62 Ciwanên Din Ên Kurd Reda Wijdanî Aşkara Kirin
Gençlik / 23 Ocak 2011 Pazar Saat 15:26
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Endamên "Tevgera Reda Wijdanî ya Kurd" dixwastin li ber Mala Artêşê ya Harbiyeyê daxuyaniya reda wijdanî bidin lê rastî astengiya polîsan hatin.

Endamên "Tevgera Reda Wijdanî ya Kurd" dixwastin li ber Mala Artêşê ya Harbiyeyê daxuyaniya reda wijdanî bidin lê rastî astengiya polîsan hatin. Li gel hemû astengiyan 62 kesan bi kurdî û tirkî gotin, "Em nabin kujer", "Em nabin endamekî artêşa înkar û îmhayê" û "Em artêşa ji zarokan qatilan çêdikin naxwazin" reda wijdanî aşkera kirin.

Ciwanên kurd ên naçin leşkeriyê roj bi roj zêde dibin. Ciwanên di bin pêşnegiya Tevgera Reda Wijdanî ya Kurd dixwazin li ber Radyoya TRT'ê ya Stenbolê hatin cem hev xwestin heta ber Mala Artêşê ya Harbiyeyê bi meşin. Ciwan pankartên "Em nabin endamekî artêşa înkar û îmhayê", "Baweriya me bi aştiyê tê" û "Em naçin leşkeriyê vekirin û dowîzên "Wijdan gel artêşê red dike", "Em nabin kujer", "Em artêşa ji zarokan qatilan çêdikin naxwazin" û "Em nabin leşkerên qatilên Şerzan Kurt" vekirin ber bi Mala Artêşê ya Harbiyeyê ve xwestin bimeşin. Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel û Dev-Gençê jî piştgirî dan meşê. Piştî meşê dest pê kir polîsan barîkat danî û destûr neda meşê.

'Artêşa gundê me şewitandin em dê çawa bibin leşkerê wê?'

Ciwana bertek nîşanî polîsan da û li ber barîkatê daxuyanî xwend. Berdevkê Tevgera Reda Wijdanî ya Kurd Ahmet Demîrsoy diyar kir ku di demên dawî de ciwanên kurd jî tevlî reda wijdanî bûne û kesên reda wijdanî aşkera kirin hejmara wan ji sedan zêdetirbûn e. Demîrsoy anî ziman ku sedema zêdebûna reda wijdanî şerê bêdadî yên TSK dide meşandin e û wiha got: "Em wekî ciwanên kurd em dê çima bibin leşkerên artêşa gundên me şewitandin, gelê me koçber kirin, ciwanên me di bin navê întîharê de kuştin"

'Sedema em bibin leşkerê TSK'ê tune'

Demîrsoy, anî ziman ku ji bo di TSK'ê de leşkeriyê bikin tu sedema wan tuneye û wiha axivî: "Em dê bi awayekî demokratîk û azad têkoşîna xwe li hemberî ramana artêşperst û zordariyê bidin meşandin." Piştî daxuyaniyê li ser navê ciwanan Edanur Baydenîz û Sefa Çelîk reda wijdanî aşkera kirin.

'Ber bi Kolana Elmadagê ve meşiyan'

Piştî li ser navê ciwanan rede wijdanî hate aşkera kirin Parlementera BDP'ê Sebahat Tuncel jî axaftineke kin kir. Piştî re ciwan ber bi Kolana Elmadagê ve meşiyan rê li tirafîkê girtin û belav bûn.-DÎHA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info
   

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.