Derdorparêz Li Hember Santralên Nukleerî Dibêjin 'Bese'
Ekoloji / 08 Nisan 2011 Cuma Saat 10:55
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Platforma Dijberî Nukleerê wê di 24'ê Nîsanê de li Stenbolê mîtînga li dijî nukleerê pêk bîne.

Platforma Dijberî Nukleerê wê di 24'ê Nîsanê de li Stenbolê mîtînga li dijî nukleerê pêk bîne. Serokê Odeya Endezyarê Elektirîkê Ramazan Pektaş, diyar kir ku dê ji nukleeran re bêjin êdî bese û di 24'ê Nîsanê bi daxwazên xwe yên li dijî nukleerê derkevin qadan.

Li cîhanê piştî erdhej û tsûnamiya li Japonayê pêk hat gelek welatan bernameyên nukleerê rawestand û navder da xebatên nukleerê. Lê li Tirkiyeyê xebatên santralên nukleerê berdewam dikin. Li navçeya Akkuyu ya Mêrsînê û Îgneada ya Kirklarelî xebatên santralên nukleerê didomin. Derbarê xebat û xeteriya santralên nukleerê de Platforma Dijberî Nukleerê dê di 24'ê Nîsanê de mîtînga li dijî nukleerê pêk bîne. Platform dê bi slogana "Ji nukleerê re na" di demjimêr 13.00'an de li ber Tepe Nautîlus ya Stenbolê kom bibin û meşekê pêk bînin. Endamên Platformê wê di demjimêr 14.00'an de li Qada Kadikoy bicivîn û mîtîngê pêk bînin. Di mîtîngê de hemû derdorparêz, xwezaparêz, endam û rêveberên girêdayî odeyên TMMOB'ê, Yekîtiya Tabîbên Tirk, (TTB), Komeleya Hiqûqa Derdorê û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî wê amade bibin.

Sekreterê Giştî yê Saziya Kordînasyona Bajar ya TMMOB'ê û Serokê Odeya Elektrikê ya Enqereyê Ramaza Pektaş, têkildarî armac û amaderiyên mitîngê de agahî dan. Pektaş, anî ziman ku Tirkiye herêma erdhejê ye û bi teknolojiya kêm santralên nukleerê ava dikin. Pektaş, anî zima ku ev yek hem jiyana mirovan dixe xeteriyê û hem jî gefan li ekolojiyê dide. Pektaş, da zanîn ku ew wê di 24'ê Nîsanê de li qadan bin û daxwaz û pirsgirêkên têkildarî santralên nukleerê bînin ziman. Pektaş, destnîşan kir ku ew wekî Platforma li Dijî Nukleerê bi boneya bala civakê bikşînin ser talûke û xeteriyên santralên nukleerê dê mîtîngê pêk bînin û her tim dijberiya xwe ya li dijî nukleere bînin ziman.

'DIVÊ TIRKIYE MÎNAKA JAPONYA LI BER ÇAVAN BIGIRE'

Pektaş, xwest ku Tirkiye mînakên cîhanê û rastiya Japonyayê li ber çavan bigre û ji bo berjewendiyên şexsî tev negere. Pektaş, destnîşan kir ku gelek welatên cîhanê piştî erdhej û tsûnamiya Japonyayê bername û xebatên xwe yên santralên nukleerê betal kir û wiha got: "Li gel vê rastiyê li Tirkiyeyê hêj xebatên nukleerê tên meşandin. Ev yek jiwana welatiyên Tirkiyeyê dixe bin xeteriyek mezin. Divê her kes li hemberî vê rastiyê dengê xwe bilind bike.

Pektaş, Serokwezîr Recep Tayip Erdgan jî rexne kir û xwest li gorî rastiyê û berjewendiyê welatiyan tev bigere.

Endamê Meclîsa Partiya Keskan Huseyîn Gungor jî bertekên xwe anî ziman û destnîşan kir ku wê di 24'ê Nîsanê de li qadan dengê xwe bilind bikin.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info
   

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.