Her çendî ev komploya bê bext berdewam bû jî , em di nava jîyaneki herî bi êþ de dijîn. Dewleta hov û hêzên hevalbendên wan êrîþên xwe yên
Her çendî ev komploya bê bext berdewam bû jî , em di nava jîyaneki herî bi êþ de dijîn. Dewleta hov û hêzên hevalbendên wan êrîþên xwe yên li ser wargehê ne rawestandin û hîn zêdetîr di dan berdewamkirin.
Vê demê ji istixbarata komara Tirkiye bi alîkariya hêzên PDK’ê li ser rîya Musil di dîroka 17/11/1999’an de erebeya ku kes dibirin nexweþxanê di ketîna Musilê de ji aliyê hêzên hov ve hat gule barandin. Di vê êrîþê de ajovanê bi navê Qadir Fetih jiyana xwe ji dest da. Heta nexweþ birina nexweþxanê em di nava tirs û fikarandebûn. Li milekî êrîþên hovane, li mile din jî nebûna derfetên jîyanê û me bi jîyanê re þer dikir. Ji bo peydakirina kiloyek sebze û her tiþtek din yên pêdivîyên jîyanê gelê xêzan û hejar, carnan 14 demjimêran di xebitîn. Ev xebitîn hemu ji bo peydakirina pêdivîyên jîyanê bû. Ji bo vê jîyanê bidin berdewamkirin, canê xwe di avêtin erde. Ji ber ku tu roj nebûn em bi xeberên qeza çêbûye, em ji xew dirabun. Ji ber van qezayan bi dehan kes jiyana xwe dest dan û zarok man sêwî. Vî gelê penaber bi vê jîyana bi êþ û dijwar heta sala 2003 de dema ruxandina komara Ýraqê bi jîyanê re þerkirin û berxwedan.
Piþtî ruxandina komara Iraqê hinek derfetên nû ji bo penaberan re çêbun. Ji ber ku li herêma federal ya Baþûrê Kurdistanê di xebitîn. Ji bo jîyankirinê, dîsa jî diçin mirinê. ji ber ku em her sibê difikirîn gelo wê îro jî qeza be! Ji ber ku gelek qeza rudidin û gelek kes diçin mirine.
Lê disa jî êrîþên dewleta Tirkiye li ser wargeha me bi dawî nebun. Ji bo NY(Netewên Yekbûyî) ji wargehê derkevin bi gotinên ev wargeh, wargeha PKK’ê ye her tim di anîn rojevê û digotin her kesê di wargehê de bi çekin. Lê dema heyeta kordinesyona sê alî ya li dijî hêzên azadiyê hatin avakirin û dema hatin wargehê dît zêdetîrî þênîyên wargehê ji jîn û zarokan pêk dêt matmayî man. Wusa famkirin ku dewleta hov û zilimkar hemu idayên wan pûç û valane. Li dijî vê ideya devlete Tirkiye sipasiya xwe ji wargehê re kir. Piþtî vê yekê hîn zêdetir êrîþên bê bext berdewamdikirin. Armanca va êrîþan ya esasî jî valekirina wargehê ye. Tirsa dewleta Tirkiye ji wargeha me ewe ku sazîbûn bi rêxistinbûyîna wargehê ye.
Ji ber ku wargeha me li sistema konfederalîzma demokratîk xwe bi rêxistin dikê. Saziyên me yên mîna saziya þaredarîyê, meclisa gel ya demokratik, sazîya ziman û perwerdê, çand û hûner, wexfa jînê û her wekî din ji saziyên cuda pêk tên. Dewleta hov û barbar tiþta herî serek jê di tîrsê û jê bandor dibe saziya perwederdêye. Ji ber ku dibîne gelê penaber zarokên wan bi zimanê xwe yê dayîkê çawa perwede dibin û pêl bi pêl bilind dibin û zanqo jî diqedînin. Ew zimanê ku dijmin qedexekirî û digot nayê bikaranîn çawan ku dît li Mexmurê bo zimanê perwerdê û bi xwendina vî zimanî parêzvan, textor, mihendîz û ji nav vî gelê penaber derdikevin. Dijminê hov disan bere xwe daye vî tiþtî ku gelê penaber ji bo wargehê vala bikê.
Li þuna dewleta hov ji wargeha me bipirse û þertên we çine? Li cîhanê digerin û dixwazin bi alîkariya hukumeta Ýraqê –DYE(Dewletên Yekbûyî yê Emerîqa) û NY bi awayekî bê bext dixwazin wargeha me tunebikin. Ji ber ku dema serokwezirê Komara Tirkiye her gera xwe ya cîhanê wargeha me û hêzên azadîyê dixê rovejê û di gera xwe de her carî dibêje di demekî kin de wargeha Mexmur vegere. Gelo ez dipirsim we ji bo azadîya gelê Mexmur çikiriye da em vegerin? Gelo hikumeta Tirk qet ji gelê penaber pirsiye ku þertên we yên vegerê çine?
Erdal Ürek
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info