45 Xwendekarên Ku YOK Protesto Kirin Ji Zanîngehê Hatin Avêtin
Gençlik / 12 Ağustos 2011 Cuma Saat 15:58
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li 45 xwendekarên Zanîngeha Anadolû ya Eskîşehîrê bi hinceta sala borî çalakiya protestokirina Desteya Bilind a Hîndekariyê (YOK) bibûn

Li 45 xwendekarên Zanîngeha Anadolû ya Eskîşehîrê bi hinceta sala borî çalakiya protestokirina Desteya Bilind a Hîndekariyê (YOK) bibûn 17 hezar TL hat birîn û ji zanîngehê hatin dûrxistin.

Li Kampusas 2 Eylulê ya Zanîngeha Anadolûyê li Dİbistana Bilind a Zimanên Biyanî sala par di 4’ê Sermawêzê de salvegera damezrandina YOK’ê hate protestokirin. Di dema protestoyan de pevçûn derket û camên fakulteyê jî hatin şikandin, mase û alavên kantîna fakulteyê zirar dît. Di bûyeran de 53 xwendekar hatin binçavkirin. derbarê xwendekarên ku dihatin darizandin 5’emîn dadgeha Asliyeyê ya Eskîşehîrê bi hinceta ku “zirar dane malê giştî” di navbera 8 meh û 6 salan de ji bo girtina wan doz da vekirin.

Rêveberiya fakulteyê jî ji ber xisara li qantînê bi giştî 17 hezar û 786 TL fatore şand. Digel van hemûyan rektoriya zanîngehê 45 xwendekarên kut evli bûyeran bû ji dibistanê bi dûr xist.

Xwendekarê Zanîngeha Anadolûyê yê Fakulteya Zanistên Îktîsadî û Îdarî Alî Emre Mazlûmoglû û xwendekarê heman fakulteyê Ûgûr Koç, destnîşan kirin ku rektoriyê cezayê bidûrxistinê daye wan û dema ku dibistan vebe ew ê pêk were dûrxistin. Xwendekaran destnîşankirrin ku ew ê li dadgeya Îdareyê ya herêmê li ceza îtiraz bike.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info


Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.