Hejmara Malperan Gihîşt 300 Mîlyonî
Teknoloji / 16 Ocak 2010 Cumartesi Saat 18:36
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li gorî lêkolîneke dawî derkete holê ku înterneta ku êdî di gelek warên jiyanê de di ragihandin û medyayê de cihekî pir girîng digire êdî xwediyê 300 mîlyon malperan e

Hejmara malperên înternetê gihîşte 300 mîlyonî. Li gorî lêkolîneke dawî derkete holê ku înterneta ku êdî di gelek warên jiyanê de di ragihandin û medyayê de cihekî pir girîng digire êdî xwediyê 300 mîlyon malperan e

 

Hate destnîşankirin ku di nava vê hejmarê de gelek malperên amator jî hatine tespîtkirin.

Înternet di sala 1995'an de bi awayekî giştî kete jiyana mirovan.

Di tîrmeha 1995'an de li ser webê 15 hezar malper hebûn. Li ser înternetê niha herî zêde 5 welat xwediyên malperan in.

 

1. Dewletên Yekbûyî: 54,641,322

2. Almanya: 15,029,978

3. Brîtanya: 6,189,578

4. Kanada: 2,812,669

5. Fransa: 2,550,717

Li gorî van hejmaran ji zêdetirê ji %80’yî malperên înternetê li wan 5 welatan in. Bihêzbûna wan di înternetê de bi awayekî xwezayî bihêzbûna wan a giştî û medyaya wan jî nîşan dide.

Înternetê tîraja rojnameyan jî kêm kir. Bikaranîna înternetê roj bi roj berfireh dibe û dikeve her malê. Tîraja rojnameyan kêm dike. Bi ketina tîraja rojnameyan hatina reklama jî dadikeve û ev jî astengiyeke din derdixe holê.

Ji ber înternetê hatina reklamên rojnameyan kêm dibe û şîrketên otomobîlan û şîrketên ger û geştê ku ji bo reklaman budçeyek mezin vediqetînin berê xwe didin înternetê. Şîrketa Ford aşkera kiribû ku ji sedî 80’yê firotinên wan bi riya înternetê dibe..

Ji ber ku înternet cihekî azad e, erzan e û sînoran nas nake gelê kurd jî bi hêsanî xwe bi înternetê gihand asteke baş. Em rewşa cîhanê jî bidin ber çavan ku êdî medyaya elektronîk her roj girîngiya xwe zêdetir dike pêwîstiya pêşketina medyaya kurdî ya elektronîk derdikeve holê. Ger înternet hin zêdetir bi baldarî were bikaranîn hem sêra medyaya kurdî dê cudatir be hem jî têkariya înternetî di jiyana civakî ya kurd de û di pêşketina rewşa polîtîk a Kurdistanê de jî zêdetirîn bibe. Zimanê kurdî li gorî derfetan cihê xwe hêdî hêdî di teknolojiyê de digire. Ji xeynî bi hezaran malperên kurdî, îro bername û pergalên kompîterê jî li zimanê kurdî tên wergerandin. -www.rojaciwan.com

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.