Bayik: Makezagonek Nû û Demokratîk Divê
Basından Seçmeler / 20 Haziran 2011 Pazartesi Saat 09:28
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Endamê Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe de balê dikişîne ser şensê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd

Endamê Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe de balê dikişîne ser şensê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkirina Tirkiyeyê daye Meclisê û diyar dike ku divê meclis vê şensê bi makezagoneke demokratîk tacîdar bike.

Endamê Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya di malpera rojnameya Azadiya Welat de bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Meclîsa Tirkiyeyê kirî û makezagona nû ya ku tê gotûbêjkirin nirxand.

Bayik di nivîsa xwe de bal kişan ser van xalan: “Rêberê Gelê Kurd, ji bo ku şenseke bide çareseriya makezagona demokratîk, xwest ku bêçalakîtî bidome. Bi vê helwesta xwe, dixwaze şenseke bide meclisa ku bi hilbijartina nû hate bijartin. Ev, encama xwezayî ya hilbijartinên ku Tevgera Azadiya Kurd jî cidî dibîne ye. Rewatiya makezagona 1982’yan a ku cuntaya 12’ê Îlonê çêkiriye, piştî demeke kin lawaz bûbû. Bi referandûma ku par pêk hat re, rewatiya wê bi tevahî qediya. Li Tirkiyeyê hemû kesan got ku pêdivî bi makezagoneke nû heye. Jixwe civaka Tirkiyeyê jî makezagoneke nû dixwaze. Dewleta tirk jî dît ku bêyî makezagoneke nû, dê nikaribe pergala xwe ya heyî ya siyasî û civakî bidomîne. Pirsgirêka kurd, bi esasî pirsgirêkeke makezagonê ye. Ji bo ku ji meclisa bi hilbijartina nû pêk hatiye derfeta çêkirina makezagoneke nû ya demokratîk bê dayîn, daxwaza dirêjkirina bêçalaktiyê hatiye kirin.

Lê diyar kiriye ku pêwîst e pêvajoya makezagona demokratîk dirêj nebe. Ji ber vê sedemê, pêşniyar dike ku meclis demek ji ya din zûtir kom bibe. Em ê bibînin ka ev fersenda ku Rêberê Gelê Kurd daye dê rast bê nirxandin an jî dê wekî qezenckirina demê ya ji bo konsepta tesfiyeyê ya berê hatiye plankirin bê nirxandin.

Aşkera ye ku gelê kurd ji bo azadiya xwe, ji bo jiyana demokratîk bedêlên giran da û têkoşîneke mezin meşand. Êdî çareseriyê dixwaze. Naxwaze çareserî di nav demê de were belavkirin. Gelek sebr kiriye lê êdî dibêje bes e. Di nav têkoşîna li salên dirêj belav bûyî de, vîn û israra azadiyê ya gelê kurd derketiye holê. Li hemberî vê vînê çaresernekirina pirsgirêkê, yan jî di nav demê de belavkirin, dê wekî awayekî nû yê şer bê dîtin. Ger ku ji aliyê meclisê ve di demeke kin de vîna çareseriyê neyê holê, dê gelê kurd jî, Tevgera Azadiya Kurd jî, pêvajoyê bi vî rengî binirxîne û li gorî vêya tevbigere. Ger ku di demeke kin de vîna çareseriyê neyê nîşandan, em ji nêzikatiya Tevgera Azadiya Kurd dizanin ku dê Şerê Gel ê Şoreşger bi pêşkeve. Ger ku meclisa nû makezagoneke demokratîk di demeke kin de çêneke, an jî ger ku bê famkirin ku dê makezagoneke wekî berdewamiya feraseta berê çêke, aşkera ye ku dê ev neyê qebûlkirin.

Makezagona nû encax pirsgirêka kurd çareser bike dê bibe xwedî taybetiyeke nû û demokratîk. Berovajî vê yekê dê taybetiya nû û demokratîk qezenc neke. Makezagoneke ku ji aliyê BDP’ê ve neyê erêkirin, dê ji bilî xapandina civaka Tirkiyeyê pê ve, tiştek nebe.

Aysel Tugluk got “400 parlamenterên we jî hebin, hûn nikarin makezagoneke ku kurd qebûl nakin çêkin.” Hin kesan ji ber vê gotinê Aysel Tugluk rexne kir. Halbukî Aysel Tugluk tespîteke gelek rast kiriye. Dibe ku bi 400 parlamenteran makezagonek bê çêkirin, lê ger ku kurd erê nekin, dê ferqa wê ji makezagona ku îro rewatiya wê qediyaye, nemîne. Kes nikare bêje “çawa hûn dikarin bêjin 400 parlamenter nikarin makezagonê çêkin.” Berovajî vê yekê, bi 400 parlamenteran jî bê çêkirin, dema ku tu bêjî tu neçarî makezagoneke pirsgirêka kurd çareser nake rewa bibînî, ev dê bibe ferzkirineke antîdemokratîk. Ger ku makezagona dê bê çêkirin ji aliyê kurdan ve bê qebûlkirin, dê rewa bibe. Nirxandineke wiha dê rast be. Aysel Tugluk bi wê hevokê, banga ‘di mijara çêkirina makezagona nû de cidî bin’ kiriye.

Di vê pêvajoyê de herî zêde divê meclisa ku dê nû bê avakirin û hikûmeta AKP’ê ya tê avakirin cidî û berpirsiyar tevbigerin. AKP, di encama nêzikatiya bi berpirsyarî û bi sebr a Tevgera Azadiya Kurd de gihîştiye hêza xwe ya îro. Ger ku biryarên bêçalaktiyê yên ev 4-5 sal in gelek car hatine îlankirin nebûna, hikûmeta AKP’ê dê li cihê xwe yê niha nebûya. Divê ev rastî bê zanîn û nêzikatiyeke cidî li hemberî pêvajoya pêş me bê nîşandan. Nebe, dibe ku serxweşiya serkeftinê ya AKP dijî, wekî xewneke kin bimîne. Dawiya hikûmetên ku di paşerojê de pirsgirêka kurd çareser nekirine û di polîtîkayên tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd de israr kirine, tê zanîn.

Halê ku Ergenekona xwe wekî hêzeke bê sînor, wek xweda didît ketiyê, li holê ye. Yên ku li ber Tevgera Azadiya Kurd biser neketine û hêza xwe wenda kirine, xwe li Sîlîvriyê dîtin.

AKP’ê bi neavêtina gavên çareseriyê ya heta niha, sebra kurdan aniye sînorê dawî. Israra kurdan a di çareseriya demokratîk de, bi niyeta xirab hate bikaranîn. Lê divê AKP bizanibe ku êdî ev polîtîka dê bi vî awayî berdewam nekin. Ger ku dibêje ez ê dîsa bi neçareserkirina pirsgirêkê dem qezenc bikim, ev dê tenê bê wateya xwe xapandinê. Divê ev jî bê zanîn.

Ger ku AKP dibêje “ez dê her tiştî bikim, ferz bikim û bidim qebûlkirin”, ne gelê kurd, ne jî Tevgera Azadiya Kurd nas dike. Makezagona nû jî, çareseriya demokratîk jî, dê bi muxatabgirtina Tevgera Azadiya Kurd û bi muzakereyeke ku Rêberê Gelê Kurd di nav de ye, pêk bê. Ji bo vê yekê, divê Rêberê Gelê Kurd di asteke wisa de be ku bikaribe bi partiyên siyasî re, bi rêxistinên demokratîk re bi hêsanî hevdîtin çêke. Divê bikaribe bi rêveberiya Tevgera Azadiya Kurd û bi gerîlayan re hevdîtin çêke. Ger ku di çareseriya demokratîk û di aştiyê de samîmiyet hebe, ev dê bi hêsanî pêk bê.

Meclis bêyî ku dem derbas bike, bi rojeva çareseriya demokratîk û aştiyê kom bibe, Nexşerêyeke derxe û biryarên bi vî rengî bigire, civaka Tirkiyeyê dê piştgirî bide vê îradeyê. Ger ku bêjin civaka Tirkiyeyê ji bo vêya amade nîne, ev dê tenê bibe hinceta ji bo israra di bêçareseriyê de.”-Azadiya Welat

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info


Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.