Cihê Mendbûn û Înziwayê; Zindan
Makaleler / 12 Nisan 2012 Perşembe Saat 16:37
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Zindan ji bo yên ava kirine cihê kedîkirin û terbiyêkirinê ne. Hemû pergal li gorî rastiya kedîkirina dijberan hatiye sazkirin.

Zindan ji bo yên ava kirine cihê kedîkirin û terbiyêkirinê ne. Hemû pergal li gorî rastiya kedîkirina dijberan hatiye sazkirin. Ji mîmariya wê bigirin heta danûstadinên bi dîlgirtiyan re, ji hevdîtinên bi malbatan heta têkiliyên bi derve re… Her tişt bo serşorkirin û bêrûmetkirina dijberan e.

Bêguman ev daxwaz û hêviyên serdestan in. Lê ji bo dîlgirtiyan jî girtîgeh xwedî wateyekê pir cuda ye. Beriya her tiştî ji roja ewil heta niha, zindan bûne meydana berxwedanê, cihê man û nemanê. Ji xwe hemû kurd baş dizanin ka destanên berxwedanê di zindanan de çawa hatine nivîsandin. Mijara vê nivîsê jî ne ev e. Dîsa jî bi kurtasî dikarim bêjim ku operasyonên siyasî yên qirkirinê zindan veguherandine qada civakî. Çinkû ji zarokan bigire heta kalan, ji zanyaran bigire heta rênçberan, ji rewşenbîran, heta hunermedan… Hemû di hundir de ne û bi hev re dijîn. Wek hev dijîn. Tu mewkî, pênase û teybetmendî nikarin wekheviya wan xirab bikin. Tu polîtîkayên tecrîd û çewisandinê nikarin pêşiyê li pêkve jiyana wan bigirin. Şûna polîtîkayên bêrûmetkirin û kedîkirinê, jiyan bi çanda demokratîk tê xemilan. Û li vir ez vê mijarê bo niha derbas dikim…

Bêguman li gel vê heqîqetê zîndan derfetê dide hinekan ku wir wekî cihê înziwayê binirxînin. Wekî tê zanîn di dîroka mirovahiyê de yên ku xwestine ji nû ve ji dayik bibin ango zayînek nû pêk bînin xwe kişandine qûncikekê û muhesebeya emrê borî kirine. Da ku li ser vê qiyasê xwe ji nû ve bi afirîne. Gelek zanyar û pêşengan jî ev rê daye ber xwe. Xwekişandina quncikekê ne ji bo razan û bêhnvedanê ye. Înziwa ne demên rehetî û xweşhatiyê ne. Çawa ku her zayîn bi êş û jane, ev dem ji bo kesê ku ketiye vê xilwetê jî pir giran e. Heke mirov bi awayekî serkeftî ji vê hilkeftinê derkeve, kul û keser, êş û jan li dû mirovan dimînin, şewq û ronahiyeke geş xwe li ber asoyên mirov vedike. Her wekî mirov ji nû ve ji dayîk bûye û bûye xwedî per û bask…Lê ku dewran li mirov venegere û ew kefen neyê çirandin, wê demê dawî li windakirin û têkçûnê nayê.

Tevî vê xetereyê jî ponijîn û cizbehaliya ji fikaran û pênaseyên lêkirî û çêkirî dûr, kesayetê vediguherîne cewhera wê ya xwezayî. Ma qey ne ji ber vê yekê ye ku fîlozofê navdar Nietzsch gotiye; “mirov weke çemekê diherike, dem dem şêlo dibe. Ji bo mirov bikare çemê şêlo bi zelalî di nava xwe de bihewîne, divê mirov carna weke deryayekê bipenge û mend bibe.”

Nizanim we qet ceribandiye? Gelo we çend caran xwe ji galegal û xirecira jiyana rojane vekişandiye û serê xwe li ser pirsa; “ji bilî bendewariyên derdorê, ez çidikim û çiqas azad û wek xwe me” êşandiye? Dibe ku carna di hişê mirov de pirsên bi vî rengî derbas bibin. Lê bersiva wan pir kêm dimîne. Çinkû bendewariyên derdorê û pênaseyên li mirov hatine kirin her zindî ne. Lewre destûrê nadin vê ku bersiveke binecih ji pirsê re bê dayîn.
Mebesta min ne ew e ku behsa qencî û başiyên zindanê bikim. Lê ji ber ku hemû encamên gihîştinê di vê nivîsêde bînim ziman, lê hemû avên li ser rûyê erdê carna şêlo dibin. Ya girîng ew e ku li hin rawestgehan mirov bipenge, da ku bikare zelaltir û bi pêlên xurttir biherike.
Pêşniyar; Nebî ku hûn bên girtîgehê, lê carna bipengin û piştre biherikin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.