Ziman Ji Bo Me Çi Ye?
Gençlik / 22 Şubat 2010 Pazartesi Saat 08:37
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Yê vê civakî dike civak ziman bixwe ye. Ziman, çanda hemû nirx û hebûna mirovahiyê ye.

Yê vê civakî dike civak ziman bixwe ye. Ziman, çanda hemû nirx û hebûna mirovahiyê ye. Mirov bi nasnameya zimanê xwe, reng û çanda xwe, bi cîhanê dide naskirin. Zimanê ya herî rast, zimanê dayikê ye. Heger, mirov çand û zimanê xwe li hemberî çanda serdest neparêze, gelo mirov dikare bêje ez xwediyê çand û zimanê xwe me?

 

Dema hemû nirx û pîrozahiya civakê rastî xiyanetê bûn, pîrozahî hemû cewhera xwe winda kirin. Yên dîroka xwe rast jiyan neke, nikarin jiyanek azad jî bijîn. Ji bo mirov jiyanek azad bimeşîne, pêwîste ku zimanê xwe yê rastiyê bigire. Lewre, ji ber ku bîrdoziya netew-dewletê hemû azadiyê bi sînor kirine. Tenê li gora hişmendiya xwe ya teng de fetisandin e. Di cîhanê de dûsed netew-dewlet hene, ew netew-dewlet hemu dixwazin ku tenê zimanê wan serdest bin û hemû ziman û çandên din bin pê bikin. Di seranserê cîhanê de 7 hezar cûreyên ziman hebûn, lê belê bi derketina netew-dewletan re duset ziman hebûna xwe wûnda kirin. Di cîhanê de bi giştî 6 hezar û 800 ziman hene. Lê belê, hewildanên netew- dewletan ewe ku tenê zimanê xwe li cîhanê serdest bikin.

Tenê bi vana re namînin, bi pergala xwe ve hewildidin ku di seranserê cîhanê de hemû gelan ji zimanê wan, ji ehlaqên wan û ji azadiya wan dûr bixe. Wek nexweşiya AİDS xwe li cîhanê belav dike û mirovan ber bi jiyanek bêwate ve dibin. Dema mirovahî dixwaze bi zimanê xwe biaxife hezar benda datînin pêşiya gelan. Peyama ku didin gelan ev e: “Heger hûn di nava dewlata me de jiyan dikin hûnê wek me biaxifin, hûnê wek me jiyan bikin û hûnê wek nêrînên me li cîhanê temaşe bikin.” Lê, jiyan û ziman bi pirengiya xwe xwedî wateye. Dema jiyan bêwate dibe mirov her roj dawî li jiyana xwe tîne. Ji ber vê yekê li hemberî van êrişan pêwîste ku hemû gelên cîhanê yên ku di nava pergala netew- dewletan de jiyandikin, divê li zimanê xwe xwedî derkevin. ji ber ku dema  zimanê te wûnda dibe, tu jî êdî bê nav dibe û di nav dîrokê de wunda dibe. Pêwîste ku nêzîkatî ji bo ziman çawa ku dayîk zaroka xwe dixe hembêza xwe, nahêle ku tu kes destê xwe dirêjî nirx û keda wê bike, pêwîste ku hemû gelê cîhanê jî bi her dû destan zimanê xwe biparêze. Yê ku zimanê xwe neparastin di dîroka gerdûnê de wunda bûn, ji ber ku em di demê têknolojiyan de jiyan dikin. Pêşketin hîn pêtir xurtin, xeteriyên ku li ser ziman jî xurtir dibin. Ji ber vê yekê hemû ziman pêwîste ku nirxên xwe yê dîrokî berhevbikin û xwedî lê derkevin. Ziman hebûna gelan e. Nirxê xwezayê ye. cewherê dîroka dayik salariyê ye. Ji ber vê yekê pêwîste ku mirovahî li dîroka ziman xwedî derkeve. Bi teybet jî gelê kurd. Ji ber ku gelek hatiye belavkirin, ger xwedî li zimanê xwe dernekeve wê di nava zimanê serdestan de bê helandin. 

 

Rojbîn Mardîn

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

 

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.