Kî ye Nûnerê Rojavayê Kurdistanê?.
Makaleler / 22 Aralık 2012 Cumartesi Saat 10:43
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bê goman nûnertiya gelek kirin tiştekî giran û gelek pîroz e.

Bê goman nûnertiya gelek kirin tiştekî giran û gelek pîroz e. Di weteye din de pêşengin û xizmet karin. Li Rojavayê Kurdistanê piştî avakirina Desteya Bilind a Kurd, hewldanê avakirina yekîtiya hêzên siyasî ketine rojeva gel. Her weke navê xwe ev yekîtî nabûye yekîtiya partiyên Kurd. Yekîtiya Hêzên Siyasî di navbêra 4 partiyên Kurd ye.

Di 20 Mijdarê de, partiyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê û hem li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî, dîwan serokatiya herêmê û hem jî di navbar xwe de civîn li darxistin. Di encama van civîna de. Desteya Bilind ya Kurd jî civîna xwe li darxist û DBK gihişte hîn biriyaran. Ji wan biryarên herî girîn yên vê civînê. Pêwîste hemû hevdîtinên dîpilomatî bi navê Desteya Bilind a Kurd bê meşandin û yek xataba siyasî hebe.

Lê mixabin çawa ku partiyên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Ava Mezin (Çemê Dicle) derbas kirin. Hemû biryar û nîqaşên xwe li Hotêla TengRan a Hewlêrê ji bîrkirin û careke din, li gor xwe û bê ku hesasiyeta pêvejoya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, li ber çavan bigirin tevgeriyan.

Di heman roja ku civînê Desteya Bilind a Kurd dihate li darxistin. Di navbêra 4 partiyên Kurd ku ji wan du partiyên nûnerên wan di DBK'ê de jî hene. Civînê cûda li darxistin û amedekariya îlana Yekîtiyeke Hêzên Siyasî ya 4 partiyan dikirin.

Ev yekîtî ji kijan partiyan pêk tê?

Partiyên serkêşiya vê Yekîtiya Hêza Siyasî dikin. Partiya Demokratî Kurd  bi navê Ebdulhekîm Beşar tê naskirine û Partiya Azadî ya Kurd ku bi Mustafa Cuma tê naskirin serkêşiyê dikin. Her wiha du partiyên din yê beşdar dibin jî. Partiya Yekîtiya Kurd ya ku bi Îsmaîl Hemê tê naskirin û Partiya Azadî Kurd ya bi Mustafa Usê tên naskirin e. Ev partiyên mijara gotinê, endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdin û di heman dem de, nûnerên wan di desteya Bilind a Kurd jî hene.

Avakirina Yekîtiya Hêzên Siyasî tê çi wateyê?

Dema mirov nabza civakê temaşe dike. Gele Kurd ji vê yeketiya Hêzên Siyasî ne rihete û gomanê dixe sere civakê. Her wiha divê mijarê de çavdêrên siyasî yên Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî wiha di fikirin. Hatina van çar partiyên Kurd, di bin navê Yekîtiya Hêzên Siyasî de, ne yekîtiyeke gelenperiye. Her weke ji navê xwe diyar e. Yekiyek Siyasî ye, di weteye din de yekîtiyek çeker e(yapay)  berovajî yekîtiyê, perçebûnê çêdike. Ji ber Desteyeke Bilind a Kurd heye û nûneriya Kurdan dike. Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi milyona piştgiriya xwe nîşanî desteyê daye û gotiye "Desteya Bilind a Kurd Nûneriya Min dike". Çi yekîtî dervehî Desteya Bilind a Kurd, wê Kurdan bide winda bikirin û nakokiya di navbêra partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de kûr bike.

Ji ber vê yekê, divê hemû Kurd dibin siwanekê de bigînin hev. Yekîtiya xwe sazbikin. Dibe ku nêrînê cûda hebin û girêdana van bi Başûrê Kurdistanê re jî hebe, lê divê neye ji bîrkirin, wîn partiyên Rojavayê Kurdistanê ne. Berpirsyariyeke dîrokî li pêş we ye. Her kemaniye û biryarek şaş, wîn jê berpirsyarin, ne Başûr, Bakurê Kurdistanê ye. Divê her yekî ku xwe aqilmend û nûnerê Rojava dibine, bi vê berpirsyarê tev bigere. Dervehî vê yeke tu şansê me Kurdan nîne.


Serbest Rêzan

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.