KCK: XWEDÎ Lİ ZİMAN DERKEVİN
Duyurular / 20 Şubat 2014 Perşembe Saat 11:37
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
KCK’ê, banga xurtkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê kir û got, “Girînge her kes li dibistan, kolan, gund û bajaran bi zimanê dayikê biaxive, cil û bergên neteweyî li xwe bike û xwedî li nasnameya xwe derkeve.”

KCK’ê, banga xurtkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê kir û got, “Girînge her kes li dibistan, kolan, gund û bajaran bi zimanê dayikê biaxive, cil û bergên neteweyî li xwe bike û xwedî li nasnameya xwe derkeve.”

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “Di serî de em cejna zimanê dayikê li afînerê rojên azad û pêşengê pêvajoya çareseriya demokratîk Rêber APO, tekoşerên azadiyê yên li girtîgehan, li parazvanên ziman dayîkê û gelê me pîroz dikin.” Komîteyê di peyama xwe de bal kişand ser êrîşên netewe dewletan ên ji bo bênasname û bêziman hiştina gelê Kurd û destnîşan kir ku ji ber vê polîtîkayê gelê Kurd bi salane li her çar parçeyên Kurdistanê bûye mexdûrê asîmîlasyon û zilma dewletan.

Ziman Nasnameya Gel E

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji bo ku dewlatên dagirker xwedî li gotina xwe ya ku dibêje;“ her kes tirke” derbikeve, nasnameya kurd tine hesibandiye, ziman û hebûna çanda wê qedexe kiriye.  Lê tevî hemû girtin, ceza, binçavkirin heta cinayatan kurdan zimanê xwe yê devkî bi înat dane jiyîn.  Çawa ku muzîk, cil û bergên wan bûne îfadeya nasnameya wan, di heman demê de bûye îfadeya wan a siyasî jî. Li ser vê bingehê welatê ku me bi keda xwe avakiriye, pêwîst e em destûr nedin ku dagirker ji niha û şûnde li ser rûnîn û di welatê me de li ser galan zextê bidin meşandin. Ji bo em di xaka kurdistanê de aramîbûnê bidin avakirin di serî de dayîkên me yên parazvanên ziman, ciwanên kurd û gelê me ji her demê zêdetir xwedî li çand û zimanê xwe derbikevin.”

Li Her Cihî Biaxivin

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê bi vê boneyê bang li tevahiya gelê Kurd û welatparêzan kir, ku di asta herî bilind de beşdarî çalakiyên bi wesîleya cejna ziman bibin. KCK’ê diyar kir ku divê têkoşîna bi destxistina mafê zimanê dayikê tenê di vê rojê de sînordar nemîne û hemû roj bibin rojên bidestxistina mafê ziman û perwerdeyê. KCK’ê destnîşan kir ku xwedîderketina li çand û zimanê dayikê bi têkoşînê dibe û ev bang kir: Li ser vê bingehê girînge li dibistan, kolan, gund û bajaran bi zimanê dayikê were axaftin, her kes cil û bergên neteweyî li xwe bikin û bi nasname ya xwe tevbigerin.”

Bi Vî Rengî Tê Parastin

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê ragihand ku ancax bi vî rengî mafên herî xwezayî yên gelê Kurd dikarin bicih werin anîn û got, “Di vê çarcoveyê de em careke din weke Komîteya Ziman û Perwerdeya KCK’ê roja cejna zimanê dayîkê ya cîhanê li hemû gelê xwe pîroz dikin.” 21’ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Çand, Zanyarî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî ve, di 17’ê Mijdara 1999’an de weke “Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” hatibû îlankirin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.comwww.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info


Parveke

TAGS(ETIKETLER): KCK  Komiteya  Ziman  KCK  XWEDI  LI  ZIMAN  DERKEVIN  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.