Çemê Dîcleylê Wêran Dikin
Ekoloji / 02 Temmuz 2012 Pazartesi Saat 10:07
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Endezyarê Derdorê Mehmet Bikim, diyar kir ku ji ber Çemê Dîcleyê nayê nasandin û ji Pîranê heta Bîsmîlê parastina derdorê çem nayê kirin,

Endezyarê Derdorê Mehmet Bikim, diyar kir ku ji ber Çemê Dîcleyê nayê nasandin û ji Pîranê heta Bîsmîlê parastina derdorê çem nayê kirin, çem wêran dibe û wiha got: "Gîhandina hev a hewceza Dîcle û Firatê ne ekolojîk e.

Di serdema kevn de ereban ji çemê Dîcleyê re, Dîjla, faris û kurdan Tîgra, rûsan Tîr û yunaniyan jî Tîgrîs gotine. Îro jî hemû ewropî ji çemê Dîcleyê re, Tîgrîs dibêjin. Koka gotinê yek e lêbelê her gelî li gor zimanê xwe bilêv kiriye. Gotina Dîcleyê xerabkirina Tîgra ye. Lêvkirina “Dîcle”ya îroyîn nêzîkî bilêvkirina (telafuzkirina) erebî ye. Wateya Tîgra; bi tîj û hêz diherike û mezin e. Ji xwe Botî, Cîzîrî, Mêrdînî û heta li hindek deverên Baþûr hîn îro jî ji Dîclyê re dibêjin Ava Mezin an Çemê Mezin.

Du milên Dîcleyê hene. Serçaviya milek jê, çiyayên Master û Sarê ne ku nêzîkî gola Hezarê ne. Ev mil ber bi Madenê ve tê. Li wir navê wî êdî çemê Madenê ye. Avareþ jî dibêjin. Çemê Madenê ber bi Pîranê ve tê û di rojavayê Pîranê de ber bi baþûr ve diherike.

Milê Dîcleyê yê duyem jî, ji herêma Licê ji Biriqleynê derdikeve û ew jî ber bi rojavayê Hênê û rojhilatê pîranê ve diherike. Herweha çemên Maden û Biriqleynê nêzîkî bajarê Eglê dibin yek. Piþtre ava Furkaþo (Devegeçidi) tê ser. Dîcle îro di nav bajarê Amedê de, ber bi Bismilê ve çeng dide. Ava çemên Reþ û Ambarê tên ser. Piþtre ava çemên Batman, Xerzan û Botanê tên ser û hîn xurtir û bi hêztir dibe. Di Heskîfê de, ber bi Cizîrê ve diçe û dadikive baþûrê Kurdistanê. Ji Musilê þûn ve ava Zêyê Mezin û Zêyê Biçûk tên ser. Ji Zêyê Biçûk re Avaþîn jî dibêjin. Ji herêmen Lolan, Þemzînan û Geverê jî çemeke têrav tê ser Zêyê Biçûk ku jê re dibêjin Ava Heyatê. Ya herî dawî jî ji Zagros û herêma Îranê ava çeme Diyalê dikeve ser ava çemê Dîcleyê. Dîcle ji aliyê dirêjbûnê ve çemê Kurdistanê yê duyem e lê piþtî ku derbasî Iraqê dibe ji aliyê debiya avê ve çemê Kurdistanê yê herî pirav û mezin e.

Dîcle ji serî heta dawî 1900 km dirêj e. Di di nav tixûbên Tirkiya îroyîn de dirêjiya Dîcleyê 523 km ye. Bi tevî, 600 km di nav axa Kurdisanê re derbas dibe. Li baþûrê bajarê Bexdayê Dîcle û Ferad dibin yek û êdî jê re dibêjin Yekava Ereb (Þat-ul Arab).

Qada (hewza) Dîclêyê, ji sedî 12 li nav tixûbên Tirkiyê (38.280km2), ji sedî 2 Suriye (6380km2), ji sedî 54 Iraq (172260 km2), ji sedî 34 Îran û welatên din e. Bi giþtî qada avdaniya Dîcleyê 319000 km2 ye. Dîcle di bajarê Mûsilê re diherike

Di Tewratê de behsa afirandina Adem û bihuþtê tê kirin û navê çar çeman derbas dibin. Navê yê sêyem Dîcle ye. (Tekvîn 2: 8-14)

Dîcle û mîtolojî

Di derbarê çemê Dîcleyê de du mîtolojî hene.

Ya yekem: Tê gotin ku Xweda emir daye Pêxember Danyal û jê re gotiye ava ku ji þikefta Biriqleynê derdikeve, bi gopala xwe jê re xêzek bikþîne bila di wê xetê de biherike û here. Pêxember Danyal emir bi cih aniye û asaya xwe li serçaviya çemê ku ji þikefta Biriqleyê û heta Kendava Îranê diçe, dikþîne. Av di cûya gopalê de dikerike û dibe çemê Dîcleyê. Lêbelê ev xêz weha hatiye kiþandin ku dema ava çem zêde û bilind bibe, ji bo ku zerarê nede xelkê xizan ên ku li der dora çem dijîn, av bikaribe ciyê xwe biguhêre. Loma çemê Dîclê tim ciyê xwe diguhere.

Ya duyem: Amedî bawer dikin ku ava Dîcleyê raste rast diçe bihuþtê. Xweda û firîþteyên (melekên )xwe li bihuþtê ne. Li ser bingeha vê baweriyê jin û keçên amedî êvara cejna qurbanê li ser kaxez daxwaz û gilînameyên xwe dinivîsin û diçin ser pira Dehderî. Dest bi dueyan dikin û nameyên xwe yên amadekirî di pirê re davêjin jêr. Name bi avê re diçin bihuþtê. Nameyên ku bi avê re bi rê dikin, di demeke nêzîk de digihên destê Xweda û daxwaz û dueyên wan qebûl bibin.

Dîcle û zebeþ

Li cîhanê zebeþên herî mezin û çêjdar, li Amedê li ber çemê Dîcleyê tên çandin. Di meha nîsanê de ava Dîcleyê hêdî hêdî diçike, kêm dibe. Li kenar û keviyên çem qûm û sîlik dimînin. Ev ax aluvyon e. Di navbera 15-30ê meha nîsanê de, êdî zebeþvanên amedî di nav wê aluvyona çem de dest bi kolana çalikên zebeþan dikin. Çalikên xwe 140-150 cm fireh û 40-60 cm jî kûr dikolin. Armanca kûrahiya çalikan a 40-60 cm ew e ku binê wê bigihe sewiya avê. Di navbera du çalikan de jî 50 cm mesafe dihêlin.

Ji ber ku mirovên li derdorê Çemê dijîn ji herêma Pîranê heta Bîsmîlê çem neparastiye û baþ bikar neaniye derdorê çem wêran kiriye û çem qirêj kirine. Endezyarê Derdorê yê Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Derdorê yê Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Bikim, anî ziman ku li gorî rêziknameya sala 1990'an a parastina rex û derdora çem nasandina çem ji Bîsmîlê dest pê dikir û heta sûriyeyê diçû û wiha got: "Herêma ji Pîranê heta Bîsmile nexistine nava vî sînorî. Ji ber ku dewletê bi armanca ewlehiyê xwest bendavan li vê herêmê ava bike ev sinor nexist nava sînorê parastinê. Ji bo gel ji vê herêmê koç bike ev herêm nexist nava sînorê parastinê û nasandinê. Lê divê ev yek bê rastkirin û parastin."

Kîso jî di talûkeya windabûnêde dijîn

Bitim, destnîþan kir ku ji ber herêma ji Pîranê heta Bîsmîlê wekî herêma parastinê nehatiye naskirin her der wêran dibe û heta sewalên derdorê jî wêran bûne. Bitim, bilev kir ku kîso jî talûkeya windabûn û tuenbûnê dijîn û wiha got: "Ji ber ve pekanîna rêziknameyê regeh û warê çem hatiye guhertin. Ji Pîranê heta Amedê war û rêgeha çem hatiye guhertin. Geyem avahî û înþaet li dora wê tên lêkirin û wêran dikin. Gelek ocaxên xîzê hatine vekirin û her der tê talankirin û wêrankirin.

HES her tiþtî wêran û tune dikin

Bikim, anî ziman ku ji ber destûra avakirina HES'an li ser Dîcleyê tê dayîn HES'ên tên avakirin her tiþtî wêran û talan dike û xwest êdî her kes li hemberî vê yekê bi hestiyarî tev bigere. Bitim, bang li wezîr û raydarên dewletê kir û xwest peyviren xwe yên li hemberî xweza û derdorê bikar bînin.

Bitim, bilêv kir ku polîtîkaya dewletê dixwaze qadên Dîcle û Firatê bike yek û her tiþtî ji cewher û ruhê wê dûr bixe. Bitim, destnîþan kir ku ev proje ne kolojîk e û dijberî ekolojiyê polîtîk e û wiha got: "Ev li dijî mafê hemû gelên ku li derdorên Dîcleyê dijî ye û mafê her kesî binpê dike.-DÎHA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazýya Henüz Yorum Eklenmemiþ.
ÇOK OKUNANLAR
SON YORUMLANANLAR

ARAMA