Herkes Diaxive Ew Kar û Xebatê Dikin
Makaleler / 07 Mart 2012 Çarşamba Saat 15:03
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hindik maye ku Rojavayê Kurdistanê rizgariya xwe pîroz bike. Bi şev û rojan civak û komûn tên avakirin.

Hindik maye ku Rojavayê Kurdistanê rizgariya xwe pîroz bike. Bi şev û rojan civak û komûn tên avakirin. Ev hêza Kurdan nîşan dide ku dema dagirker lawaz bibin, Kurd çawa civaka xwe avadikin.

 Dema PKK’ê navê xwe bi “Partiya Karkerên Kurdistan” danî, wê demê ewqas çînayetî û karkerên Kurd çênebûbûn lê dîsa Kurd KEDKAR bûn.
Wê demê jî dirûşma wan ev bû; “tu çiqas kar bikî ewqas biaxive, tu çiqas biaxivî ewqas kar bike!”

Ev yek rastelojiya (zanista rastiyê, yekem car e bi kar tînim!) PKK’ê ye. Ev rastelojî wiha kiriye ku li beramber wateya peyvê berpirsiyariyek dînamîkî hebe. Li her derê dinyayê şoreşgerî hinek xeyalperestî ye. Lê ji vê yekê bêhtir, ji ber ku sîstemeke bihêz li beramber şoreşgeran wiha dike ku hestên xeyalperestiyê zêde bibin.

Şikestina bi sedan serhildanên Kurdan fikrek ava kir ku “dewleta Tirk gelek bi hêz e”. Li hember vê hêzê seknandin ji xeyalan jî xeyaltir bûbû!

PKK ew ramana “ji xeyalan xeyaltir” veguherande “ji rastiyan rastir".

Niha jî li Rojavayê Kurdistanê li ser xebatên PKK’ê propagandayek reş tê kirinê. Rast e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vêderê xwe bi rêxistin kiribû. Lê paşî bêbaweriya ku li vir, ji aliyê dijmin ve hatibû avakirin wiha asan nebû.

Niha di van dem û seetan de li Rojavayê Kurdistanê şoreşgerên ku şev û roj li wan bûye yek, di xebat û têkoşînek bê hempa de ne.

Li gel guftûgoyên ku di kom û civînên gel de bi kûrahî tên kirinê, piştî her kêliyekê her gotinek dibe kakilê vê xebatê û ev xebat qalikek li dora kakil digre.  Çawa ne ji kakil be qalik, ne ji qalik be kakil çênabe, bi vî rengî hev temam dikin.

Di qadên ewlekarî, ziman, perwerde û siyasetê de pêşkeftinên baş çêdibin.

Di vê keleqija ku sîstem lawaz bûye û divê Kurd xwe zû avabikin, da ku êdî neşkên, di nîqaşên partiyê siyasiyên Rojava de hîn jî ev heye û hinek ji wan jî bi zorê xwe digrin ku rabin şoreşê ji xelkê re bikin!

Di wan rojên ku dev ji hemû tiştî berdan û hatin li Hewlêrê li ser navê Kurdan qaşo konferansek li darxistin de, li Rojavayê Kurdistanê pêkanîna îrada Kurd ji aliyê PYD’ê ve çespandina îradeya Kurd e.

Di vê dema ku herkes diaxive û kes tu tiştek nake, herikandina ked û xebatek li Rojava, azadiyê watedar dike. Serok û nûnerên vê partiyê di daxwiyaniyên xwe de diyar dikin ku xebatên wan yên dîplomatîkên berfireh hene lê tiştê ku xuya dike avakirina civaka xwe ji kesên derve re nehiştine.

Ez jî bawerim ku wê Rûs yan Îngilîz neyên civaka me ava nekin. Divê em li beramber ezmûna dîrokî û wijdanî ya Gelê Kurd hestiyarbin nexwe wê tu kes nebe dermanê derd û kulên me.  Dîsa pêwîstiya me bi nexşandina peyv û kar heye.

Her çiqas şerê xwekujiya sar berdewame jî, em vê Newrozê li Rojavavayê Kurdistanê li benda mizgîniyê ne!

Ozan Erdem

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.navendalekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info   


Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.