Li Ser Banê Qeymeqamiyê İstasyona Bazê
Ekoloji / 22 Şubat 2012 Çarşamba Saat 10:01
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li ser baniyê avahiya Qeymeqamiya Peyasê ji ber ku îstasyona bazê hatiye avakirin dibe sedema fikaran.

Li ser baniyê avahiya Qeymeqamiya Peyasê ji ber ku îstasyona bazê hatiye avakirin dibe sedema fikaran. Îstasyona Bazê ya aydî Şîrketek telefonê ku li ser baniye qeymeqamiyê hatiye avakirin her çend bê veşartin jî dîsa xwe ji balê venaşerê. Qeymeqamiyê anî ziman ku ne di bin peyvira wan deye, xwediyê avahiyê jî anî ziman ku di bin agahiya qeymeqamiyê de hatiye avakirin.

Her ku tor û pergala telefonên berîkan zêde û fireh dibe, li nava bajar û navçeyan jî îstasyona bazê zêde dibe. Li Qoserê li ser mînareya Mizgeftê bi destûra Muftiyê Navçeya Qoserê, li Navçeya Peyasê jî li ser baniya avahiya Qeymeqamiyê îstasyona bazê hate avakirin. Piştî ku Wezîrê Ragihaninê Bînalî Yildirim ji Waliyê 81 bajaran re giştîname şand û xwest ji bo avakirina îstasyonên bazan astengî neyên derxistin û alîkari bê kirin, Qeqmeqamê Peyasê beyî ku li tenduristiya welatiyan bifikire, destûr da ku îstasyona bazê ya Şîrketek telefonê li ser banê avahiya qeymeqamiye bê avakirin.

Avahiya Qeymeqamiyê ku Saziya Ewlehiya Civakî, Midûriyeta Nifîsê, Maliye û gelek saziyên dewletê di navde ye haze zanîn ku peyvirdar ji îstasyonê bêagahî ne. Hate zanîn ku qeymeqamî ev îstasyon ji karmendên dewletê veşartiye.

Personelê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku dema derket ser barî dît ku li ser baniyê avahiyê îstasyona bazê hatiye avakirin û piştî li ser îstasyona bazê lêkolîn kirin dîtin ku îstasyon aydî Şîrketek telefonê ye. Personelê ku navê xwe neda, da zanîn ku Qeymeqamiyê bi şîrketa Turksellê re peyvan îmez kiriye û ev îstasyon ji welatiyağn û derdorê hatiye veşartin. Personel, da zanîn ku li derdora îstasyonê Pergala Germkirina Rojê hatiye sazkirin û îstasyon ji derdorê hatiye veşartin.
Hate zanîn ku personelan daxwazname da qeymeqamiyê û xwest sedema wê fêr bibe, lê hêj qeymeqamiyê bersîve nedaye.

Rayedaren qeymeqamiyê jî têkildarî mijarê anîn ziman ku îstasyona bazê ji aliyê avahiyê de hatiye bicihkirin. Xwediyê avahiyê jî anî ziman ku qeymeqamiyê îstasyon saz kiriye. DÎHA

Amed/Îshak Dursun

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.