Kurd Beşekin Ji Şoreşa Sûriyê
Makaleler / 28 Ağustos 2012 Salı Saat 09:35
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Tiştî ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tê jiyan kirin Rojhilata Navîn û cihanê ji nêz ve eleqeder dike.

Tiştî ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tê jiyan kirin Rojhilata Navîn û cihanê ji nêz ve eleqeder dike. Ji ber vê yekê her kes bi baldarî rewşa Sûriyê meraq dike.

Gelê Kurd roja Înê ya bi navê 'Ber bi Sûriyeke Demokratîk ve'  careke din îspat kir ku beşekin ji şoreşa Sûriyê ne û mil bi mil li gel birayên xwe yên Ereb, Aşûr, Mesîhî, Ermen , Durzî û Tukmen li dijî rêjîma Sûriyê şer dikin. Lê mixabin hin aliyên ku vê yekê nabînin û hîna Kurda tewan bar dikin ku ne beşekin ji şoreşa Sûriyê ne û Kurd heval bendê rêjîmên e.

Dewleta Sûriyê ev 60 salin înkara gelê Kurd weke siyateke bingehî ji bo xwe bi kar aniye. Kurd ji hemû mafê jiyanê bê par hiştine.  Ger em behsa Sûriyeke nû dikin, divê muxalîfên Sûriyê(Meclîsa Netewî ya Sûrî)  vê rastiye baş nas bike û mafê Kurdan misoger qebul bikin. Înkara dewleta Sûriyê hiştiye ku Kurd bi salana şerê rêjîmê bike û bedelên giran bidin.

Kurdên Rojava amedeye careke din tekoşîna xwe berdewam bike. Divê ev rastî baş bê femkirin. Lê mixabin tiştê heyanî niha, di emel de derdikev Meclîsa Netewî ya Sûrî van rastiya nabînin. 

Gelê Kurd beşek ji şoreşa Sûriyê neyê dîtin, ev tê weteya ku Kurd cûdane. Miletekî cûda jî, dikarê çaranûsa xwe bi xwe xêz bike û li çaresriya xwe bigere. 

Ger bi salane gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li hember sistema înkarê tekoşînê dike. Maneya wiya rêjîma Sûriyê Kurd weke milet qebul nekiriye û tu itîbar nedidayê, ji ber viya jî Kurdan dest bi tekoşînê kiriye. Divê muxelefeta Sûriyê vê yekê baş bixwîne û dersan jê bigre.

Piratîka mirov teysandin(inîkas) a ramanên mirov e. Ramana paqij, piratîka paqij datîne holê. Lê mixabin tişta ku heyanî niha diyar û di pirtîkê de, xwe daye der berovajî rastiyê ye. Înkar, Neqebul û li gor berjewendiyê Kaptalîstan tevger kirin heye. Heyanî niha muxalefeta Sûriyê, bi awayekî fermî hebûna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê nas nekirine. Hîna tekoşîna Kurdan a ji bo azadiyê û demokrasiya Sûriyê, weke beşek ji şoreşa Sûriyê qebul nake. Ji ber vê yekê Kurd bi goman li helwesta Meclîsa Netewî ya Sûriyê temaşe dike. Van helwestên muxalefeta Sûrîye civandinê, belav bûnê di civaka Sûriyê de çê dike. Divê beriya her tiştî Meclîsa Netewî ya Sûrî û artêşa azad helwesta xwe li hember Kurdan zelal bike. Li gor nêrîn, çavdêrên siyasî û nûnerên partiyan heyanî muxelefeta Sûriyê helwesta xwe li hember tekoşîn û daxweza Kurdan yan rewa zelal neke. Ne misoger ku Sûriyê Azad û Demokrat bê avakirin. 

Tiştê heyanî niha ketiye ser milê gelê Kurd Kurdan pêk aniye, ji vir û pê de, divê muxelefeta Sûriyê erka xwe li hember Kurdan pêk bîne.

Adnan Mustafa


Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.