Derbarê Serhildana Agirî De Belgeyê Nû
Kürdistan Tarihi ve Dili / 26 Nisan 2011 Salı Saat 12:10
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Di dîroka Tirkan de tê gotin ku bi hewldanên Înglîstanê serhildana Agiriyê dest pê kir, lê derket holê ku Înglîzan di dema çewisandina serhildanê de alîkarî daye Tirkiyeyê.

Di dîroka Tirkan de tê gotin ku bi hewldanên Înglîstanê serhildana Agiriyê dest pê kir, lê derket holê ku Înglîzan di dema çewisandina serhildanê de alîkarî daye Tirkiyeyê. Li gor agahiyên sîxûrî yên Înglîzan, di dema serhildanê de balafirên Înglîz hatin bikaranîn.

Piştî nêzî sed salan derket holê ku balafirên ku di dema Serhildana Agirî de hatine bikaranîn ên Înglîzan bû. Ev belge êdî îdîayên dîroka Tirkan a ku dibêje “Fîtandina Înglîzan” bû derewand.

Di belgeyên di malpera bi navê Blackbirdmodels de hatin weşandin de Serhildana Agirîyê wek “Mezintirîn Serhildana Kurdan” tê binavkirin.

Li gor belgeyê “Balafirên Înglîstanê difortin Tirkiyeyê zû dihatin montekirin û piraniya wan ji aliyê serhildêrên Kurd ve dihatin xistin.”

‘BALAFIR LI AGIRIYÊ HATIN BIKARANÎN’

Bi belgeyê de bal tê kişandin ku şer bi qasî 3 mehan dirêj kiriye û Înglîzan di wê demê de zanîn ka balafirên wan xwe li ber digirin an na. Derbarê balafirên di şer de hatine bikaranîn û serhildanê de ev agahî tên dayîn:

“Di sedsala dawîn de gelek komên olî û netewperest ji bo azadî û serxwebûna welatê xwe gelek tekoşiyan. Demek dirêj, ji ber vê sedemê di navbera Kurdan û Dewleta Tirk û rejîma Iraqê de lihevnekirinek hebû.

Di salên 1920-1930 de li Tirkiyeyê gelek serhildanên Kurdan rabûn. Kurdan bi piştgiriya Xoybûnê bi rêbertiya General Îhsan Nûrî Paşa di sala 1927’ê de dest bi mezintirîn serhildana Kurdan kirin. Serxwebûna Komara Kurd a Agiriyê îlan kir.

Ji ber wê artêşa Tirk di 11’ê Pûşpera sala 1930 de bi 66.000 leşker û 100 balafiran êrişê serhildanê kir. Hikûmeta Kurd ji Înglîstan û civatên navnetewî daxwaza alîkariyê kir. Şer 3 mehan dom kir. Serhildan di 17’ê Îlona 1930’ê de hat çewisandin.

Hêzên Hewayî yên Tirk piştgirî dida operasyona leşkerî ya artêşa Tirk. Ji ber vê jî gelek balafirên Letov s.16 hatin sîparîşkirin. Piraniya van balafirên ku pir zû hatin montekirin, ji aliyê Kurdan ve hatin xistin.”

Lêkolîner Ayşe Hur jî derbarê balafirên di çewistandina serhildanê de hatin bikaranîn de van gahaiyan dide:”

“Li gor belgeyek a Înglîzan a 27’ê Nîsana sala 1925, di fîloya balafiran a li Mêrdînê de tenê 2 balafir dikarîn bixebitin. Ligel 4 balafirêfn Frasiyan piştî vekişînê bi cih hêlayîn, tenê 4 balafir li Mêrdîn hebûn. Sotemeniya van balafiran jî bi şemendeferan ji Stenbolê dianîn. Ev balafir tenê dikariyan rojê du caran bifirin. Diçûn serhildanê bombebaran dikirin û vedigeriyan. Ji ber sabotajan dîsa vedigeriyan Mêdînê.”

Di 5’ê Pûşpera sala 1925’ê de Tirkiye û Împeratoriya Brîtanya bi hev re peymanek mor dikin. Li gor peymanê, Berbazê Înglîz ê li Stenbolê R. E. Harene û Yarbayê Deryayî yê Îtalî Neyroni bi armanca bibandorkirina Hêzên Hewayî yên Tirk raporek amade kiribûn.

Li gor vê raporê heta dawiya sala 1926, 153 balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Tirk hebûn.77’ê vana (bi markayên 20 Bréguet, 10 Junkers, 30 Caudron, 17 Savois) û di sala 1925 hatibûn kirîn. Herwiha 10 balafirên şer ên ji Osmaniyan jî mabûn hebûn.

Balafirên Hêzên Hewayî yên Tirk di sala 1927 de cara yekemîn li hemberî hêzên birayê Şêx Seîd, Şêx Ebdulrehman hatin bikaranîn. Li gor raporek sîxûrî ya Fransiyan, balafir ji Palo û Meletî radibûn, di 25’ê Cotmehê de 5 balafirên anîbûn Mêrdînê li hemberî serhildêrên Kurd hatin bikaranîn. Bi giştî 24 balafir li herêmê ji bo êrişê amade bûn.”

Hêzên Hewayî yên Tirk di navbera salên 1927-1930 gelek caran balafirên xwe yên şer li hemberî Serhildana Agiriyê bi kar anîn. Dîsa li gor rapora sîxûriya Franseyê ya bi dîroka 27 Çile 1928, di destê Hêzên Hewayî yên Tirk de 200 balafirên şer hebûn. (Mînak di sala 1928 de 45 lib Bréguet 19.7.A2 hatibûn kirîn). Li gor Robert Olson jimara balafiran di sala 1930 de bû 300. 60 ji vana di Serhildana Agiriyê de hatin bikaranîn. Lê li gor lêkolîner Emîn Karaca di serhildana Agiriyê de nêzî 80 balafir hatin bikaranîn. -ANF

Sedat Ûlûgana

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.