Evdilbasit Seyda Kî ye ?
Kim Kimdir? / 10 Eylül 2012 Pazartesi Saat 08:27
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Di sala 1956’ê de li Amudê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye dine. Ji sala 1994’an pê ve çuye Swêd.

Di sala 1956’ê de li Amudê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye dine. Ji sala 1994’an pê ve çuye Swêd. Di zanîngehê de di mijara bi navê “Zanistên Rojhilat û Asurolojî” de gihiştiye pileya doktorayê. Di sala 2003’an de bi navê “Pirsgirêka Kurd Li Sûrî” pirtukek nivîsand. Di nav Sekreteryaya Giştî  ya Encûmena Netewî ya Sûrî (ENS) de ciyê xwe girt. ENS, qaşo koma muxalefeta rejîma Sûrî ya herî mezin e. Di nav vê sekreteryayê de 26 endam hene û 4 ji wan Kurd in. Evdilbasit Seyda di 10 Hezîran 2012’an de  li Stenbolê di civîna ENS’ê de, li şuna Burhan Xelyun bû serokê ENS’ê. 

Amudê navçeyeka şîrîn ya Rojavayê Kurdistanê ye. Ciyekî kevnare û dîrokî ye. Ciyekî xwe yî berbiçav di dîroka Kurdîstanê de heye. Li hêla din Amudê gelek rewşenbîr û zanayên Kurd jî xwedî kirine û gihandine. Gelê Amudê bi welatparêzî û jîrîtiya xwe tên naskirinê. 

Lê dema mirov li kesayete Evdilbasit Seyda dinêre, dibîne ku bi kesayeta Amudê re gelekî zêde nakok e. Ji ber ku Rojava û Amudê bi hemû hêz û welatparêziya xwe ve îro ji bo azadî û xweseriya xwe li piyan e. Şoreşeke dîrokî tê jiyîn. Şoreşa azadî, çandî, civakî, siyasî û hwd… Gelê Rojava li hember zilm û zora bi dehan salan radibe ser piyan û vejînekê pêk tîne. 

Lê Evdilbasit Seydayê Amudî bûye “serok”ê Encûmena Netewî ya Sûrî ku ev sazî naxwaze navê “Kurd” bibihîze. Eger pêwîst be bibihîze yan bîne ser ziman jî, bi şêwazekî sar e, nejidil û dirû ye. Ji ber vê yekê di mehên borî de civîna ku li ser asta Sûrî li Qahîre ya Misrê pêkhat de, hemû Kurdên beşdar di nîvî de hêrs bûn û civîn terikandin. 

Di demeke ku Gelê Kurd li Rojava azadiya xwe dihûnê, Seydayê Amûdî ji Stenbolê dernakeve. Stenbola ku bûye navenda planên qirêj ku azadiya Rojava ji xwe re kiriye armanc.  

Di demeke ku Gelê Rojava parastina xwe ya rewa û cewherî pêşdixîne, Seyda li Stenbolê hewl dide ku “Artêşa Azad a Sûrî” li Rojava bi cî bike. “Artêşa Azad”a ku bi destê leşkerên Tirk ku hemû kujerên Kurdan e, tê perwerde kirin. “Arteşa Azad” a ku qet ferqa xwe ji leşkerên rejîma Sûrî tune ye.

Bêguman li çar parçê Kurdistanê, dijminan her tim “Kurd”ê xwe peyde kirine û ji bo berjewendiyên xwe bikaranîne. Lê piştî ku karê xwe bi wan qedandine jî avêtine quncikekê. 

Îro li Bakurê Kurdistanê Kemal Burkay çi be, li Rojava jî Evdilbasit Seyda ew e. 

Gotineke pêşiyan heye ku dibêje: “Giya li ser koka xwe û teyr bi refê xwe re.”  Giyayê ku li ser koka dijmin be û teyrê ku bi refê biyanî re bifire, mirov nikare bêje ew ji me ye. Lê dawiya dawî dijmin jî wan qebul nakin. Bi kurtî ciyê wan ne li erdê ye û ne jî li asîman heye !

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.