Berê Şoreşa Sûriyê Li Ku Ye?
Serbest Yazılar / 22 Şubat 2013 Cuma Saat 16:01
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Weke tê zanîn şoreşa Sûriyê bi awayekî aştiyane destpêkir. Qêrînê gel bi daxweza demokratîk, aştiya civakî û guhertina rêjîmê dihatin hildan.

Weke tê zanîn şoreşa Sûriyê bi awayekî aştiyane destpêkir.  Qêrînê gel bi daxweza demokratîk, aştiya civakî û guhertina rêjîmê dihatin hildan. Lê piştî ku pêvejoya şoreşa li Sûriyê kete asteke çekdarî. Hêzên kaptalîst û hegomunperest bi riya Artêşa Azad a Sûriyê komên çekdar dane avakirin û berê xwe dane Sûriyê. Ji wê kêliyê û pêde rewşa Sûriyê bi temamî hate guhertin û şoreşa Sûriyê ji xeta xwe ya sereke ku daxwezên gelan ya azadî û demokrasiyê hebûn vegeriyan çawa xwe ji nehleta dijwariya şer û kabosa ambargoyê xilas bikin. 

 Di rewşeke wiha de, kesên bi rastî daxweza guhertinê dikin û dixwestin guhertineke bingehîn, ser hîmên biratiya gelan li Sûriyê rêjîmê bidin guhertin li dervehî şoreşê man û kesên taxrîbê dikin û bi navê îslamê û Elqayîdê texrîbê dikin, rê li ber koçberiya li pêş gel vekirine. Bûne xwediyê Sûriyê û sîngên xwe ji dunayê re vekirin û gotin yên şoreşger emin. 

Ev nêzîkatiyên ku niha li ser rûyê erdê, ji aliyê artêşa Azad ve têne nîşandan. Nêzîkatiyên rê li ber koçberiyê vedikin û bajar, bajarok û gundê Sûriyê xiradikin, ji van nêzîkatiyan dervehî gelê ku li Sûriyê jiyan dikin herkes jê sûd wer dihger. Di serî de Turkiyê, Qeter û Suudi Erebsitan jê fayde dike. 

Asta ku îro şoreşa Sûriyê giştiyê, rê li ber aloziyeke mezin vekir û her welatekî herêmê dixwezê hespê xwe li vê qadê bibazîne. Weke mînak Îran ku bi salan di bin deroniya wê çawa xwe ji êrîşên xilas de jiyan dike, bi rewşeke wiha de îran qada Sûriyê ji xwe re kir safîkirina hesabên xwe bi Amerîka re. Ji ber vê hate zanîn ku di demên dawî de Îranê nêzî 1500 Endamê partiya Bass'ê li Tahranê hatine perwerde kirin û di destpêka miha em tê de şandine Sûriyê û bi navê "Artêşa Gel" li hember Artêşa Azad a Sûriyê ku piraniya wê muslumanê Suune ne dide şerkirin. Li gor analîz û nêrînên çavdêrên siyasî. piştî ku Îran ev yek kir, asta şer li bajarên weke Heleb, Şam, Humus û Hema yê di navbêra Artêşa Azad û rêjîmê de zêde bûye û gelek cihên ku berê di destê Artêşa Azad de, careke din rêjîmê bi dest xwe ve anîn. 

Vê yekê hêşt ku Îtîlafa Niştimanî Sûriyê di hundurê xwe de tengasî û nakokiyan jiyan bike û di nava xwe de nîqaşên tun bikin. Hin ji wan qebul bike ku bi rêjimê re hevdîtina bikin û aliyê din hevdîtin red dike. Lê helwesta giştî ya navnetewî û bi taybet Amerîka alîgirê hevdîtnên bi rêjîma Esad re ye. Helwesta Amarîka ne ji hezkirina aştî û gelê Sûriyê ye. Didiliya Amerîka di hebûna komên Îslamî yên redîkal de ye ku îro Sûriyê ji xwe re kirine hêlîna hebûnê ye. Nêzîkatiyên Amerîka yên berjewendîperest û bê îlke, nêzîkatiyên welatên herêmê yên weke Turkiyê û Qeter û nêzîkatiyê ne aqlane yên muxelefeta Sûriyê hêşt ku komên Selefî yên Redîla girêdayî El qayîd bibin xwedî cih û war li Sûriyê û dervehî kuştin, xirakirin û tevliheviyê civakî tu tiştê din nekin.    

Serbest Rêzan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.