Avahiya Koordînasyona Polîsan
Basından Seçmeler / 21 Nisan 2011 Perşembe Saat 07:56
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Qereqolên Kurdistanê hin avahiyên din hatin zêdekirin. Avahiyên AKP'ê yên li Kurdistanê êdî bûne navendên binçavkirinê.

Li Qereqolên Kurdistanê hin avahiyên din hatin zêdekirin. Avahiyên AKP'ê yên li Kurdistanê êdî bûne navendên binçavkirinê. Kesên ku têne binçavkirin dibin avahiyên AKP'ê û ji wir jî bi wesayîtan dibin midûriyeta polîsan

Avahiya AKP’ê bû navenda binçavkirinê

Li qereqolên Kurdistanê hin avahiyên din hatin zêdekirin. Avahiyên AKP’ê yên li Kurdistanê êdî bûne navendên binçavkirinê. Kesên ku têne binçavkirin dibin avahiyên AKP’ê. Li Amedê bûyerên piştî mudexaleya polîsan derketibûn li tevahiya bajar belav bûn. Di encama bûyeran de gelek kes hatin binçavkirin û gelek kes jî ji ber bombeyên gazê jixwe çûn. Polîsan di çalakiyê de bi copan camên avahiya BDP’ê û otobusê şikandin. Her wiha tekerên wesayîtên li ber avahiyê jî bi kêran teqandin. Hate dîtin ku polîsan welatiyên hatine binçavikirin birin avahiya AKP'ê ya Bajar, piştre jî bi wesayitan birin midûriyeta polîsan. Bi vê yekê careke din derket holê ku AKP milê xwe daye milê polîsan û li dijî gelê kurd terorê dimeşîne.  Ev dîmenê ku li kêlekê her tiştî bi awayekî aşkera vedibêje, hewcedariyê bi tu gotinê nahêle.

Girseya ku li ber avahiya BDP'a Amedê mudaxaleya polîsan a li hemberî çalakiyên şermezarkirina 'Doza KCK'ê' û biryara YSK'ê ya vetoyê protesto dikir dema dest bi meşê kir, rastî mudaxaleya polîsan hat. Bi sedan bombeyên gazê hatin bikaranîn. Avahiya AKP’ê jî wek qereqol hate bikaranîn û kesên hatin binçavkirin, birin wê derê

Bi hezaran kesên ku li ber avahiya BDP'a Amedê mudaxaleya polîsan a li hemberî çalakiyên şermezarkirina 'Doza KCK'ê' û biryara YSK'ê ya vetoyê protesto dikir, slogan berz kirin û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yên KCK'ê vekirin. Li hemberî tedbîrên midûriyata polîsan, gelek kamyon û wesayîtên kar ên hatine ber avahiya BDP'ê ya bajêr, barîkat danîn. Ciwanên ku li ser wesayîtên kar alên PKK'ê vekirin, sloganên "Amed raperîn e, ji Ocalan re slav e" berz kirin.

DI DESTPÊKA MEŞÊ DE ÊRÎŞ

Li gel ku polîsan tedbîrên gelek berfireh girtibûn, girseyê piştî daxuyaniyê dest bi meşê kir. Parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Emîne Ayna, Şaredarê Bajarê Mezîn Osman Baydemîr û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tevli meşê bûn. Piştî demekê, polîsan bi bombeyên gazê, fişekên hewayî û ava şid mudaxale li girseyê kir. Ciwanan jî bi kevir û molotofan bersiv da polîsan. Polîsan gelek bombeyên gazê avêtin avahiya BDP'ê ya Amedê û bajar vegeriya qada şer. Li hemberî tedbîrên midûriyeta polîsan gelek kamyon û wesayîtên kar jî li ber avahiya BDP'ê barîkat danîn. Hate dîtin ku polîsan tekerên van wesayîtan bi kêrê çirandine.

QEREQOLA AKP’Ê

Li gel ku bûyer li tevahiya bajar belav bûn, girseyê li navçeyên Rezan û Peyasê rê li trafîkê girtin û barîkat danîn ser rêyan. Di encama bûyeran de gelek kes hatin binçavkirin û gelek kes jî ji ber bombeyên gazê ji xwe çûn. 6 kesên ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, birin avahiya AKP'ê ya Bajêr, piştre jî bi wesayitan, ji wir birin midûriyeta polîsan.

ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ

Li aliyê din, gelek kesên ji ber gazê ji xwe çûne û birîndar bûne, bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan. Bi sedan kesên di avahiya BDP'ê ya bajêr de asê mabûn jî, ji bo helwesta polîsan şermezar bikin, çalakiya rûniştinê lidar xistin. Girseyê bi qalikên fişekên bombeyên gazê yên vala, li erdê ‘PKK’ nivîsandin.-Azadiya Welat

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.