Ez di sala 1972'an de li navenda bajarê Meletiyê hatime dinya yê. Navê min Zeyneb Kinaci ye.
JI SEROKATIYA PARTIYÊ RE
Ez di sala 1972'an de li navenda bajarê Meletiyê hatime dinya yê. Navê min Zeyneb Kinaci ye. Ez bi eslê xwe ji gundê Elmalî ku girêdayê navenda Meletîyê ye, me. Navê eþîreta me Mamûrkî ye. Min li Meletiyê, li unîversîteya Înönü beþê rêhberî û þêwirmendiya psîkolojîk xwend. Berî ku ez beþdarê nav refên bizawaya (tevgera) netewî bibim, min li nexweþxaneya Meletiyê wek teknîsîyeneke rontgenê kar dikir. Ez zewicandî me û mêrê min ji Amedê, ji navçeya Egilê, ji gundê Xiliyan e. Ew jî ji eynî beþê unîversîteyê mezûn e. Mêrê min di zivistana 1995'an de, li bajarê Edenê, dema xebata Eniyê dikir, bi dîlîtî ket destê dijmin. Ji aliyê aborî ve rewþa malbata min normal e. Bi sînor be jî, ez hinek serbest mezin bûm. Dema min hîn di lîseyê de dixwend bîrûbarweriya çep û kurdayetiyê bandora xwe li ser min kir. Min di van salan de dest pê kir û bi çavekî rexnegirî li jîyanê mêze kir. Lê, ez nêzîkî tu hêzekî sîyasî ne bûm û neketim nav xebatê. Dema min li unîversîteyê xwend, dîtîn û meyla min a çepîtî hîn zelaltir bû û sempatiya min ji PKK re zêde bû. Malbata min her çiqas paþvemayî bû jî, lê hestên kurdperweriyê diparast. Ji ber vê yekê aliyê minê Kurdperwerî bi pêþdiket. Wê demê li herêma me hêz û derdorên welatparêzan ne bi rêxistin bû. Pêþengî tune bû. Dîsa rewþa malbata min a aborî bû sedem ku ez hinekî li paþ bimînim. Di nav demê de dîtina min xurt û zelal bû û dawî ez ketim nav refê têkoþînê. Di sala l994'an de, li bajarê Edenê min di nav Eniyê de dest bi xebatê kir. Bi qasî salekê min xebata xwe domand. Ji perwerdehiyeke cidî de derbas nebûm. Herçiqas min dixweste jî, ji ber sedemên kesên di rêveberiyê de bûn paþê hatin girtin, wernegirtina desteka pêwîst, bandora sivîlbûnê li ser kesayetiyê û nikarîbûna guhurandina kesayetiya pêþve neketim û nebûn xwedî serkeftinê. Di sala 1995'an de, li herêma Dersimê ez beþdarê nav refê ARGK bûm. Di nav refên ARGK de min ji serî heta binî jîyana xwe di çav de derbas kir û þexsîyeta xwe nas kir. Di þexsîyeta min de serwextî û têgehîþtineke pêþketî çêbû. Ez dikarim bibêjim ku ji aliyê îdîa, biryar, moral, zelalbûn û zanabûnê ve ez bi hêztir bûm û bi pêþketim.
Têkoþîna me ya di pêþengiya PKK de her ku çû xurt bû, ji hemû mirovahiyê re bû mal û ji gelên bindest re di rêya sosyalîzmê de bû hêvî. Ev gelê me yê ku bi tevahî hatibû înkar û bê þexsîyet kirin, di dîrokê de cara yekem serbilind û serfiraz bû. Herweha ev gelê ku nirxên wî yên netewî, ruh, kultur û nasnameya wî hatibû înkar û îmhakirin û ketibû bin destê dijmin, hatibû bê þexsîyet kirin; bi vê têkoþînê, carekê din hiþyar bû û zana bû. Ew bû xwediyê cesaret, qehremanî, zanabûn û berpirsîyariyeke mezin hilgirt ser milê xwe. Ev gelê ku ji hestên nîþtîmanperweriyê dûr, ji dijmin re stûxwar û bendewar, bê ax û welêt, ji aliyê zordestên dîrokî ve hatiye hûr kirin, pelxandin û çewsandin, heta îro pêþeng û ronakbîrên xwe yên rastî dernexistibû holê... Nîþtîmaneke xerabe û wêran mabû.... Damezrevan û serokê PKK'ê Serok Apo vê rewþa bervajî û negatîv ji binî ve guhêrt. Gelê Kurd ne bi tenê bê nasname bû, herweha mêjiyê wî jî, ji bo dagîrker û karbidestan dixebitiyan û ketibû xizmeta hêzên paþverû û emperyalîst. Wî gelê Kurd ji vê xewa mirinê hiþyar kir, rakir ser pîyan û ne ji bo bîyanîyan, ji bo wî xist nav têkoþîn û þerê azadiyê. Helbestvanê Kurd ê mezin Ehmedê Xanî digot ku: "Heger serokekî me yê durist û bi namûs hebûya, dê em jî nebûyana dîlê Ereb, Ecem û Tirkan." Serokên Kurdan ên sexte heta niha berjewendiyên xwe yên þexsî, malbatî, eþîrtî dane pêþ yên gel û di dîroka Kurdistanê de vê rewþa lanetbûyî demeke dûr û dirêj heta niha domandine. Mirov dema li dîroka her neteweyekê dinêre, bi taybetî li dîroka þoreþa wan dikole, rastî serokên wan têkoþane ku di riya rizgariyê de rola xwe ya mezin lîstine dibe. Dîrok him ji bo bizavên rizgarîxwaz ên netewî him jî, ji bo yên çînî baþ dide dîyar û zelal kirin ku bê serokatî ew rizgar nebûne û bi ser neketine. Serokatî, di warê nûbûn û pêþketinê de, di pilekê bilind de nûnertiya tevahiya bizavayê dike. Serokatî ji bo mirovê nû, dîtina nû, civata nû hemû jîyana xwe terxan û pêþkêþ dike. Jîyana xwe li gor jîyana gel pêk tîne, çarenûsî û serkeftina xwe di çarenûsî serkeftina gel de dibîne. Ew daxwaz û hêviyên gel di kûrahiya mêjî, dil, ruh û laþê xwe de, bi hîs û cîh dike. Ew ji bo rizgariyê wezîfe û berpirsîyarîyan di pileyeke bilind de digire ser milê xwe û pêk tîne. Ji gelê me re mafê jîyaneke rastî nemaye, ji her aliyî ve hatiye qedanin û qelandin. Li cîhanê tu gel wek wî ji rastiya xwe nehatiye dûrxistin û ji xwe re bûye bîyanî. Nirx û hêjahiyên wî yên netewî, çandî, civakî nehatine mêtin... Li hember vê rewþa han helbet pêwîst e ku Serokatiya PKK'ê ji yên din cudatir be. Di vê rewþ û warî de Serokatiya Partiyê ji her aliyê ve û bi taybet, bêtir nû, jîndar û pêþketî be û jîyana xwe bi tevî ji þoreþê re bike gorî û bikeve xizmeta gel. Bi rastî jî, PKK û Serokatiya wê xwediyê van taybetiyên jorîn in.
Dema mirov li dîroka þoreþên cîhanê dinêre, him gelên ku þoreþên netewî û him jî yên çînî pêk anîne, ew xwedî gelek derfetên dîrokî, civakî, çînî û çandî bûne. Înkarbûna wan a netewî tune bûye. Pirsgirêkên wan ên takekesî ne wek yên me mezin, hûr û kûr bûne. Dîroka wan ne wek a me hatiye têkdan. Jinên wan hewqas jêrdestî, bindestî û çewsandinî nedîtine û paþketî nemane. Dîn wek ku di nav me de hewqas bi xerabî hatiye bi kar anîn, di nav wan de nehatiye bi karanîn. Ew gelên din li gor rewþa xwe li dij dijminê xwe reaksîyon nîþandane. Di nav wan de kêm be jî azadî û wekhevî hebûye. Serok û pêþewayên wan kêm be jî, ji ronakbîr û xwendekarên xwe kelk, piþtgiri û alîkariyê dîtine û girtine. Di þoreþa Kurdistanê de ev taybetiyên hatin destnîþankirin bi tevayî nemabûn. Serokatiya Partiyê ji rastiyeke gelek jar derketiye rê. Dîtin û nêzîkbûna wê ya li ser pirsên dîn, jin, þexsîyet û malbatê gelek bi zanistiye û di cîhê xwe de ye. Serokê þoreþa Rûs Lenîn, bi xwe di pirsa jinan de, çareseriyeke têr û rast ne aniye zimên û holê. Damezrandina artêþa jinan, pêkanîna Kongre û Konferansên Jinan li cîhanê bi tenê di dîroka þoreþa me de hene û di pratîkê de pêk hatine. Rengê jiyana serokatiyê, kûrahî, hiþmendî, helwestgirtin, pêþxwedîtin, hêz û hunermendiya axaftin û þîrovekirinê; duristî, tecrûbe û zanabûna zanistî ku di þexsê serokê me de hene; mirov nikare bi tu serokekî din re bide hember hevdu. Li bûyeran dogmatîk nanêre. Serokatiya me rastiya Kurdistanê, þoreþên cîhanê baþ analîz kiriye û encam û ders ji wan derxistiye û derdixe. Li ser vê rastiyê hîmê þoreþa Kurdistanê ava kiriye. Ne bi awayekî teqlîd, kopya û dogmatîk, heta tu dibêjî bi awayekî afirandêr ji wan ders û tecrûbeyan girtiye. Sosyalîzmê pir baþ analîz kiriye û li gor merc û hoyên gelê xwe encam jê derxistiye û niha jî bi awayekî zanistî di jîyana pratîk de wê bi kar aniye û tîne. Herweha PKK di þexsîyeta serokatiyê de xwe îfade kiriye û dike. Ev pêþketinên ku di dîroka Kurdistanê de çêbûne, berhem û encama keda Serok in. Ew bi xwe serkaniya evîn, hevgirtin û yekîtiyê ye. Di þexsîyeta xwe de, profila mirovekî nû çêkiriye. Wî daye îspatkirin ku mirovek dikare çendî xwe nû bike û bi pêþ bixe. Îro pêdivî û duriþma þoreþa Kurdistanê "Em ji bo serkeftin û azadiyê bikevin nav refên hêz ên partiyê, artêþê û eniyê" ye. Ev duriþma han hemû pirsên talî û biçûk dide aliyekê din, rastiya rewþa gelê Kurd û ya dijmin bi awayekî zelal û berbiçav li ser bingeheke giþtî tîne holê. Ji vir þûn ve; hemû gelê Kurd û bi mîlyonan mirov bi dilovanîyeke germ hembêz dike, ew dixe xizmeta þoreþa rizgarî ya netewî û sosyalîzmê. Ev têkoþîn û þerê bêhempa yê bi deh salan, Komara Tirkiyê ya faþîst ji aliyê eskerî, sîyasî, aborî û çandî ve xistiye nav krîzeke kûr û mezin. Weha bûye ku dewleta Tirk îro bêçare maye.
Di vê dema nû ya ku em çirûskên serkeftinê dibînin de, hêvî û baweriya gel ji me zêde bûye. Divê em xwe li gor jîyan, bîrûbaweriya Serokatiyê û têkoþîna wî amade bikin û bersiva demê bidin. Bi hemû hêz û zanabûna xwe ve berpirsîyariyên xwe bi cîh bînin. Em pirî caran rexne li xwe digirin û dibêjin ku:"Þexsîyeta burjûvaziyê biçûk, gundîtî, bîr û hestên feodaletî û þexsîyeta dijmin û bandora þerê taybetî li ser me çêbûye an jî heye."Êdî baþ dîyar e ku em bi rexnegirtinên weha bi pêþnakevin. Li gor min, rexnegirtina herî rast û di cîh de, pratîka me ye. Dijmin bi awayekî giþtî bi ser me ve tê, êrîþî me dike. Pêwîst e ku em jî, bi hemû hêzên xwe ve bi ser dijmin ve herin û em bi dijmin bidin hîskirin ku em bi biryardarî û bi bîrûbawerî berdêla azadiyê didin û xwe di vê rê de feda dikin. Dema mirov li dîroka têkoþînê dinêre, PKK bi qehremanî, berxwedan, ked û xebat, bîrûbawerî, bûyerên weha mezin û girîng derxistiye holê ku ew tiþtên dûrê eqil û hiþmendiyê ne. Berxwedan bingehê karektera PKK ye. Pêwîst e ku em xwedî li vê mîrasa pîroz a dîrokî derkevin, biparêzin û pêdiviyên vê dema han bi cîh bînin. Niha dem, dema çalakiyên întîharîyê ye. Ev pêwîst e. Ev pêþveçûneke taktîkî ye. Ev cureyê çalakiyê moralê dijmin xerab dike û têk dibe û moralê me jî gelek xurt û bilind dike.Dijminê gêj û xînt, dê bi vê cureyê çalakiyê gêjtir û xîntir bibe. Çalakiyeke bi vî rengî, her cîhê ku dijmin li wir e, der û dor lê teng dike û nîþtîmanê jê re dike zîndan û goristan. Ji aliyê me ve jî, morala gel xweþ dibe, rnorala hemû þervanên me xurt û bilind dibe. Dost û dijminên me carekê din dibînin ku em li ser doza xwe çiqas bi biryar in û di riya vê dozê de, di laþên xwe de bombeyan diteqînin û bi vê yekê, berdêl û nirxê azadiyê didin. Em bi pêþengiya van cureyên çalakiyan, daxwaza gelê xwe ya ji bo azadiyê bi tevahiya cîhanê didin dîyar kirin. Bi reng û cureyên çalakiyên weha, em þer xurt û berfireh dikin, bi lez û bizav dikin.
Serokê Min!
Ez xwe ji bo çalakiya întîharî berendam dibînim. Em li hember vê ked û xebata we ya kûr, hûr û bêhempa laþê xwe feda bikin jî, hewqas ne tiþtekî zêde ye. Ev kêm e û têr nake. Xwezî ji derî can û laþê me tiþtekî me yê din jî hebûya ku me bida. We bi jîyana xwe neteweyek ji nû ve vejand û jîndar kir. Em eser û berhemên we ne. Hûn garantiya hemû gelê Kurdistanê û cîhanê ne. Jîyana we ji bo me þeref e. Evîndarî, cesaret, bawerî, hêz û þeref dide me. Hemû gelê Kurdistanê û bi milyonan mirov, ji bo mirinê di emrê we de ne. Ev dilnîyazbûna we, me jî digire bin bandora xwe û dikiþîne nav têkoþînê. Di demên herî teng û dijwar de, evînî û dilovaniya we dikeve dilê me û em hewil didin ku jê manevîyet û hêz bigirin. Yê ku herî zêde rûmeta þehîdan dizane hûn in. Ji ber vê yekê, çavên me li peyî me vekirî namîne. Ez pêkanîna vê çalakiyê ji xwe re wek wezîfe dihesibînim û xwe berpirsîyar dibînim. Ez kêmkiriri û ji navê rakirina kêmasiyên xwe, di þer û geþkirina þer de dibînim û ez bawer dikim ku divê mirov vî wezîfeyî bi cîh bîne. Ez dixwazim li berxwedana hevalên Mazlum, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Rohanî derbikevim û riya wan biþopînim. Ez dixwazim ji bo azadiyê bibin dengê daxwazên gelê xwe. Li hember polîtîka împeryalîzmê ya ku jinê dike kole, ez bi hêrs û rikeke mezin bombeyê di laþê xwe de diteqînim û dixwazim bi vê yekê bibim sembol û nîþana berxwedana jina Kurd. Ez ji bo jîyanê xwediyê îdîayeke gelek mezin im û dixwazim bibim xwediyê jîyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Di pêþengiya Serok Apo de têkoþîna me ya rizgarî ya netewî dê di demeke gelek nêzîk de bi ser bikeve û gelê me yê belengaz dê di nav malbata gelê cîhanê de cîhê xwe yê giranbiha bigire û bigihêje mafê xwe. Li ser vê bingehî carekê din nêzîkayî û sadaqetiya xwe ji Serok Apo, hemû þehîdên Kurdistanê, hemû hêzên þer û eniyê, hevalên me yên li zîndanan, gelê Kurd û ji hemû mirovahiyê re didim xuyakirin û ez soz û peymana rêzgirtinê didim.
Ji bo jîyanê îdîa min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jîyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Ji bo ku ez ji jîyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk tînim.
Bijî Serok Apo!
Bijî têkoþîna me ya ji bo rizgariya netewî!
Bila bimire dewleta Tirk a faþîst!
Ji Þervanên Azadiyê û Jin ên Kurdistanê re!
Têkoþîna me ya rizgarî ya netewî ku di bin pêþengiya Serok Apo û PKK de tê meþandin, ew li Kurdistanê rewþa civakî ya paþvemayî baþ dibîne û dinirxîne. Ji bo guhartin û çaresera wê, bi giþtî û piralî têkoþîneke bêhempa û bêrawestan tê dayîn. Ketin û pelçiqandina jinê bi civata çînî re dest pê dike. Di dema qonaxa komunal de ji têkiliyên jinê yên hilbirînê ew bixwe aktîv û azad bû. Piþtre ku sermaye civîya û ket destê mêran, pê re civata çînî jî derket holê. Bi vê demê re jinê jî hêz û bandora xwe wenda kir. Ji civata koletiyê derbasî civata feodalî, ji civata feodalî derbasî civata kapîtalîst û emperyalîst bû. Di her civata çînî de, çewsandin û pelçixandina jinê berdewam kir; lê bi tenê rengê wê hat guhartin û hîn bi zanabûn û hûmermendî rewþê berdewam kir. Teorîya sosyalîst a zanistî, mirovahiyê ji her aliyî ve azad dike, dijberiyên nav çînan radike û wekheviyê diparêze. Ji bo pêkanîna mercên jîyaneke azad îmkanan çêdike û ji bo jinê îmkanên jîyaneke wekhevî û mirovîhî pêk tîne. Lêbelê sosyalîzma ku hebûn û jîyan dît, her çiqas ji bo jinê hewil da ku bixebite, ji rê û rêça xwe derket, azadiya jinê bingeheke azad û rast negirt, xwest wê bi hemû pirsên mirovahiyê re bigire dest û bi giþtî çareseriyekê bibîne, ji ber vê yekê, ew hewildanên ji bo azadiya jinê jî teng û bi tixûb ma. Dema mirov li gor rastiya Kurdistanê li pirsa jinê binêre, dibîne ku ketin û perçixandina jinê him ji bo ku jin e û him jî, ji bo ku jina welatekî dagîrkirî ye, pirs girantir û kûrtir e. Berî ku têkoþîna me ya rizgarî ya netewî dest pê bike, mirov nikare li Kurdistanê behsa hebûn û vîna jinê bike. Ev ne mumkun e. Jin ne tu tiþt bû. Wek ku helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet dibêje: " Li ser sofreyê piþtî ga dor tê ser wê." Rewþa jina Kurd weha xerab e ku pirs gelekî mezin û kûr e. Pêwîst e ku di vî warî de xebat jî waha mezin û bêwestan be. Hejmara jinên Kurd ji nîvê hejmara Kurdan zêdetir e. Heta pirsa jina Kurd neyê çareserkirin, mirov nikare behsa azadiya jina Kurd bike.
Serokatiya partiyê wek di her warî de, di warê pirsa jina Kurd de jî, analîzên gelek hûr û kûr kiriye û ji bo çareserkirina pirsê serkêþî û pêþengiyê dike. Rewþa ku niha em tê de ne, ji aliyê pêþveçûn û azadiya pirsa jinê de pêngavên mezin hatine avêtin û rewþ di pileyeke bilin de ye. Lê belê, ketin û perçixandina jinê weha di rewþeke xerab û cidî de ye ku hema hema bi dîroka mirovahiyê re destpêdike. Di vê rewþa han de, bi carekî de azadbûn û rabûna jinê ne hêsan e. Demeke dirêj jê re divê. Partiya me PKK di vî warî de her gava ku davêje, vê dema dirêj kintir dike. Xebata azadkirina jinê karekî pîroz û perwerdeyî ye. Ji ber vê yekê, divê mirov bêhtir xwe nêzîkê Serokatiya partiyê bike û pê re sadiq be. Divê têkoþîn geþbibe û ked bê dayîn be. Jin bi xwe bersiva vê yekê dide. Ref bi ref tên û dikevin nav rêxistinê û pêngavên azadbûnê davêjin. Lê, em wek jin gelekî bi paþ ve mane an bi paþve hatine hiþtin. Em ji xebat û hewildana Serokatiyê gelek dûr in. Bi vê rewþa xwe, em nikarin erkên xwe yên dema xwe bi cîh bînin. Riya azadbûnê di têkoþîn û þer de derbas dibe. Ji bo ku mirov baþ þer bike, divê mirov baþ bi rêxistin be. Heger em rêxistineke xurt pêk bînin, wê demê em dikarin behsa vîyaneke xurt jî bikin. Ev êdî rastiyek e ku azadbûna jinê bi þerkirin û têkoþînê ve girêdayî ye. Ha, madem ku weha ye, wê demê armanc û hedefên me dîyar in. Pêwîst e ku em nîþtîmanperwerî, bawerî, biryardarî û cesareta jina Kurd bixine rê û xizmeta þoreþê. Wê demê, em dibin xwediyê xebat û hewildaneke mezin û pîroz. Bi hezaran jinên me hene ku ji bo azadiyê ked û xwêdana xwe dane, pêþketine û di vê rê de xwîna xwe rêtine. Hevalên me Bêrîvan, Rahîme, Besê, Ronahî, Zekîye, Mizgîn û Rahþanê di nav þehîdan de bi jiyana û têkoþîna xwe bûne sembola azadiyê û gehîþtine lûtkeya azadiyê. Ew bi þahadetbûna xwe him di nav têkoþîna rizgarî ya netewî de û him di warê azadbûna jinan de pêþengên me ne. Van hevalên me ji bo jinên þervan ên azadiyê û him jî ji bo me hemûyan serçaviya moral û cesaretê ne. Divê em li dij paþvexistina civata Kurdistanê û bi taybeti li dij koletiya jinê, xwedî rik û tolhildaneke mezin bin. Vê hêrs û rika xwe bizanabûna îdeolojîk -polîtîk bikin yek, wezîfe û berpirsîyariyên xwe yê dema niha bi cîh bînin. Em ji bo þerê rizgarî ya netewî pêngavên pratîk bavêjin. Li ser vê bingeh û rastiyê, biryara min a bibim gerîllayê « întiharî » ne bi tenê li ser navê þexsê xwe, di serî de ji bo ku ez layîqê Serok Apo û partiya me PKK bibim, bi giþtî jî, ji bo hemû mirovên ku keda wan tê xwarin, tên zêrandin û bindest in, bi taybetî jî, ji bo azadiya gelê Kurdistanê û bersiva azadiya jinên Kurd bidim û nûnertiya wan bikim vê biryarê didim û bi cîh tînim. Ev biryar moral û cesareke mezin û xurt dide min. Ev hesteke weha mezin dide min ku, ez nikarim tarîfa wê bikim. Çûyîna li peyî rêça þehîdên me yên azadiyê yên din û berxwedanvanên me yên mezin, bi awayekî rast û durist li mîrasa wan xwedî derketin, hest û heyecaneke bi þeref e. Ji ber ku ez dibim xwediyê vê wezîfe û berpirsîyariya bi þeref, ez xwe serbilind, þahnaz û bi þans dibînim. Ew jinên ku bi hezaran kul û keser kiþandine, ked dane, xebat kirine, li çiyayê Kurdistanê têkoþîna azadiyê didin, ji partiya me PKK û Serok Apoyê ku ev çendî xebatê dike, silav û rêzgirtina xwe ji we hemûyan re pêþkêþ dikim. Li ser wê bingehî, divê hûn hîn bêhtir rêxistinê xurtir bikin, bibin xwediyê gotin, vîyan û avakirina bingehî bibine artêþ û bersivê bidin, ez hêvîdar im ku hûn rojên azad bi destên xwe ava bikin!
Bijî þerê me yê azadiyê ku di pêþengiya Serok Apo de tê dayîn!
Bijî jina Kurd a mezin a ku ji bo azadbûnê di pêþengiya PKK de þer dike!
Bila Bimire Dewleta Tirk a Faþîst!
Ji Gelê Kurdistanê yê Nîþtîmanperwer û Raya Giþtî ya Þoreþger ên Cîhanê re!
Di dîroka her gelî de, bûyerên weha girîng hene ku ew çarenûsa gel diguhêrin. Wek þoreþa burjûvazî ya Fransayê, þoreþa Bolþevîk a Rûs û þoreþa Îslamî... Ev bûyerên weha mezin û girîng her çiqas li dîroka neteweyek bandoreke mezin dikin, lê bi wê re, rê li pêþ hemû dîroka mirovatiyê jî vedikin û bandoreke xwe yê xurt li seranserê cîhanê jî dikin. Dîsa di dîroka her gelê de, pêþewayên weha derketine ku mor û demxa xwe li dîrokê dane. Navê xwe li dîrokê kola ne. Îskenderê Mezin, Lenîn, Mao û Muhamed ji wan çend in... Ew bi pratîka xwe, him ji bo gelê xwe û him jî, ji bo dîroka mirovahiyê, di prosesên girîng de rolên xwe yên pêþewatiyê lîstine.Îro dema em li dîroka Kurdistanê dinihêrin, dîrok ji bo Kurd her dem berovajî hatiye nivîsîn. Dîroka Kurd dîroka berbijêr çûndinê ye. Mirovê Kurd ku dema civatên komunal ya serateyî û dema koletiyê di qada dîrokê de rewþeke girîng de bûn û di nava gelan de xwedî bandor bûn, piþtî kete bin desthilatdariya Persan azadiya xwe wenda kir û careke din nikaribûye vîna xwe ji destê desthilatdaran azad bike. Gelê Kurd bi hezar salan di bin desthilatiya neteweyên cûr be cûr de jiyaye û Kurdistan di navbera netewên cuda de bûye qada þer. Her gel dema li gorî rewþa xwe pêþveçûneke dîrokî jiya, gelê Kurd pir li paþ, li dû dîrokê meþiya, pêþkeftina civakî di rewþeke kevnare de ma ye. Ji bo welatê xwe gelek caran rabûye ser piyan, lêbelê hem ji bo serokatiyeke ku vê yekê bi ser bixe tunebûye û hem jî îxanet û bêrêxistinî ev serhildanan vala derxistiye. Di dîroka nêz de têkçûna serhildana Þêx Seîd û Dêrsimê mînakên herî berbiçav in. Gelê me ne tenê welatê xwe, ew hemû hîsên xwe yên netewî, ziman, dil û mêjiyê xwe bi destê dijmin ve berda. Siyaseta desthilatdaran ya « parveke, parçeke, birêvebibe » bi awayek kerihî bi þerê taybet re li dijî gelê me hate bikaranîn, ber bi « mirina spî » ya ji holê rabûna netewî lê hate ferz kirin. Îxanet û berxwedan her dem di nav hev de jiyane, îxaneta navxweyî her dem li ber berxwedanê bûye kelem ve gelek caran jî gihîþtiye encamê. Ev serbejêriya dîrokî, di 27 Mijdar 1978 an de bi îlankirina fermî ya PKK ê ve hatiye rawestîn. Kurdistan bê însan hatiye hîþtin, bi hezaran însanên me di komkujiyan de hatine qetilkirin, her wiha ji hêlek ve cardin bi êrîþên kontra ya kujerên ne diyar însanên me ji holê dihatine rakirin û ji hêla din ve jî tirsa mirinê li ser însanên me yên din dihate hîþtin. Însanên me ji êþkenceyên cûr be cûr derbas kirin, gelek kesên tenê ji bo lêpirsînê çûbûn cesedên wan ji wêder derketin û berdêlên gelek mezin hatine dayin. Di roja me ya îro de ku þer gelek dijwartir bûye, partiya me PKK li hemberî êrîþên bi giþtî yên dijmin, her roj di nav xwe de pêþkeftin, hêzbûn û berfirehbûnê diafirîne û hê bi bandor û bi bawerî derbe li dijmin dide, serkeftinê nêzîk dike. Îro li Kurdistanê artêþa me agir li dijmin dibarîne. Eniya me ERNK li her derê cîhanê heye û gelê me bi rêxistin dike. Li hember her cureyê polîtîka dijmin a þerê taybetî, gelê me bûye yek vucud û têdikoþe. Her ku diçe gelê me bi hemû derfetên xwe ve dikeve nav têkoþînê û cîhê xwe digire. Bi dîyarkirina Parlamentoya Kurdistanê ya li Derveyî Welat û hevkariyên netewî re, gelê me her roj gav bi gav ber bi desthilatdariyê ve diçe. Em di vê têkoþînê de nirx û berdêlên mezin û giran didin. Ji ber ku li hember me dijminekî xwînxwar û dijwar heye. Li gel û li piþt dijmin hêzên împeryalîst hene. Dîsa jî, em wek gel, cara yekem e ku di dîroka xwe de weha serbilind û serkeftî ne. Nîþtîmanperweriya me xurt bû, zanabûna me ya netewî zêde bû. Em ber bi azadiyê ve dimeþin. Azadî nêzîk e. Cara yekem e ku em hewqas serbilind û serfîraz in. Serê me ne berjêr e, ber bi jor û bilind e. Em bi awayekî dilþa êdî dikarin li rûyê mirovatiyê mêze bikin. Ji ber ku em ji bo azadiya xwe têdikoþin û þer dikin. Pêwîst e ku em li ser rêça berxwedana pêþewayên xwe yên wek Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Bêrîvan, Berîtan, Ronahî û hevalên xwe yên din bimeþin. Efsanewî, çelengî û lehengiyên wan ji dîrokê re bûn mal. Berxwedan û têkoþîna wan proseseke nû pêk anî û encamên berhemên wan gelek mezin û hêja ne. Divê em xwedî li vê rêç û mîrasa giranbiha derbikevin û heta dawiyê biparêzin. Li ser vî bingehî û bi vê armancê ez hezkirin, rêzgirtin û sadaqetiya xwe, ji PKK, Serok Apo, hemû þehîdên berxwedanê yên mezin, berxwedanvanên li girtîgeh û hevalên me yên ku li çiyê þerê azadiyê didin re nîþan didim, li ser welat ji gelê xwe re sond dixwim û peyman didim ku ez dê çalakiyeke întîharî pêk bînim. Bi vê çalakiyê, moral û hêza ku ji gel digirim, ezê êrîþî dijmin bikim. Ez dê hewil bidim ku bibim sembol û nîþana daxwaza gelê xwe ya ji bo azadîyê.
Ez diqîrim bila hemû cîhan bi vê yekê bihese û bibîhîse:
Êdî bibihîzin! Çavên xwe vekin!... Em zarokên neteweyeke weha ne ku nîþtîmana me ji destê me hatiye girtin û dagîrkirin. Em li her çar aliyên cîhanê belav-welav bûne. Em êdî dixwazin li ser axa welatê xwe bi awayekî azad û serbixwe bijîn. Ev mafê me yê nexewî û mirovatiyê ye. Êdî divê xwîn, rondik (hêstir-fermisk), koçbarî, zordarî û barbarî ne çarenûsiya gelê Kurd be! Yên ku pêwîstiya wan bi biratî, aþtî, dilovanî, mirovahî û xweristiyê hene, em in. Hewcedariya me bi van tiþtan hene û em evîndarê wan in. Em naxwazin bibin sedemê þer, mirin, kuþtin û wêrankirinê. Lê, hezar mixabin ku ji bo bi destxistina azadiyê riyekê din jî, ji me re nehiþtine. Tawanbarên vî þerê han hêzên împeryalîst û xulamên wan Komara Tirkiyê bi xwe ne. Bêdengmayîn tawanbariya herî mezin û giran e. Heger hûn bi çavên serê xwe vê xwîna herikî dibînin û li hember wê bêdeng dimînin, wê demê tawanbarê herî mezin hûn bi xwe ne.
Ez bang li hemû mirovahiyê dikim !
Heger hûn naxwazin vê tawanbariya mirovahiyê pêk bînin, mil bi milê gelê Kurdîstanê bidin, zinga ser mêjî û dilên xwe yên ku emperyalîzm ew pûç kirine pak bikin û guh bidin qêrîna azadiya gelekî. Di vê dengê de biratî heye, dilpakiya mirovahiyê heye, dostanî heye.
Gelê min ê welatparêz !
Ez dixwazim bi vê çalakiyê bibim zimanê dilên we. Em bi hezaran zarokên we li serê çiyayan ji bo pêþeroja we ya azad ne tenê carekê, hezar caran amade ne canê xwe feda bikin. Di van rojên ku þer gelek sor bûye de, divê êdî hûn jî helwest û rêzên xwe zelal bikin. Navê þerê em didin þerê gel e, wê demê em pêdiviyên þerê gel bi cîh bînin. Bîwêjek wiha heye ; « dara azadiyê bi xwîn û xwîdan tê avdan ». Divê hûn azadiya xwe erzan ji dest bernedin. Divê em baþ fêm bikin ku welatê me gelek bi nirx e. Loma dijmin weqas bi îsrar e. Çima emê ne bi îsrar bin ? Ma ji bilî canê me çiyê me heye em wenda bikin ? Em bi rûmet mirinê, ji bêrûmet jiyanê re tercîh bikin. Li ser vê bingehê, we silav dikim û bawer im gelê me di vê dema niha de ku em gelek nêzî azadiyê bûne de jî dê weke berê xwedî li mîrata berxwedanê ya ku PKK dabû destpêkirin derkeve, heta niha çiqas bedel dabe jî amadeye weqas bedelên din jî bide û sibêroja xwe ya azad bi destê xwe ava bike, di nav civatên cîhanê de bi rûmetdarî cîhê xwe bigre.
Bila bimire Împeryalîzm, Kolonyalîzm û her cûre paþverûtî!
Bijî rastiya artêþbûna gelê me!
Bijî Serok APO!
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info