Ji Tzpkurdî Li Ser Têgehên Îdarî Komxebat
Kürdistan Tarihi ve Dili / 24 Ocak 2011 Pazartesi Saat 09:43
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bi pêşengiya TZPKurdî û hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya 'Jiyana duzimanî' de Komxebata Standartkirina Têgehên Îdarî yên

Bi pêşengiya TZPKurdî û hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya 'Jiyana duzimanî' de Komxebata Standartkirina Têgehên Îdarî yên bi Kurdî hate lidarxistin. Armanca komxematê ew e ku têgehên standart bên diyarkirin.

TZPKurdî bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Komxebata Standartkirina Têgehên Îdarî yên bi Kurdî li dar xist. Hate diyarkirin ku dê encamên di mijara termînolojiyê de hatin bidestxistin, bi raya giştî re werin parvekirin. Komxebata ku bi tevlibûna gelek zimanzan û nûnerên saziyên kurd pêk tê dê 3 rojan bidome.

TEVLIHEVIYÊN TERMÎNOLOJIYÊ TÊN NÎQAŞKIRIN

Piştî biryara jiyana duzimaniyê saziyên kurd ji bo safîkirina hin aloziyên di ziman de zend û bend badan. Di vê çarçoveyê de li ser têgehên îdarî yên di zimanê kurdî de komxebat hate lidarxistin û nîqaş li ser tevliheviya termînolojiya kurdî hatin kirin.

GELEK ZIMANZAN TEVLI KOMXEBATÊ BÛN

Serokê Ensîtûtiya Kurdî ya Stenbolê û Zimanzan Samî Tan, Zimanzan Zana Farqînî, Nivîskar Feratê Dengîzî, Nivîskar Dîlawer Zeraq, Nivîskar Servet Denîz, nivîskar Mehmûd Neşîte ku xebatên xwe bi zazakî dimeşîne û Nivîskar Sabahattîn Gultekin tevli komxebatê bûn.

Nûnerên TZPKurdî diyar kirin ku ew ê encamên komxebatê bi hemû saziyên eleqedar re parve bikin û ew ê hewl bidin ku di mijara têgehên îdarî de bigihijin encamên diyar.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info
   

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.