Ciwanên Silêmaniyê Bi Meşeke Girseyî 15'ê Sibatê Şermezar Kir
Gençlik / 13 Şubat 2012 Pazartesi Saat 15:18
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ciwanên Welatparêzên Kurdistan bi navê "Em Rêber Apo Azad bikin û Dawiyê li Komkujiyê Binin" li Silemaniyê meş pêk anîn.

Ciwanên Welatparêzên Kurdistan bi navê "Em Rêber Apo Azad bikin û Dawiyê li Komkujiyê Binin" li Silemaniyê meş pêk anîn. Meş li ber Neteveya Yekgirtî û Zaningeha Silêmaniyêpêk hat.

Bi endamen Ciwanên Welatparêzên Kurdistan bi navê "Em Rêber Apo Azad bikin û Dawiyê li Komkujiyê Binin" li Silemaniyê meşên girseyî pêk anîn. Di destpêkê de daxuyaniyek ji aliyê endamê Ciwanê Welatparêzên Kurdistanê Bahoz Mustafa ve hat xwendin. Mustafa, diyar kir ku armanca meşa wan şermezar kirina di 13'emîn Salvegera komploya navdetletî li dijî Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan û davi anina tecrita bê qanûnî ye.

Mustafa, anî ziman ku ji ber her kes dizane ku di bilindikirina tekoşina azadiya Gelê Kurd û di çareşerkirina pirsgirêka kurd bi awayeki demokratik Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedi roleke sereke ye û wiha got: "Em tekoşina azadiyê bi pêşengtiya jinan û ciwanan dimeşînin. Li herêmê guherinek di asta şoreşê de çêdibe.

Mustafa, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 13 salin bi tena serê xwe girtî ye diseve sala 14'an û wiha got: Ji ber wê yekê Rêber APO ev zindan veke çala mirinê bi nav kir. Niha ji şeş meh û niv e tu agahî jê tune. Ev ji tê wateya ku devleta Tirk di şer de israr dike.

Ciwanan di çalakiyê de bang li hemû ciwan, siyasetmedar û akademisyenan kir û xwest lev li çalakiyê bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Serok Komarê İrakê, Serokê Herêma Kurdistanê kirin ku li hember kiryarê bêkanuni li diji Abdulla Ocalan bi dawi bibe, bibin xwedi helwest.

Di meşê da pankarta "Em Rêber Apo Azad Bikin û Dawiyê Li Komkujiyê Binin" hate vekirin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Qatil Erdogan" berz berz kirin.

Li ber deriyê Zaningeha Silemaniyê ciwanan Ocalan diyarî rêveberiya Zaningeha Silemaniyê kir û pişt re li kolanê belavok belav kirin.-DÎHA/Silêmanî

Nûcegîhanê Dildar: Salih Firat

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.