Dijberên Gelê Kurd ên Sondxwarî Namzet in
Basından Seçmeler / 14 Nisan 2011 Perşembe Saat 09:47
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Lîsteya AKP’ê ya ji bo hilbijartinên 12’ê Hezîranê polîtîkayên wê yên pêşerojê nîşan dide.

Lîsteya AKP’ê ya ji bo hilbijartinên 12’ê Hezîranê polîtîkayên wê yên pêşerojê nîşan dide. Ji vê lîsteyê AKP’ê xuya dike ku tu derdê AKP’ê yê çareseriya pirsgirêka kurd tune ye. Hejmara midûrên polîsan û generalên teqawît ku bûne namzet zêde ye.

Piştî lîsteya namzetên hilbijartinê yên AKP'ê radestî Desteya Hilbijartinê hate kirin, polîtîkaya AKP'ê ya neçareseriyê careke din derket holê. AKP'ê lîsteya xwe ji kesên alîgiriya şer û gladiyoya kesk dikin, tijî kir.

AKP'ê di lîsteya xwe de, ji general û midûrên polîsên dijminên sondxwariyên kurd bigire heta burokratên dijminên kurdan, cih daye gelek endamên şerê taybet yê li dijî kurdan.

Vê lîsteya AKP'ê jî rê li ber şîroveyên wekî, ‘AKP'ê, lîsteya xwe li gorî konsepta MGK'ê ya ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd amade kiriye’ vekir. Ev lîsteya AKP'ê jî careke din nîşan dide ku, niyeta wê ya çareseriya pirsgirêka kurd nîn e, berovajî hewl dide siyaseta tasfiyekirinê xurtir bike. Hin namzetên AKP'ê yên bi kirinên xwe yên neyînê yên li dijî kurdan tên nasîn jî di vê lîsteyê de hene.

GENERALÊ AKP’Î UNAL

Tumgeneral Şîrin Unal ji Stenbolê herêma 2'yemîn hatiye nîşandan. Unal fermandariya balafirên baregeha sereke,   alîkariya fermandarê hêza   hewayî ya taktîkî ya Eskîşehîrê û serokatiya tevegera hêzên hewayî kiriye. Unal, di dema wezîfeya xwe de fermana êrîşên bi   balafiran ên bombekirina   Herêmên Parastina Medyayê û bakurê Kurdistanê dane.

LIGEL GUMANAN GULER

Namzetê ji Mêrdînê Muammer Guler, dema ku waliyê Stenbolê bû, navê wî tevli îhmalkariya kuştina Hrant Dînk bû. Paşê AKP'ê ew kir Serokê Şêwirmendiya Ewlekariya Gelemperiyê. 2 sal li ser vê wezîfeyê ma û mohra xwe li gelek operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî xist.

ZILAMÊ KÛR AKSU

Abdulkadîr Aksu, yek ji endamê dewleta kûr ê di AKP de ye û AKP ew ji Stenbolê herêma 3'yemîn kir namzet. Aksu di dema komkujiya Mereşê de li vî bajarî midûrê emniyetê bû. Di salên 1991 û 92'yan de wezîrê karên hundir bû. Wekî rêvberê şerê taybet hate nasîn. Di dema wezîrtiya wî de li Kurdistanê bi hezaran bûyerên kuştinên bê pirs û îfade û windakirina hezaran kesî rû dan.

DIJBERÊ ÇARESERIYÊ

Cemîl Çîçek jî ji Enqereyê herêma 2'yemîn bûye namzetê AKP'ê. Çîçek di her demê de mirovê dewleta kûr bû, ji dema Ozal heta Erdogan wekî mirovê dewletê nav û dengî wî belav bû. Her tim bi tundî li dijî çareseriya pirsgirêka kurd sekinî.

MIDÛRÊ POLÎSAN

Necatî Çetînkaya jî ji Edenê bû namzetê AKP'ê. Bi rêzê li Hatay û Gîresun midûriyeta emniyetê kir. Demek bû alîkarê midûrê giştî yê emniyetê. Di sala 1991-92'yan de li Kurdistanê bû waliyê herêma rewşa awarte û di dema wî de li hember serhildanên gel komkujiyên mezin pêk hatin.

DIYAKERÊ AKP’Ê AKDOGAN

Yalçin Akdogan jî ji Enqereyê bûye namzetê AKP'ê. Ji sala 2002'yan û vir ve şêwirmendiya Erdogan dikir. Di siyaseta li hember kurdan de bandoreke wî ya zêde çêbû û her wiha mîmartiya qirkirinên siyasî yên ji sala 2009'an ve li hemberî siyasetvanên kurd kir û ew bi rê ve birin.

POLÎSÊ TUNDIYÊ KOKSAL

Oguz Kagan Koksal ji Kirikkaleyê bûye namzetê AKP’ê. Di dema AKP’ê de wezîfeya midûriyeta giştî ya emniyetê kir. Di dema midûriyeta wî de tundiya polîsan a li dijî kurdan û derdorên demokratîk gihîşte asta herî dijwar. Zarok hatin qetilkirin û yek ji rêveberên operasyonên qirkirina siyasî bû. –Azadiya Welat

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.