EVDİLHEKÎM BEŞAR KÎ YE?
Kim Kimdir? / 05 Şubat 2014 Çarşamba Saat 08:38
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Evdilhekîm Beşar sala 1958 li gundê Xalid yê girêdayî bajarê Amûdê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û amadeyî jî li Amûdê xwend...

Evdilhekîm Beşar sala 1958 li gundê Xalid yê girêdayî bajarê Amûdê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û amadeyî jî li Amûdê xwend. Sala 1983 li paytextê Şamê zanîngeha bijîşkî qedand û paşî jî di warê “nexweşiyên zarokan” de bû pispor. Sala 1978 derbasî nav refên Partiya Demokrata Kurdî li Surî (El Partî) bû û di sala 1991’ê de ji bo komîteya navendî ya vê partiyê hate hilbijartin. 1996 jî bû endamê buroya siyasî. Di sala 2007 de jî Beşar bû sekreterê El Partî. Niha li Hewlêrê niştecih e û di heman demê de berpirsiyarê “Îttîhad Siyasî” ye ku ji çar partiyên pêk tê. Evdilhekîm Beşar par li Stenbolê jî bû alîkarê Ehmed el Cerba. Ehmed el Cerba serokê Hevpeymaniya Rikeberiya Surî ye ku navenda xwe niha li Stenbolê ye.

Dema ku Adara 2011’an li Surî serhildanên gel dest pê kirin ragihandina serdest an ku ya navdewletî ev bûyer jî di çarçoveya “buhara Erebî” de şîrove kir. Dema gelê Kurd jî xwest şoreşa xwe li dar bixe van derûdoran digotin ku “ev şoreşa Erebî ye, nabe ku Kurd netewiya xwe bidin pêş, kengî me şoreş bi ser xist emê wê demê li we jî bifikirin. Lê niha refê şoreşê parçe nekin.” Hindek rêxistin û kesayetên Kurd jî dane pey vê nêrînê û ketin bin banê wan de. Lê beriya wê dema 2004’an Kurd li dijî qirkirina rejîma Surî li Qamîşlo rabûn serhildanê tu kesek ji van “şoreşgeran” xuya nekir û dengê xwe dernexistin.

Ji Adara 2011’an û şûn de jî heman rêxistin û kesayetan bangî “Ceyş ul hur” (Artêşa Azad ya Surî) dikirin ku were û Rojavayê Kurdistanê rizgar bike! Lê bêguman Tevgera Azadiya Kurd û gelê welatparêzê Kurdistanê, xwe û dijminê xwe êdî baş nas dikir. Nekete van xefkan û guh neda van çîrokên derewîn. Jixwe paşî jî ew Ceyş ul hur’a ku wê Kurdistan rizgar bikira li tenişta El Qaîdê êrîşî gelê Kurdistanê kir.
Yek ji van kesên ku ji destpêka şoreşa Rojava û heya niha li tenişta Ceyş ul hur û El Qaîdê (ji ber ku bi caran îspat bû ku dema mijar Rojavayê Kurdistanê ye Ceyş ul hur û El Qaîdê yek in û bi yek hêzî êrîş dikin) ciyê xwe girtî Evdilhekîm Beşar û partiya wî “El Partî” ye.
Di rastiya şoreşa Rojava de careke din diyar bû ku ew kesên ku li ser navê “şoreşê” tevdigerin lê tenê armanca wan li ser pişta şoreşê û bi dûviktiya hêzên derveyî berjewendiyên wan yên şexsî ne. Evdilhekîm Beşar ev yek careke din, bi wan gotinên xwe yên dawî yên li Cenevre ku bi komikek alîgirên xwe ve derketibû pêş kamerayan nîşan da. Beşar dibêje ku “Kurd bi tena xwe nikarin doza xwe bigihînin serkeftinê û lazim e em bi Hevpeymaniya muxalefeta Surî re tevbigerin heta ku em biserkevin. Ez hêvî û rica ji gelê Kurd dikim ku destê xwe bide destê Humus, Der’a û gelê Ereb.” Di vir de ciwanek ji Beşar dipirse, ka çima serokê hevpeymana muxalefetê di axavtina xwe ya di komxebata Cenevre 2’de behsa Kurdan nekiriye. Li ser vê pirsê Beşar despêkê dibêje ku wî behskiriye. Lê piştî ku ciwan israr dike, vê carê jî dibêje, “na behs nekir, jixwe tevde 10 deqîqe axivî, 150 hezar Ereb hatiye kuştin ma wê yek bi yek behsa van hemûyan bike.” Beşar, bi taybet ji 90 salî û vir de qirkirin, êşkence û zulma li ser gelê Kurd nabîne. Bêguman Evdilhekîm Beşar tam li gor daxwaziya Ehmed Cerba û Ehmed Tohmê diaxive. Ev her du Ehmed jî her ku devê xwe vedikin gefan li gelê Kurd û Rojava dixwin.

Siyaseta teslîmkarî û dûviktî, derdekî dîrokî ye ku sedemekî bingehîn yê têkçûna gelek serhildana ye. Lê îro gelê Kurd vê siyasetê û van “siyasetmedaran” baş nas dike. Evdilhekîm Beşar ê ku malbata xwe û Rojava bi temamî bi cih hiştiye li Hewlêrê di otêlên pênc stêrk de ketiye pey rizgarkirina Kurdistanê de! 

Bêguman gelê Kurd rêya rûmet, exlaq û serbilindiyê baş nas dike. Her gav û her dem li pey rêya wan şehîdên xwe yê ku afirînerê van nirxan bûn. Ya ku wê serkeftinê bîne jî tenê ev rê ye...

Lekolin.org  Navenda Nûçeyan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.comwww.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info


Parveke

TAGS(ETIKETLER): Evdilhekim  Besar  ki  ye  El  Parti  Hewler  Artesa  Azad  ya  Suri  El  Qaide  Kurdistan  Lekolin  org  kim  kimdir    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.