Dİ 2012an de, Şoreşa Sûriyê.
Makaleler / 02 Ocak 2013 Çarşamba Saat 09:18
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Serbest RÊZAN-Şoreş tê weteya nûbûnê. Hilweşîna tiştên kevin û li cihê wê avakirina tiştekî nû.

Serbest RÊZAN

Şoreş tê weteya nûbûnê. Hilweşîna tiştên kevin û li cihê wê avakirina tiştekî nû. Lê di dawiya sala 2012an de derkete holê ku şoreşa gel a Sûriyê ji armanca xwe bi sereke dor ketî. ango ji armancên xwe yên sereke, yên weke hilweşîna rêjîmê û avakirina pergalek nû ya rêvebriyê. di nava salek û deh mehan de, şoreş gel li Sûriyê, cihê avakirinê xirabûn cih û waran da avakirin weteya şoreşa gel ji şoreşbûnê derxist. şoreş mijara gotinê weke baloneke li ser avê her li di derdora xwe zivirî.  li gor têbîniyên min moarada(Muxalîf) yên Sûriyê di sala 2012an de. di du xalên serke de bi bin ketin. A yekemîn şoreş ji wetebûna şoreşê derxistin û xistin warekî şerê di mavbêra du tayîfeyan de. li cihê şoreşa gel her aliyê civakên hembêz bike, her kes ji xwe bi dorxist û tenê Suun û îslamiyên tundraw û hişk li ba xwe hêşitn. ev bû sedem ku pevçûnên şêjîm û komên çekdar yên Artêşa Azad a Sûriyê, bi giranî li herêmên suunî tê de hakîm pêşkeve. A duyemîn  diviya bu şoreşa gel a Sûriyê ne serok komar Sûriyê, li rex wiya hiweşiandian rêjîmê bikira armanca xwe û ji wiya zêdetir nexşeyeke anarnatîf(bedîl) ji bo çareseriyê hebû ya. Lê mixabin salek di ser şoreşa Sûriyê re derbas bû û vaye em derbasî sala nû 2013an dibin, hîna hêzên muxalîf di wê şaşitiyê de jiyan dikin.  Şîarên ku di roja destpêkê yên şoreşê dihatin bilind kirin. heman şîarên ku îro tên bilind kirn ya ku dibêje " Lalla İrhal ya Başar" ango  'Her barke lo Beşaro'. vê şîara ku dihate bilindkirin û tê bilindkirin. hêşt ku îroj nûnerê taybet yê Netewên Yekbûyî Exdar Îbrahîmî pêşneyara bike. Serok komarê Sûriyê Beşar El esad li cihê xwe bimîne, lê rêjîm bê guhertin.  li gor min dema muxelefetê di rojên destpêkê yên şoreşê de hemû xebatên xwe li ser hilweşîna rêjîmê kiriba wê rewşa Sûriyê îroj ne wiha ba û wê İbrahîmî pêşneyarê wiha nekiriba.

Di vê derbarê de gotineke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Ocalan dibêje: " Çendî Armacên te paqij û bilind be, dema amûrên û amrazên tu bi kar bîne li gor armaca te ne paqij û bilind be tê wê wateyê ku tu armanca xwe jî qirêj dike".  Muxalefeta Sûriyê ya derve û hundur, ya çekdar û yen di qadên navnetewî de siyasetê dikin. Divê bê zanîn, di cesareta we ya li hemberî rêjimê dîktetor weke ya Bassê derketin cihê pîroziyê ye, lê belê divê ev tekoşîna ku wîn di bin navê şoreş Sûriyê de didin, bibe malê hemû civakê. keda tê dayîn keda hemû gelê Sûriyê de. Xûna ku tê rijandin ya Kurd, Ereb, Xirstiyan, Ermen, Turkmen û Dorziya ne.  Ji ber vê divê ji Başûr heyanî Bakur, ji Rojhilat heyanî Rojavayê Sûriyê xwedî li şoreşê derkevin û her netewek li gor mafên xwe yên xwezayî, bigîne azadiya xwe.  



 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.