Li Heskifa ku herî dawiya heftê nêzî 10 hezar tûrîst ziyaret dikin derdorparêzan konê "Wargeha kon a Neolotîk" vedan û herkes vexwendin wargehê.
Li navçeya Heskifa Êlihê ji hêlekî ve ji 3/2 bendav temam bû û ji hêla din ve jî ji bo çêkirina bendavê bê rawestandin û balê bikiþînin ser rewþa Heskifê çalakî dewam dikin. Li Heskifa ku herî dawiya heftê nêzî 10 hezar tûrîst ziyaret dikin derdorparêzan konê "Wargeha kon a Neolotîk" vedan û herkes vexwendin wargehê.
Li navçeya Heskif a dîrokî bendava Ilisuyê ji 3/2 hat temamkirin. Di vê navberê de dest bi çêkirina bendê jî kirin. Lez dan xebatên bendava Ilisuyê ku Serokwezîr Erdogan gotibû, 'di sala 2015'an de dê xilas bibe.' Ji hêlekî ve çekirina bendavê dewam dike û ji hêla din ve jî ji bo navçeya dîrokî di bin avê de nemîne rêxistinên dorhêlparêz û rêxistinên saziyên sivîl têdikoþin. Parêzer Murat Cano ji bo benda Ilisuyê bide rawestandin doza vekir, lê doz ji aliyê Dadgeha Îdare ya Êlihê ve hatibû redkirin. Cano li ser vê yekê doz derbasî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû. DMME'yê jî di 17'yê Hezîrana 2006'an doz qebul kiribû. Doza bendavê li DMME'yê dewam dike. Ji Cotmeha 2010'an û pê de bi qedexekirina ketina Heskifê re hejmara tûrîstên ku dihatin navçeyê her ku çû kêm bû. Beriya biryar bê dayîn 1000 kesî Heskif ziyaret kir lê di dîroka ku ketina navçeyê hat qedexekirin de ev hejmar daket 500'î.
Dawiya hefteyê 10 hezar tûrîst ziyaret dikin
Beriya hilbijartina giþtî ya 2011'an Heskif ji aliyê wezîrê aborî û parlementerê AKP yê Êlihê Mehmet Þîmþek ve dîsa bi merasimekî ji gel re hat vekirin. Gel tenê dikare di navbera saetên 08.00-18.30'an de bi pere bikeve cihên dîrokî. Piþtî vê yekê hejmara kesên ku kelheya Heskifê ziyaret dike jî zêde bû. Di nava hefteyê de li ser 1500 kesî mirov Heskifê ziyaret dikin, di dawiya hefteyê de jî ev hejmar derket 10 hezaran. Tûrîstên ku ji Tayland, Îtalya, Portekîz û Brezîlyayê tên Heskifê cihên dîrokî yên Heskifê ziyaret dikin.
Dikandar tengezar bûne
Qedexekirina serdana Kelheya Heskifê û serdan bi çend saetan sînorkirin demên zehmet bi dikandaran dide jiyîn. Dikandarê bi navê M. Þah Oztekîn ku salên demdirêj in li sûka Heskifê dikandariyê dike diyar kir ku ew êdî nikarin kirêya dikana xwe jî bidin û got; "Berê li ber perava çemê Dîcleyê holik hebûn. Me mêvanên xwe yên herêmî û tûrîst li van holikan bicih dikirin. Ev 2 sal in ew holik jî ji holê hatin rakirin. Em ketine rewþeke wisa ku nekaribin kirêya dikanên xwe bidin. Daxwaza me ew e ku perava Dîcleyê dîsa bê vekirin. Ji ber ku perava çemê Dîcleyê hat girtin êdî kes nayê. Dikandar þerpeze bûne. Daxwaza me dikandaran ew e ku derfetên zindîkirina van deran pêþ bikeve."
Banga li Heskifê vedana konan!
Serokê Komeleya Danasîna Tûrîzma Êlihê Emîn Bulut ji bo çêkirina bendava Ilisuyê þermezar bike û balê bikiþîne ser kelheya Heskifê li perava çemê Dîcleyê konê "Wargeha kon a Neolotîk" veda. Bulut banga vedana konan kir û got; "Me navê konbajarê xwe kir konbajarê Neolotîk û me xwest bi sembola Neolotîk wargehekî ava bikin. Armanca me ew e ku ji bo cîhaneke wekhev û adil em cudahiyekî pêk bînin e. Wargeha me dê herdemî be. Em ê li vê wargeha xwe rêzeçalakiyên çandî û hûnerî lidar bixin. Di meha îlonê de Sezen Aksu û di meha Cotmehê de jî Tarkan dê vê navçeya me. Me li vê derê ji bo xweza, çand û dîrokê pêngavek avêt."
Cereyan dê ji pêlikên bisîkletê bê hilberîn!
Endamê Koma Pedalliyorumê Cengîz Yargiç jî diyar kir ku ew ê cereyanê ji pêlikên bisîkletê hilberînin û wiha axivî: "Dixwestin Heskifê vala bikin. Me jî ji bo bertekên xwe nîþan bidin ev wargeh ava kir. Ji ber ku bi hinceta ku dê cereyan bê hilberîn van deverên dîrokî dê bin avê de bihêlin. Dixwestin xwezaya me tune bikin. Me jî xwest ku em nîþan bidin ku ji pêlikên bisîkletê jî cereyan tê hilberîn. Ev dever cihê seyranê ne. Ji xebatên sînemayê bigirin heta xebatên wêneyan çi ji destê me bê em ê bikin. Havîn zivistan dê wargeha me vekirî bimîne. Divê herkes Heskifê bibîne."
'Þaristaniya mirovahiyê ya dîrokî heye'
Lêkolîner û nivîskarê Amerîkî John M. Crofoot ku 3-4 salên dawiyê ye tê Heskifê jî diyar kir ku li Heskifê dem derbaskirin gelekî diçe xweþiya wî û got; "Li Heskifê dem derbaskirin ji bo min cihê keyfxweþiyê ye. 3 Sedemên wê hene. A yekemîn mirovên Heskifî gelekî germ û mêvanperwer in. Bi wan re dem derbaskirin gelekî xweþ e. A duyemîn mirovên li vê derê xwedî pirçandî ne. Heskifî 3 zimanan dixaxivin. Kurdî, Tirkî û Erebî. Ev yek jî ji bo min gelekî girîng e. Ya sêyemîn jî dîrokeke dûvedirêj a Heskifê heye. Dîroka þaristaniya mirovahiyê ya dîrokî heye. Dîroka olan heye. Nemaze berhemên þaristaniya misilmaniyê ya serdema navîn li Heskifê ne. Heskif ji bo min wekî Tirkiyeyeke biçûk e. Mirov dikare Heskifê wekî pirtûk, mûze û cihê betlaneyê bibîne. Ez bi Heskifê re eleqeder dibim. Lê Heskif ji ber bendavê di bin xetereyê de ye. Lewma ez pê re eleqeder dibim.”-DÎHA/Êlih
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info