Ji Bo Şehîd Rubar (Seyfettin Işık)
Serbest Yazılar / 22 Ocak 2012 Pazar Saat 08:30
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Jiyan bi wateya xwe jiyan e. An ku bêwateyî mirin e. Wate, cewher û xemla jiyanê ye. Mirovek an civakeke ku ji vê cewher û xemlê dûrkeve, dibe jîndarên mirî.

Jiyan bi wateya xwe jiyan e. An ku bêwateyî mirin e. Wate, cewher û xemla jiyanê ye. Mirovek an civakeke ku ji vê cewher û xemlê dûrkeve, dibe jîndarên mirî. Dibîne, dibihîze, dixwe, digere lê najî! Ji ber ku jiyan karê watesaz, dilçêker û evîndaran e. Evîndarên heqîqet, dilsozî û azadiyê ne.

Dijmin û dagirker di welatê me de berî her tiştî bi wate û jiyanê leyîst. Destpêkê em bi fîzîkî kuştin. Lê di bingeh de xwest ku me di dil û mêjî de bikuje. Me bêwate bihêle û jiyanê li me bike çolistan û biyaban.

Belê, min û Şehîd Rubar payîza sala 2009’ê li bilindahiya çiyayekî Kurdistanê li ser van mijaran ketibûn sohbeteke kûr û dûr de. Di nav PKK’ê de wate di kesayeta Rêber APO de pêşeng e. Wate dibe meş, tevger, raperîn û bilindbûn. Ev tevger jî careke din dibe wateyeke hîn kûrtir. Şoreş li ser vê hevguherînê pêşdikeve û bilind dibe.

Şehîd Rubar jî di sala 1992’ê de tevlî refên vê şoreşê bû. Wê demê li Sêrtê zanîngeh dixwend. Lê ew zarokê herêma Torê bû. Şehîd Rubar an ku bi navê berê Seyfeddîn li gundê Kefsengê ya girêdayî Midyadê tê dinyayê. Kefsengê gundekî biçûk e û li serê rêzegirekî hatiye avakirin. Xwedî xwezayeke xweş e û kevnare ye. Paşî bi malbatî têne nav Midyadê. Rubar li vir mezin dibe û li vir dixwîne.

Ew piştî ku ji zanîngehê tevlî refê gerîllayan dibe di demeke kurt de bi sekn û tevgera xwe ya mîna derwêşekî û bi fedekariya xwe di nav jiyanê de ciyê xwe digre. Girîngiyeke mezin dide hevaltî û wateya wê. Ev jî dibe sedem ku ji aliyê hemû hevalên xwe ve bê hezkirin. Di karê xwe de jîr, di têkiliyê xwe de dilnimz û di xebata xwe de afirîner bû. Di jiyana rojane de devliken û henekçî bû. Henekên wî moralçêker bûn.

Dost jî û dijmin jî kûrbûna hevaltiya di nava PKK’ê de tînin ziman. Dost vê rastiyê fam dikin û dixwazin kûrahiya wê bizanibin. Dijmin jî vê rastiyê dibîne lê naxwazê fam bike. Bêguman yek ji bingehên PKK’ê ku li ser piyan radigre hevaltî ye.

Hevaltî girêdan e, wate ye, dilsozî ye, jiyan e. Hevaltî tilsima nav PKK’ê ye. Şehîd Rubar jî di jiyana xwe ya nava PKK’ê de ku 20 sal tije kirin, her tim di nava hewldan û xîreta hevaltiyeke baş de bû. Di vî milî de xwe gihandibû asteke bilind. Kenê wî yê şîrîn ku pirî caran ji rûyê wî kêm nedibû, xemla hevaltiya bû.

Bi şehadeta her hevalî/ê dil dêşe, xemgînîyeke giran dil û giyan radipeçe. Heya çend rojan jî mirov di navbera rastî û nerastiya şehadetê de diçe û tê. Mêjî dibêje rast e, lê dil dibêje na… Her ku mêjî israr dike, dil dixwaze biqîre û bêje naaaaa…

Û paşî rondik ber bi çavan ve diherikin. Lê nabe! Nabe ku dijminê hov rondikê me bibîne. Bila ew  ber bi dilê me ve biherikin. Da ku kela dilê me geş û gur bikin. Da ku ev kel bibe bizot û bi serê dijmin de biteqe!

Şehîd Rubar, Hevalê Hêja!

Tu yê her tim di dil û mêjiyê me de bijî. Û em careke din dibêjin: Şehîd rûmet, serbilindî û ronahî ya me ne û em bi hemû hebûna xwe ve dilsozê rêya wan in…

Firat Gernas    

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.