Xwezaparêz…
Ekoloji / 26 Nisan 2011 Salı Saat 13:33
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Ji evîna xwezaye bûme derwêşê diyarên nepenî. Ez ji xwe xeyîdi bûm. Sedem jî nenaskirin a xwezayê bû. Çawa çêdibe ku ez û xweza perçeyek in lê ez wê nanasim.

Ji evîna xwezaye bûme derwêşê diyarên nepenî. Ez ji xwe xeyîdi bûm. Sedem jî nenaskirin a xwezayê bû. Çawa çêdibe ku ez û xweza perçeyek in lê ez wê nanasim. Çawa derwêş diyar diyar digerin ez jî ketim ser riya lêgerînê. Lêgerîna xwezayê, lêgerîna azadiyê. Hêvî di asoyan de veşartiye û aso jî herî xweş ji cîhê bilind diyar dibe, bilindahî jî remza çiya ne. Çiya bilind e, pîroz e, parastgeha gelan e, ji lewra azadî jî li çiyan e. Xweza dayik e, dayik jî pîroz e, yek jî azadiye. Ji xwe di serdemên kevnar de mirovan vala vala ji dayik, vegera xwezayê û ji azadiyê re negotine amargî! Hemû bi heman bêjeyê tê binavkirin. Mîna tiliyên destekî ji hev nayê cûdakirin. Mirov cûda bike wê aliyek wê kêm bimîne. Xweza bê dayik, dayik bê azadî nikare jiyan bike. Jiyan bibe jî wê bê wate û nava wê vala be.
Xweza di ahenga xwe de her tişt din ava hevsengiyê de berdewam dike. Tu tişt ji derveyî rola xwe ya xwezayê tevnagere. Dema mirov zindîbûn a xwezayê çavdêrî bike, mirov efsûniya wê eşkere dikare bibîne. Gelek bûyerên balkêş rojane di xwezayê de diqewime. Mînak mori yê bi mirovan pir biçûk dixuyin, di cîhana wan de ahengeke xurt heye. Havînan her dem amadekariyê xwe yên zivistanê dikin, gelek caran barên ji xwe mezintir radikin da ku zivistan a xwe bi aramî derbas bikin. Cardin komunalizmek û rengê xebateke kolektîf ya pir xurt di navbera wan de heye. Weke mînak herdem bi komî dixebitin û di navbera xwe de ji bo kar beşan avadikin; weke mînak komek ji wan axa bin erdê dikişînin devre da ku ji xwe re cîh çêbikin, beşek jî qûtê xwe dikişînin hundir. Nîzama xwe jî tu car xeranakin, bi rêzekê li pey hev in. Dema ji cîhekî aheng a wan xira bibe, demekê di kar ê wan de gengeşî derdikeve.

Weke vê mînaka berbiçav, gelek mînakê din jî mirov dikare ji xwezayê bide. Moz jî mînakeke pir xweşe. Di navbera wan de jî beşkirin a kar heye. Mozên karker, mozên nêr û moz a mê yanî kralîçe-ece. Her kes karê xwe dizane û li gor wê tevdigere. Mozên karker weke navên xwe herdem li ser kar in. Diyar diyar digerin, dibin mêvanê gul û kulîlkên hezar rengî, tiştê jê pêwist jê digre û dibe kevara xwe. Lê tenê vê jî nake, di destpêkê de jî hatibû ser ziman; di xwezayê de di nava zindiyan de ahengek pir xurt heye. Çawa di mirov û ajalan de nêr û mê heye, heman tişt ji bo nebatan jî derbas dibe. Yanî din ava dar, gîha û kulîlkan de du cins hene û dema moz ên karker, dibe mêvanê kulîlkan tovên kulîlka derbasî yên din dike û bi vî awayî kulîlk jî dikarin zêde bibin. 

Mirov bi xwezayê re çiqas bibe dost, dostaniya xwezayê û parastvaniya wê hîn bêtir tê famkirin. Ger însanek xwezaya tê de ku rola dayikê dilîze binase, xweza tu car nahêlê mirov tengav bibe. Bi hezaran cûre fêkî û sewzê xwe, bi dar û kaniyên xwe çavkaniya jiyanê ye.
Li gel çermesoran ax pîroz e, ji xwe di gotineke pêşiyan ên çermesoran de jî dibêje, ezê çawa kêrê li zikê diya xwe bixînim. Cardin di gotineke din dibêjin, “em naxwazin zirarê bidin dara. Çi wexta pêwîst bike em destpêkê tutinê îkramê wan dikin, û tu carî em derveyî pêwistiyên xwe zêde bikarnaynin. Ger em bê yî ku hestên wan nefikire û beriya em wan jêkin tûtinê îkram nekin wê hemû darên li daristanê wê rondikan bibarînin û wê ev dilê me jî birîn bike.” Girêdana bi xwezayê pîroz e, lê mixabin di roja me de texrîbatên pir mezin hene, gelek ji van jî êdî vegera wê nîne. nemaze li bajaran bi taybet ji aliyê serdest û emperyalîstan ji bo berjewendiyan hemû nîrxên pîroz binpê dibe û xweza tê kuştin. Bi kuştina xwezayê pêşeroja hemû zindiyan jî bi xwe re tê kuştin.

Gerîla jî zindîbûna xwezayê dizane û xwe jî ji yek perçeyê xwezayê dihesibîne. Bi qasî pêwistiya xwe jê sûdê werdigre, zêdetir ê wê jî diparêze. Ji lewra dizane ku wê bi qasî ew xwezayê diparêze zêdetirê wê xweza jî gerîla diparêze. Xweza jî weke dayikê pîroz e ji bo mirovan. Lê hezar û sed mixabin ku bi taybet piştî pergala kapîtalîst serdest bû roj bi roj xweza texrîp kir û êdî gihîştiye wê astê ku êdî mirov nikare li gelek bajaran bijî. Ji bo xwe din av xaniyên ji betonê dîl bikin hemû dar û daristan tê jêkirin. Avheva ji ber qirêjiyan êdî gihîştiye asteke xeternak. Ji ber wê çawa demekê gotina me vegera welêt bû, ji ber welêt tu car pîrozahiya xwe wenda nake. Ev car jî em bêjin vegerin xwezayê. Dilê xwezayê bigrin. Ger em dixwazin pêşeroj a me hebe, divê em xwezayê biparêzin, dewlemend bikin û xwe ji sepandinên pergala kapîtalîst dûr bixînin. Ji lewra ne jiyan dimîne ne jî poşmaniya dawiyê dibe çareseri…

Salar Mendo

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info


Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.