Cenazeyê Gerîlayê PJAK’ê Yusuf Li Kerkukê Hat Definkirin
Basından Seçmeler / 03 Temmuz 2011 Pazar Saat 13:09
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Cenazeyê Yusuf ji aliyê malbata wî ve hate girtin birin bajaroka Taktak a Kerkukê.

Gerîlayê PJAK'ê Şivan Nurettîn Yusuf bi navê kod 'Gîvara' ku di pevçûneke li sînorê Kanî Cengê ya ji aliyê artêşa Îranê ve hate dest pêkirin de jiyana xwe ji dest da navçeya Koysancak a Kerkukê li bajaroka Taktak'ê hate definkirin.

Cenazeyê Yusuf ji aliyê malbata wî ve hate girtin birin bajaroka Taktak a Kerkukê. Cenazeya ku bi girseyî hate pêşwazîkirin piştî wecîbeyên olî birin goristana Taktakê. Di merasîma cenazeyê de ligel malbata wî rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên sivîl jî cih girt.

Di merasîmê de Endamê Komîteya Şehîdê Herêma Federal a Kurdistanê Abdulvahap Ahmet axivî û diyar kir ku van şehadetan hemû parçeyên Kurdistanê aniye cem hev." Endamên Meclisa Kampa Mexmurê Haçi Kaçan jî diyar kir ku her kesî tevgera azadiya kurd cangoriyên azadiyê ne û got ku kesên wekî Yusuf nirxên vê xetê ne.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.