Rojavayê Kurdistanê û Siyaseta 3 Meymûna
Serbest Yazılar / 30 Temmuz 2012 Pazartesi Saat 08:10
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li ser şoreşa Sûriyê salek û 5 mehe derbas bû . Rewşa Sûriyê dikeve pêvajoyeke nû de.

Li ser şoreşa Sûriyê salek û 5 mehe derbas bû . Rewşa Sûriyê dikeve pêvajoyeke nû de. Li Rojhilata Navîn, pêvajoya ku tê jiyan kirin, pêvajoyeke herî bi nakok û bi zehmete. Di navbêra hêzên navnetewî û herêmî de, du alîteyek derketiye holê. 

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tiştîn rojane têne jiyan kirin,  divê rojane û her kêlî bê şopandin û li gor viya siyaseteke rast bê diyar kirin. Ji aliyekî hêzên Emparyalîst bi pêşengitiya Emerîka dixwazin hegemonya xwe zêde bikin û li aliyê din Rusya, Çîn bi hevkariya Îranê li hember viya berxwe didin û di xwazin statuqo ya heyî biparêzin. 

Ji ber vê derkete holê ku hêzên navnetewî ne amede ye ku di vê demê de mudexeleyî Sûriyê bikin. Lê bi hewldanên Netewên Yekbûyî dixwazin xwe bînin asta ku karibin mudexeleya leşkerî bikin û di demeke kin de encam bigrin. Lê weke tê zanîn rewşa Sûriyê ne weke ya Tunus, Misir û Libya ye. Sûriyê bi hêmanên xwe yên bingehîn û bi karanîn faktorên herêmî dikarê temenê xwe dirêj bigre. 

Helbete dema Sûriyê vê yekê dike hêzeke mezin a weke Rusya jî li pişta xwe dibînê. Rusya ji bo Sûriyê ji destê xwe winda neke tişta ku ji destê wê bê wê bikê. Ji ber ji bo Rusya rampeya fuzeyan ya li bajarê Tartusê li ser derya sipî giringe. Heta em dikarin bêjin ji bo Emerika İncîrlik tê çi wateyê. Heman tişt  Tartûs jî ji bo Rusan eyniye. Ji ber vê wê Rusya bi rihetî dev ji Sûriyê ber na de. Di vê weteyê de em dikarin bêjin ev pilana a Rusya hîna bi bandor e bi taybet qadên navnetewî de û konseya Ewlekariyê de karê hebûna xwe dane holê. Lê ev tenê têra Rusan nake ku karibe hevkarê xwe Sûriyê li hember êrîşên derve biparêze. Ji bo vê pilana B ya Rusya jî heye. Ev pilan çiye?

Rus di vê pilanê de li pişt avakirina herêmeke taybet ya Elewiyane. Divê ji vê herêmê re bêjin Federal, yan jî Otonomî, lê di esasê xwe de pilaneke Rusya wiha heye. Ev herêma mijara gotinê piranî wê qiraxa derya Sipî bajarên weke Tartus, Lazqiya û beşek ji bajarê İdlibê û herêmên Cebel Ekrad dixe nava xwe. Li gor çavdêrên siyasî yê nêzî rêjima Suriyê, Beşar Esad bi xwe jî li vê pilanê germ dinêre. Avakirinek herêmên Elewiyan, ji aliyê Îran, Lubnan(Hizbullah) û hin welatên Ereban jî tê pejrandin. 

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê,  tiştîn ku heyanî niha hatiye jiyan kirin. Ji aliyê TEV-DEM'ê ve ji nêz ve tê şopandin. TEV-DEM ê stratêjîk  daye ber xwe. Karî li gor şert û mercên ku heyî tev bigere û siyasete bingehî dane holê. Ev yek di warê ragihandinê der nekariye li gor bê xwestin rave bike. Ji ber vê yekê Tevegera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rastî tewanbariyê û rexneyan tê. Lê di esasê xwe de, li gor min siyaseta herî rast li heber rêjîmê û muxelefetê TEV-DEM dimeşîne. Lê belê weke her carê dijminê gelê Kurd vê yekê nabînin û patronên çapemeniyê li gorî xwe dimeşînin. Weke ku em li Bakur, Başûr dijîn û Çapemeniya Cihanê li hember Kurdan siyaseta 3 Meymûna dimeşîne. Em dibînin li hember pênvagên zêrîn yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê jî heman siyaseta; Ez Nizanim, Ez Nabîsim û min Nedît tê bi rêvebirin.

Adnan Mustafa

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.