî çêdike. Dîsa di wan daxuyaniyên li dijî rojava têne dayîn dibejîn, Ewropa jî di nêrîna me daye . Yanê em û Ewropa li hemberî rojava di heman nerînê de ne.

Ma wê demê ji mirova pirs nakin kû li walatên Ewrupa  pergala kantona tê qebûl kirin? Lê heman Ewropa û hûn dijî kantonên Rojava dertên . Ji xwe daxuyaniyeke resmî min heta niha ji Ewropa nebihîstiye. Lê em polîtîkayên Ewropa li hemberî kurdan û rojhilata navîn dizanin. Parastina polîtîkaya Ewropayê  tê watêya qebulkirina kurdistan çar parçekirin û ferz kirina Lozanê. Ji xwe ew daxuyanî dema kû kongrêya netewî ket rojevê da hat dayîn . Çêbûna kongrê tê maneya parçe bûna wê polîtîkayên . Lê mixabin birêz Barzanî wê asteng dike. Çima asteng dike? Ji ber kû ew jî mîna Ewropiyan difikirin. Li xwe mikûr hatin kû di heman xetê de ne. Rola kû pergala kapitalîzm daye başûr asteng kirina şoreşa kurd û Rojhelata navîn e. Mirov dikarê wê di têk birina tevgerên  Rojhalatê kurdistanê de ji bibîne. Yên kû Silêman Munî kuştin û serê wî teslîmî Iranê kirin bêguman wê nehêlin şoreşa kurdistanê çêbe. Dîsa mirov dikara komploya 15 sibatê û rola kurdên xayîn da bibîne . Lê divê herkes bizanibe rexmî wan xayînan jî şoreşa Rojava heye.

Mazlum Rojhilat / Kurdistan24.org

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.comwww.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  PDK  CIMA  KANTONEN  ROJAVA  NAS  NAKE  Bakur  u  Rojava  Mesud  Barzani  Ewrupa  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.