ŞERÊ SÛRİYÊ, ŞERÊ DESTHİLATDARAN E
Makaleler / 28 Aralık 2012 Cuma Saat 09:24
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Rojhilata Navîn, pêvajoya ku tê jiyan kirin, pêvajoyeke herî bi nakok û bi zehmete.


Li Rojhilata Navîn, pêvajoya ku tê jiyan kirin, pêvajoyeke herî bi nakok û bi zehmete. Di navbêra hêzên navnetewî û herêmî de, du bendiyeke ku texmînê mirova derbas dike derketiye holê. aliyên ku bi navê sermeya cihanî diezin badora xwe li hin ciha zê de bikin, hin alî jî di bin navê ku em hebûna xwe biparêzin di satuku hemû kiriyarên ku dimeşînin, ji bo xwe rawa dibînin. Lê di encamê de herdu xet zimeta yek xetê dikin ku jê re dibêjin hakîmiyeta gedonî ku bi navê Ewlemê tê meşandin. Helbete li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tiştîn rojane têne jiyan kirin, ne dervehî van nakokiyane. Divê her kêlî rewşa Sûriyê ji hundur û derve bê şopandin û li gor viya siyaseteke rast bê nîşandan.

Ji aliyekî hêzên Emparyalîst bi pêşengitiya Emerîka dixwezin hegemonya xwe zêde bikin û li aliyê din Rusiya, Çîn ku her çendî di dema dawî ye de li ser nina xalan li hevkiribin jî û bi hevkariya Îranê li hember viya berxwe didin. Ev welat di xwezin gevneşopiya heyî biparêzin. Ji ber vê yekê derket holê ku hêzên navnetewî ne amede di vê sala derbasî de mudexeleya leşkerî li ser Sûriyê bikin.

Lê bi hewldanên Netewên Yekbûyî yên weke pilana Anan, dixwezin xwe bînin asta ku karibin mudexeleya leşkerî bidin qebul kirin, lê ew jî bi ser neket. Lê weke tê zanîn rewşa Sûriyê ne weke ya Tunus, Misir û Libiya ye. Sûriyê bi hêmanên xwe yên bingehîn û bi karanîn fakturên herêmî dikarê temenê xwe du salan dirêj bike. Dema Sûriyê vê yekê dike, hêzeke mezin a weke Rusiya jî li pişta xwe dibînê. Her çiqas li hev ji bo  modela Yemen ji bo Sûriyê hebe rojevê û nûnerê taybet yê NY Exdar Îbrahîmî ji bo wê xebitibe jî, lê ya esas hewldanên Îbrahîmî, qezenckirina demê bû ku hêzên navnetî xwe biginin asta amedekirina mudexeleyek leşkerî.

Ev yek jî rojan bandora xwe di hundurê Sûriyê dike ku rêjîm jê cesaret girtiye û her roj komkujiyan pêktîne. Rêjîm di rewşên wiha de ji şerê hebûn û nemanê zêdetir, şerê tafiyekirina hesaba dike. ev yek jî di bin navê şerê kem netew û şerê mezhebî dike. Di rewşeke wiha de ne ne tenê rêjîma Bassê her wiha hêzên ku piştgiriya hêzên çekdar yên Artêşa Azad a Sûriyê dikin jî tê de ye. welatên ku her gav li ser hesabê gelê Sûriyê muxelefeta Sûriyê li hev dicivînê û bê encam dimîne jî berpirsyarê kuştina sivilan li Sûriyê ye. Di weteyek din de Sudi Erebistan, Qatar, Tirkiyê, Firansa, Emerîka, Almaniya û İngiltere ji ber polîtikayên xwe ne zelal li hember Sûriyê berpirsyarin ku hijmara kesên sivîl li Sûriyê gihêştiye 50 hezar derbas kirine.

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê,  tiştîn tên jiyan kirin. Dibe ku bi pêngavên rojane yên piratîk tedbîr bêne girtin ku tu xwe biparêze. Lê di warê Stratejîk de,  divê şert û mercên heyî baş bêne analîz kirin ku di warê siyasî qezencên bingehî bi xwe re bîne.

di vê weteyê de Kurdan karî rewşa siyasî û rastiya ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tê jiyan kirin baş analîz bike û li gor rewşa gincaw ya cîhanê tev bigere. Xeta sêyemîn a çareseriya Demokratîk a tamînata gelê Kurd û herêmê ye, ne tenê Kurd her wiha Ereb, Xirstiyan, Dorzî, Ermen û Turmana ye. Îsrar kirin çareseriya Demokratîk ji bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, gihandin û xilasbûn, ji hemû cûreyên bindestî, zilmê û dîktatora n.



Serbest Rêzan


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.