BEŞAR ESED TENÊ Jİ BO KURDAN AXİVÎ
Makaleler / 15 Ocak 2013 Salı Saat 08:03
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Di 6 Çele de Serok Komarê Sûriyê Beşar Esed piştî 7 mehan careke din derket pêşberî kamrayên û ji Televizyonê fermî ya dewletê re axivî.


Serbest Rêzam

Di 6 Çele de Serok Komarê Sûriyê Beşar Esed piştî 7 mehan careke din derket pêşberî kamrayên û ji Televizyonê fermî ya dewletê re axivî. Esad di vê daxuyaniya xwe de gelek tişt gotin, lê tu tişt jî negot. Tenê tişat ji bo Rojavayê Kurdistanê , têr dike şerekî di navbêra Kurdan, Ereban, Kurdan û netewên din de derxîne.

Her çendî dihate texmîn kirin ku wê Esed çi bêje, lê dîsan gelên ku li Sûriyê dijîn, kêm bû jî, xelkê Sûriyê hevî dikir wê Beşar Esed tiştekî nû di derbarê çûna xwe de bêje û civaka Sûriyê ji vê belaya xilas bike. Lê daxuyaniya 6 'ê mehê ne cûda bû ji yênberiya niha. dîsan borazanê rêjîmê awazê berê ji xelê re got û li ser ya xwe îsrar kir.

Di daxuyaniya Beşar Esed a 6 mehê mirov dikarê gotinên wî de, deroniya wî baş aşkere dikir. her peyveke wî bê ku ya din temam bikirina dihate rêzkirin. carina ji şerê li dijî terorîzim, carina jî pesnê rêjîma xwe dayîn weke cambazê gotinê xwe di ser peyvan re davêt.

bi kinahî ji daxuyaniya Esed hin xalên ku pêwîste bêne nirxandin hene. A yekemîn Beşar Esed pir tişt gotin û di heman demê de tiştek jî negot.  tişat gotî pesnê komkijiyên xwe û bermîlên TNT'ê yên bi ser şînwarê sivîlan de avêtine da. got em amedene ji bo pêvejoyeke demî bi herkesî re rûnin, lê em ne amedene ku şerê xwe li hember terorê bidin rewestandin. Ev hevokên xwe bi serê xwe nakokiyekê dide nîşandan. çawa tu dibêje ez ji bo dîyalogê amede me û tuyê şer jî bidomîne. Ev helwest dervehî rastiyê de, weke ku yekî ku li Sûriyê jiyan nake axivî. A duyemîn pirsgirêka Sûriyê ya hundurîne. divê  çareserî jî ji hundur be û bi dînamîkên hundurê Sûriyê bê kirin. lê Beşar Efendî dibêje ku " Em bi muxalîfan re narûnin, lê belê emê bi welatên ku piştgiriya wan dikin re, em karin rûnin û diyalogê bikin".  Ev helwesta ku Esed daye nîşanda ji bingeh de şaşe. Bi kar anîna hevokên wîha tê weteya ku wîn karin mudexeleya şelkerî jî bikin, ji şîrovekirinê re vekiriye. yek tê welatên cîran bi temawan ku dest davêjin kar û barê Sûriyê tewanbar bike, ya sibê jî tuyê wan dewetî hevdîtinan dike jî bo dermanekî li welatê xwe re bibîne. pirsgirêka civaka Sûriyê û aloziya tê jiyan kirin, ne bi diyaloga derve û ne jî bi mudexeleya derve tê çareserkirin. çareseriya herî minasib û misoger wê aloziya Sûriyê çareser bike, bi fêmkirina û li hevhatineke hundrîn re derbas dibe.

xala sêyemîn ya ku min û hemû gelê Kurd meraq dikir. pirsgirêka Kurd bû û helwesta rêjîmê li hember Kurdan bû. Her çiqas di nava 22 mehên ji şoreşa Sûriyê helwesta rêjîmê li hember gelê Kurd hatiye zelal kirin ku di esasê xwe de, tu guhertin ne berê û ne niha tê de çê nebûye, lê dîsan jî me xwest ka em fêmbikin wê çi bêje. Beşar Esed tiştek ne got, peyva kiriye jî gelacî û fitne çêkirn bû. Ji gotinê berê cûdatir. Esed behsa  bajarê Serêkaniyê kir.

Li gor wî Berxwedanê Serêkaniyê endam û badîgartên wî kir ne. ji ber vê yekê dilsozî û silavê germ şandin Serêkaniyê. Lê dizanî yên li Serêkaniyê şerkirin, ne duvikên wî ne. Mlileteke jî re dibêjin Kurd û bi salane li ser vê axê dervehî îradeya wî dijîn. yên li Serêkaniyê berxwedan bi pêşxistiye keç û xortên Kurdan bû û cangoriyên weke Abid Xelîl û Goran bûn.

Lê serok komarek weke Beşar Esed, bi awayekî bêfedî derdikeve ser ekran û şaşeyên televizyonan û bi meqsed pesnê Kurdan dide li Serêkaniyê. Armanc ji vê daxuyaniyê avakirina fitneyeke di navbêra Kurd, Ereb û gelên li herêmê jiyan dikine.

Hedef ji vê gotinê Rûnê xwe li ser Nanê dijminê Kurdan reşandine. Divê daxuyaniyê de Serok Komarê Sûriyê Beşar Esed tu tişt ne got, lê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi yek hevokê gelek tişt gotin.  


 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.