PARASTİNA MEŞRU, HÎMÊ CİVAKA XWESER E
Makaleler / 17 Ocak 2013 Perşembe Saat 21:45
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Serbest Rêzan - Gelê Rojavayê Kurdistanê di 19 Tîrmehê de dîroke ke nû nivîsand. Sazî û dezgehên rêjima Sûrî yên ku bi salan li ser sînga welatê me hatibûn çikandin,


Serbest Rêzan

Gelê Rojavayê Kurdistanê di 19 Tîrmehê de dîroke ke nû nivîsand. Sazî û dezgehên rêjima Sûrî yên ku bi salan li ser sînga welatê me hatibûn çikandin, ji bele ya serê civakê wêdetir tu erkekê wan tune bû. Lê bi 19 Tîrmehê de, ne tenê sazî û dezgehên rêjîmê ketin destê gelê Kurd. her wiha bi rêvebirin û bi kar anîna van saziyan gelê Kurd gelek tişt dane guhertin û têgînên nû ji rêvebiriya xweser e danîn. Di nava van têgînên ku behsa wan tê kirin de, Kurd li Rojavayê Kurdistanê karî di warê parastinê de jî bi têgînên nû parastina xwe jî bike. ji ber paratin ne tenê tê weteya rakirina çekan. di qadên civakî, siyasî, ziman û çandî de jî têgeha parastinê ji xwe re esas girt. Ji bo vê yekê Xweseriya Demokratîk tê weteya civak xwe, bi xwe birêvebirin e.

 

ÇENDÎ PARASTİN, HİN DE RÊXİSTİN BÛN

Her weke parastin, ne tenê bi karanîna çeka ye, parastin çande ke. di civakê de çendî parastin, hin de rêxistin. Çendî xwe bi rêxistin kirin, hin de xwe parastin. Rêjîma Sûriyê  weke hemû tiştên ku berovaja kiriye di qada şerê de jî têgina parastinê berovajî kiriye. di bin navê şerê li hember hêzên muxalîf de. Her roja bi hêza sivîlan dikuje. Rêjîma Bass'ê bi tundiya li hember komên çedar û wargehên sivîl, di encama polîtikaya îflasê ye.  Ji bo vê yekê jî, rêbazên  dervehî mirovahiyê li dijî mirovên sivîl bi kartîn e. Di gerdûnê de, hemû zindî xwe di parêzin. Xwezaya bê parastin, ne zindiyê berovajî vê yekê miriye. Zindiyên ku xwe nekaribin bi parêzin bi tune bûnê re, rû bi rû dimînin. Parastina maşru( ya Rewa), ango parastina xwezayî xwe li hember gef û êrîşênê ji devre bên, çi ev êrîşên fîzîkî, yan jî bîrdozî bin, xwe parastine. Ango parastin tê weteya berdewamiya jiyanê. lê şerê qirêj yê ku rêvebirya Bass'ê bi Rêve dibe tu huquqa wê tune ye. ji ber şerekî li ser tunebûna civakekê dike. her weke parastin tiştekî xwezayîye. parastina mafên hawirdor jî diheman kadagoriyê de ye. Çawa ku parastina meşru mafekî xwezayî ye. Di heman demê de, li hember gef xweran jî, xwe bi rêxistin kirin jî meşru ye. Bi çanda xwe parastinê, civak amedekirin û bi rêxistin kirin. Mafekî  xwezayî ye.

ÇANDA PARASTİNÊ, NAYÊ WETEYA TALANKİRİNÊ

piştî komên çekdar yên bi navê Artêşa Azad a Sûriyê, li seran serî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi tabet derketin holê. li gelek bajarên ku bi dextxweve anîne li rex serkeftinê bi destxistine. gelek xirabî jî kirine. weke mînak li bajarên weke Heleb,Hema, Humus û herî dawî li bajarê Serêkaniyê talana ku hatiye kirin, yek rastiyê derdixe holê. Çawa ku rêjîma faşist a Sûriyê di bin navê parastinê te hemû pîvanê exlaqî û mirovî nahêle û hemû ya bin pê dike. komên çekdar jî di bin navê azadiyê de, ji dest dirêjaya ser namosa gel bigir hemû nirxên pîroz yên madî û manawî talanirine. tişta sûsret jî vê talana ku dikê bi navê şerê paratinê li hember rêjîmê û pêxasên we dike. Çanda parastinê, çandeke exlaqiye, ne çanda talanê ye.

 

REWA BÛNA ŞERÊ, MİSOGERİYA SERKEFTİNÊ YE

Çawa ku Gelê Kurd xwedî mafe, bi qasî wê jî xwediyê çandeke parastinê ye. ev herdu maf û paratin weke goşt û nînokê bi hevde girêdayîne, yek bê ya dî nabe. Armanca te çi dibe bila bibe, parastin şertekî serke ye. Şerê ku îroj li Serêkaniyê û gundê Gir zîro yê nêzî Girkêlekê dibe jî vê yekê rave dike. tekoşîneke bê parastin, tê weteya ku tekoşînek ne mafdar.  

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gelekî bê parastin, tê meneya bê rêxistin e. gelekî wiha bi êrîşên fîzîkî, çandî, aborî, siyasî, leşkerî û birdozî rû bi rû dimîne.  Ji ber Xweseriya Demokratîk, rêvebiriya civakê xwe bi xwe ye. Pêwiste civaka di xala xwe parastinê de jî xwedî rêxstineke qewîm be. Ji ber vê yekê divê bi rêxistin kirina hemû cûreyên civakê,  weke erk li ser milê Desteya Bilind a Kurd de ye. Di Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê de, çendî hêza te hebe û çendî hiqûqa te li pêş be û aboriya te bi rêk û pêk be, lê dema tu nezanê xwe bi parêze û ji bo parastinê xwe bi rêxistin neke, tê weteya ku bê  ewle ya, yanê tu tune ye.

Ewlebûna civakê, ne tenê bi avakirina yekîneyeke leşkerî yan bi arteşekê tê misoger kirin. Rojavayê Kurdistanê, ya girîng  Xweseriya Demokratîk , hest xwe parastinê li pêşbin. Divê civaka Kurd li Rojavayê welêt  di hemû cûreyên çalekiyên xwe de parastinê esas bigirin. Dema ev yek bê kirin, nexwe civak Kurd bi rêxistin kiriye. Dervehî viya jî tu şansê me nîne.  


Serbest Rêzan

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

  

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.