Li Zanîngehê Polîsan Mudaxeleyî Xwendekaran Kir
Gençlik / 29 Mart 2011 Salı Saat 13:43
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li Zanîngeha Bîngolê, polîsan mudaxaleyî xwendekarên zanîngehê kir. Di bûyerê de polîsan gule berdan hewa û endamekî ewlehiya taybet yê zanîngehê birîndar bû.

Li Zanîngeha Bîngolê, polîsan mudaxaleyî xwendekarên zanîngehê kir. Di bûyerê de polîsan gule berdan hewa û endamekî ewlehiya taybet yê zanîngehê birîndar bû. Xwendekarak jî hate binçavkirin.

Li Yurt-Kur'ê ya Zanîngeha Bîngolê, 2 komên xwendekarên fikrên wan cûda ketin nava nev û pevçûn. Li ser vê yekê Midûrê Yurdê polîs agahdar kirin û polîs hatin cihê bûyerê. Polîsên hatin cihê bûyerê, gule berdan hewa û mudaxeleyî xwendekaran kirin. Di mudaxeleya polîsan de personelê ewlehiya taybet yê Yurt Kurê Mehmet Günay û polîs Galîp Oztaş di bûyerê de birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Di bûyerê de xwendekarek jî hate binçavkirin.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.