Ji Weşanên Kurdî 2 Pirtûkên Çîrok û Helbestan
Kürdistan Tarihi ve Dili / 11 Nisan 2011 Pazartesi Saat 08:20
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Mamosteya KURDÎ-DER'ê Ruken Sarili 2 pirtûkên çîrokan ên nû amade kir û çap kir.

Mamosteya KURDÎ-DER'ê Ruken Sarili 2 pirtûkên çîrokan ên nû amade kir û çap kir. Mamosteyên KURDÎ-DER'ê Îrfan Dilbirîn jî bi navê "Derengiya Şevê" pirtûka helbestan çap kir.

Ji çapxaneya Yenigun 2 pirtûkên çîrokan ên bi karîkatorên reng û bi reng hatin çapkirin. 2 pirtûkên çîrokan yên ji aliyê Mamosteya KURDÎ-DER'ê Rûken Sarili ve hatine amadekirin, hatin çapkirin. Ji pirtûka Çîrokan a bi navê "Mar û Mirov" têkiliya sewal û mirovan bi zimanê fabl hatiye şirovekirin û vegotin. Her wiha ev çîrok bi alîkariya xêz û wêneyên ku ji aliyê karîkatorist Rûşen Sarili ve hatiye xêzkirin hatiye hûnandin. Pirtûka duyemîn a bi navê "Aqil" jî aliyê jiyana civakî vedibêje. 2 pirtûkên çîrokan bi zimanekî xweş û hêsan hatine nivîsandin. Dema ku mirov van çîrokan dixwîne şevên zivîstanê dema ku pêşiyên me li ber sobeyê rûdiniştin û heya direng şevê çîrok vedigotin tê hişên mirov. Çîrok, di nav civakê de gelek rastiyan vedibêjin û her wiha paşerojê ji pêşeroje re vedibêjin. Di nav kurdan de, wêjeya devkî bi çîrok û dengbêjiyê her tim xwe li ser piyan hiştiye. Îro jî wêjeya kurdî him bi çîrokan him jî bi pirtûkên cur be cur li ser piyan dihêlin û derbazî pêşerojê dibin. Taybendiya çîrokan a din jî heskirina hînbûna zimanê zikmakî ye. Her wiha bi awaye keyfexweş xwendina çîrokan jî bi kesan tê heskirin.

Pirtûka helbestan ya bi navê "Derengiya Şevê" ya mamosteyê KURDÎ-DER'ê Îrfan Dilbijîn ya ji 101 helbastan pêk tê derket. Dilbirin di helbestên xwe de li bersiva evînê digere.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.