Li Mexmûrê Konferansa Komelên Ciwan Dest Pê Kir
Gençlik / 08 Kasım 2011 Salı Saat 11:20
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 3'yemîn Konferansa Komelên Ciwan ên Mexmûrê bi beşdariya 200 delegeyan pêk hat

Li Mexmûrê Konferansa Komelên Ciwan dest pê kir Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 3'yemîn Konferansa Komelên Ciwan ên Mexmûrê bi beşdariya 200 delegeyan dest pê kir. Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 3'yemîn Konferansa Komelên Ciwan ên Mexmûrê bi beşdariya 200 delegeyan pêk hat

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 3'yemîn Konferansa Komelên Ciwan ên Mexmûrê bi beşdariya 200 delegeyan dest pê kir. Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 3'yemîn Konferansa Komelên Ciwan ên Mexmûrê bi beşdariya 200 delegeyan pêk hat. Konferansê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû kesên di têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane li salona Meclisa Ciwanan dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê endamê Komalên Ciwan Serhed Denîz ve hat kirin. Denîz, di axaftina xwe de diyar ku 3'emîn Konferansa Komalên Ciwan ên Mexmûrê, li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevahî ciwanên kurd pîroz dike û wiha got: “Divê em hemû ciwan li tevger û doza xwe xwedî derkevin. Divê ciwan bibin mînaka konfederalîzma demokratîk û civakek azad. Ji bo ciwan karibin bi awayekî azad bijîn divê têkoşînê bilind bikin.” Denîz di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hevî dike ku ev konferans bibe konferansa aştî, azadî û serkeftina gelê kurd.

Di Konferansa Komelên Ciwan ya Mexmûrê de sînevîzyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat nîşandan û peyama KCK'ê hat xwendin. Piştre diwana ku ji 5 kesan pêk tê hat hilbijartin. Pişt re rojev hat diyarkirin û perspektîfa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ya Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan hat xwendin. Herî dawî Rapora 2 salan a Komalên Ciwan hate xwendin. Konferans dê îro bi dawî bibe.-Mexmûr

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.