Rewşa Xwedekarên Birîndar Xeter e
Gençlik / 04 Mayıs 2011 Çarşamba Saat 09:35
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Xwendekarên Zanîngeha Selahedînê yên di çalakiya biryara darvekirina Şêrko Mearifî ya li ber sefaretxana Îranê ya Hewlêrê de ji aliyê pêşmerge û hêzên îstîxbaratê ve hatin birîndarkirin,

Xwendekarên Zanîngeha Selahedînê yên di çalakiya biryara darvekirina Şêrko Mearifî ya li ber sefaretxana Îranê ya Hewlêrê de ji aliyê pêşmerge û hêzên îstîxbaratê ve hatin birîndarkirin, rewşa wan giran e.

Xwendevanên Mexmurî yên li Zanîngeha Silêmanî dixwînin biryara rejîma Îranê ya darvekirina siyasetmedarê kurd Şêrko Mearifî ku dê roja 1’ê Gulanê bihata darvekirin, li ber serfaretxaneya Îranê ya li Hewlêrê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Xwendekarên li ber balyozxaneyê rastî êrişa pêşmergeyan hatin û gelek kes birîndar bûn. Di çalakiyê de Berivan Işlek, Rojbîn Yaman, Bişeng Demîr, Evîn Taybogan, Zozan Babat, Melek Bozan, Muhabat Unver, Medya Benek, Nujîn Kara, Emer Kara, Luqman Bilen, Mehsum Kara, Şehrivan Demir, Wehbî Demîr, Bêwar Ertuç, Firat Ozgun, Remezan Atak, Mehmut Kara û Evdila Kara birîndar bûn.
Ji xwendevanên birîndar rewşa Firat Ozgûn, Remezan Atak û bêwar Ertunç hêj giran e. Babê Firat ozgun, Elî Ozgun dîyar kir ku rewşa kurê wî gelek xirabe û wiha got: "Ji ber lêdanê nikare rabe ser xwe. Dema radibe ji ser hişê xwe diçe. Bijîşkan rapor neçe kar dan Firat." Ji xwendevanan Berxwedan Demîr û Rojhat Kara dan zanîn ku polîsan bi zorê nasnameyên wan ji wan sitandin û ew şandin Mexmurê.

Bi telefunên xwendevanan gefan li wan dixwin

Xwendekaran anîn ziman ku polîsan telefonên wan jî desteser kirin û her tim di bin çavderiya rayedarên asayişê dene.

Rojnamevanên ku xwestin buyeran bişûpînin û rastî lêdanê hatin wiha ne: Nûçegihanê rojnameya Rojev Emer Îke, Nuçegihanê DÎHA Idris Kara, nuçegihanê rojnama troksa Edalet, nuçegihanê kurdistan raport Refiq Tekîn , Edîtorê Kovara Hawdem Abid Kar. Ji nuçegihanan rewşa Abid kar ji ber rewşa xweya ne baş nikare biçe zanîngehê. Hate hinbûn ku kamera Refîq Tekîn hate desteserkirin.-DÎHA

Ayten Turan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.