ÎLANKİRİNA YEKÎTİYA HÊZÊN SİYASÎ, Lİ DİJÎ SERKEFTİNA YPG'Ê YE
Makaleler / 21 Aralık 2012 Cuma Saat 20:53
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Di 8 mijdara îsal de komên çete yên xwe bi ser Artêşa Azad a Sûriyê de dihesibînin.

Serbest Rêzan

Di 8 mijdara  îsal de komên çete yên xwe bi ser Artêşa Azad a Sûriyê de dihesibînin. Êrîşî Rojavayê Kurdistanê bajarê Serêkaniyê kirin. Piştî şerê  du roja ya di navbêra artêşa Azad a Sûriyê û rêjîmê de. Van komên çekdar berê xwe dane Kurdan û di ecamnê de serokê meclîsa Gel yê bajarê Serêkaniyê Abid Xelîl û 4 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê buyerê hêzên Parastina Gel (YPG) mudexeleya rewşêkir û şer û pevçûna di navbêra van koman û YPGê de destpêkir.

Her çendî komên Artêşa Azad a Sûriyê weke rizgarîxwezê bajarê Serêkaniyê hatibe vê herêmê jî lê di esasê xwe de. Armanca hatina komên çete yên artêşa azad dagirkirina Rojavayê Kurdistanê bû.  Pilana dagirkirina Serêkaniyê, pilaneke ji aliyê hêzên navnetewî yên weke Emerîka, İngiltere, Firansa, Sudî Erebistan, Qeter û bi pêşengitiya Tirkiyê destpêkir.

ÇİMA SERÊKANİYÊ?

Bajarê Serêkaniyê di warê erdnîgariyê de dikeve nîveka herêmên Rojavayê Kurdistanê aliyê Rojilatê Serêkaniyê bajarên weke Dirbesiyê, Amûdê, Qamişlo û Dêrîk e û aliyê wê yê rojava jî bajarên weke Til Ebyad, Kobanî û bajarê weke Heleb û Efrînê ye. Di warê dîrokî de bajarê Serêkaniyê malovaniya gelek şehristaniyan kiriye Û di hembêza xwe de gelek netewên weke Ereb, çerkez û niştecihên xwe esîl Kurdan re kiriye. Ji ber van giringiyan hêzên dagirkerên ê Kurdistanê xwestin bi dagirkerina Serêkaniyê herêmên Kurdan yên Rojava ji hevdu qut bikin. Ev pilana dagirkerina Serêkaniyê bi îmzeya dewleta Tirk ya AKP'ê û herêma Kurdistanê mesûd Berzanî hatiye kirin. Bi taybet Serokê Herêma Fedral a Kurdistanê dema beşdarî kongireya AKP'ê bûye. Li ser vê yekê li hevkirine. Pilana yekemîn wê Artêşa Azad a Sûriyê derbasî bajarê Serêkaniyê bibe û piştî bajar ji rêjîmê paqij kir wê berê xwe bide bajarên din yê Rojavayê Kurdistanê û dema rastî berxwedaniya Kurdan hat wê bi hemû hêzên xwe şerê Kurdan bikin û bajarên Kurdan ji hevdu qut bikin. Pilana duyemîn wê Artêşa Azad a Sûriyê piştî rizgarkirina Serêknaiyê wê Artêşa Azad a Sûriyê berê xwe bide bajarê Kobaniyê û ciwanê Kurd yên ji ber leşkeriya Sûriyê  reviyane Başûrê Kurdistanê û ji aliyê PDK'ê de dihatin perwerde kirin derbasî bajarê Derîkê bibin û gav bi gav derbasî bajarokê Rimêlan û Qamişlo yê bibin.

 

ÇİMA Dİ VÊ DEMÊ DE YEKÎTİYA HÊZÊN SİYASÎ HATE ÎLANKİRİN

 Piştî talankirina Serêkaniyê. Bala raya giştî û gelê Kurd kete ser partiyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê û herêma Kurdistanê. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî bangî partiyên Kurd kir û bi wan re civiya. Her weke di çapemeniyê de jî hate ziman. Piştî civîn qediya, çar partiyên Kurd li hevciviyan û xwestin Yekîtiyek bi navê "Yekiriya Hêzên Siyasî" îlan kirin.

Buyera talankirina Serêkaniyê gelek tiştên bin cilikê derxistin holê. Di weteyeke din de kesên banga Artêşa Azad a Sûriyê dikin, royê wan yê rast derxiste holê.  Sekna  gelê Kurd û berxwedana YPG'ê ku li Serêkaniyê nîşandaye, hemû argomanê ku encûmena niştimanî ya Kurd bi kar dianîn vala derxistin. Di weteyek din de vala  derxistina pilana qirêj ya Herêma Kudistanê, li ser Rojavayê Kurdistanê bû. Hêzên Başûrê Kurdistanê ji bo rumta van partiyên ku di nava Encûmena Niştimanî de cih digrin vegerî ne. Bi awayekî lez û bez bangî hin partiyan kir û Yekîtiya Hêzên Siyasî da avakirin. Avakirina yekîtiya çar partiyan ku serkêşiya wê EbdulHekîm Beşar û Mustafa Cuma dike. Li hember serkeftina YPG'ê ya Serêkaniyê ye.

Hêzên dagirker a Tirk û hevalbendên wê yên Kurd ji ber di serêkaniyê de bibin ketin. Dest bi avakirina Yekîtiya Hêzên Siyasî kirin. Armanc ji vê Yekîtiyê vegera rumeta Başûrê Kurdistanê û partiya EbdulHekîm Beşar û Mustafa Cuma ya di Serêkaniyê de windakiriye. Ji ber vê dixwezin di werê siyasî û Dîpilomasî yê de qezenca bike. Gelo wê ev yek bi serkeve....?


Serbest Rêzan

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.