UNESCO, Urmiyeyê Xist Nava Bajarên Navneteweyî
Ekoloji / 29 Mart 2012 Perşembe Saat 15:01
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), hezar bajarên cîhanê yên kevnar weke bajarên navneteweyî yên radigihîne.

Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber dewlementiya wê ya kêmarên (hindikahî) yên bawerî, çandî û etnîsîteyî xist nava yek ji bajarên navneteweyî yên cîhanê. Lê li aliyeke din jî Gola Urmiyeyê bi zuhabûnê re rû bi rû ye.

Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), hezar bajarên cîhanê yên kevnar weke bajarên navneteweyî yên radigihîne. Di nava vana de bi taybet bajarên di warê çand, ziman, bawerî de rengîn û dewlemend hene. Bajarê Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê yek ji van bajaran e.

Li bajarê Ûrmiyeyê, ku herê zêde şêniya Kurdan heye, piştî jî Azerî tên. Tevî Kurd û Azeriyan Kildanî, Sûryanî, Aşûrî, Ermenî lê dijîn. Her wiha gelek baweriyên cûda yên weke Îslamî, Zerdeştî, Xrîstiyanî, Cihû, Kakeyî jî li vî bajarî bi hev re dijîn.

GOLA URMIYEYÊ BI ZUHABÛNÊ RE RÛ BI RÛ YE

Ûrmiye, ne tenê di warê çand, ziman, netewe û baweriyan de dewlemend e. Di warê erdnîgarî de jî xwedî dewlemendiyeke û bi taybet xwedî xwezayeke bê hempa ye. Gola Ûrmiyeyê piştî Great Salt Lake (Gola Mezin a Xwê) ya li Amerîkayê di cîhanê de rezerveya herî mezin a xwê ye.

JI SEDÎ 60’Ê WÊ ZUHA BÛYE

Li gorî rêxistinên hawirdorparêz ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hema bêje ji sedî 60’ê Gola Ûrmiyeyê zuha bûye. Ev yek jî dibe sedema zêdebûna rêjeya xwê û gev li jiyana hawirdorê dixwe. Ji ber bi sedan girav û peravên Gola Urmiyeyê, UNESCO’yê golê weke yek ji rezerveyên biyosfer îlan kir. Li aliyekê bedewiya golê, li aliyeke din jî di cîhanê de ji ber mîneralên xwe yên cûda, di cîhanê de yek ji çavkaniyên herî dewlemend ên mîneralan e.

Her çendî, hikûmeta rejîma Îranê sedema zûhabûna golê dizane jî lê ji bo pêşîlêgirtina vê zûhabûnê tu xebateke berfireh nekiriye.-ANF/Urmiye

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.