Dîrok û Jiyana Rêwîtiya Nedîyar Yan Jî Ji Bakur Ber Bi Başurve-7
Dizi Yazı / 07 Ocak 2011 Cuma Saat 08:51
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Piştî 3 mehên zor û zehmet li nehdaran me ditî û jîyankîrî berxwedana gelê penaber kirî di dîroka 23/05/1998’de hûkumeta Iraqê em anîn Mexmura warê

Hatina Warê Mar û Dupişkan

Piştî 3 mehên zor û zehmet li nehdaran me ditî û jîyankîrî berxwedana gelê penaber kirî di dîroka 23/05/1998’de hûkumeta Iraqê em anîn Mexmura warê mar û dupişkan. Ne ji bo ku em li vêdere jîyanbikin, em avêtin mirinê.

Ji ber kû Mexmur ji çolên Eribistanê germtir û bê avtir bû.

Dema em hatin Mexmurê tu tiştekî me tine bû. Germahîya meha gulanê pileya germahiyê 40 derece tozekî zêde û heta ava vexwarinê tine bû. Li Mexmurê dema mirov çav didayê mirov digot mirin tu bixêr bê.

Di vê germahî û tozê de di bin naylonên spî bi ava germ ya kû bi tangên şuna neft û gazê hikumeta Iraqê ji mere di anî û me dest avêt jîyanê. Dema mirov sibê ji xew di rabî, kesî  kes nas nedikir. Ji ber barîna tozê, hema di rojên despêkê yên Mexmurê de di dîroka 28/05/1998’de zarokek temen sê salî jîyana xwe ji destda. Çend zarok jî ji ber pêvedayina dupişkan xatir ji jîyanê xwestin çûn cihana bê dawî. Li himber van zor û zehmetîyan, gel bi derfetên xwe yên tune ji bo jîyankirinê ketin nava lîv û tevgerê. Li vê derê tişta herî pêwîst av bû. Her çendî gelê penaber ji jîyanê nefret dikîr, piştî rêberê hemdem Rêber Apo peyam ji bo gelê Mexmurê şand û got: “Gelê Botanê hun koçberê doz û azadiyêne, hûn dikarin her derê jîyanê bi afirînin, hun xwedi soz û dilsozin.”Pişti vê peyamê ji aliyê NY ve hinek dar bi buneya alikariyê dan gel. Ger ji bo çêkirina kolikan hewldan û li dijî hemû zordarîyan û êrişên hovane yên dijmin, bi gotina inad jiyanbûn li dijî van zoriyan dest avêtin jîyanê. ji bo peydakîrina avê dest avêt bir kolanê û her bîrekî nêzi 20 metreyan hatin kûrkirin. Lê ne ava vexwarinê bû. Avekî bi bêhn û tal bû. Ji bo peydakirina ava vexwarinê jî gel bi mile xwe ji Mexmura xarê ya ku nêzi 5 km ji wargeha me dur bi milan av di anîn. Ji bo jîyana zarokên xwe difikirîn, ji bo nekevin nav pencên hovan… Di nava van zoriyên herî zehmet de, dest avêtin avakirîna dibistanan… Ji bo zarokên xwe bidin xwedin û ji bo çand û wêje zimanê dayîka xwe ji bîr nekin. Dayik, bab û zarok ji bo çêkirina dibistanan ji axê bilok çêkirin, bi ava kêm dest avêtin avakirina dibistanan. Ji bili avakirina dibistana jî bi derfetên xwe yên kêm ji bo binesazîyê ji bo avakirina şaredarîyê hewldan. Dîroka 13/11/1998’de şaredariya xwe avakirin. Ji ber sazîbûna me lê disan jî êrîşên dewleta hov berdewamkir, ne tenê li ser gelê penaber li ser hemu gelê Kurd, serok û şervanên azadiyê dan meşandin. Vê carê bi komployek navnetewî li ser rêberê rêberan Rêber Apo hat pêkanîn. Li dijî vê komployê gelê penaber di 15/11/1998’de li ber derîyê şaredarîyê çalakiya rojiya birçîbûnê despêkir. Ev çalakî ne tenê li Mexmurê li hemu cihên Kurd lê jîyandikir destpêkir. Li dijî vê komployê bi tevahîya cîhanê 64 kesan canê xwe dan ber agir. Çalakiya birçibûnê ya li Mexmurê mehekî berdewamkir. Lê dema gelê penaber dît hîn ev komplo berdewame disa di diroka 5/02/1999 de dest avêtin rojiya birçîbunê. Dema di meha bêbext de yan 15/02/1999’an de gel bihîst hêzên xêrnexwaz û hov rêberê mirovahîyê Rêber Apo radestî T.C kirin gelê penaber ji nişkan ve ber bi nûnertiya NY ve meşîyan û li vê derê du kesan agir berdan canê xwe u kesekî bi navê Şoreş  jiyana xwe bi dawî anî û li vê dere endamek yê NY ji aliye gelê penaber ve bi awayekî dem kurt hat girtin. Ji bo ku ji derve re bi peyve bi zane komplogeran Rêber Apo radesti T.C kirine yan ne? Pişti ev nûnerê NY hevdîtin bi derve re çêkir û ji gel re hat gotin bazê aşitiyê radestî hovên durinde hatiye kirin, her kes bi xemgîn, bêzar bi kîn li cihê xwe dest avêtin girî û şîniyê.

Dayikan êdî ji zarokên xwe re digotin, vaye jiyana bi êş û bi mirin, li cîhanê em man bê kes û bê xwedî, zarokên bazê aşitiyê li ser van gotinên dayikan wiha gotin: “Bi gotina emê bijîn Rêber Apo bidin jîyan kirin, bi sonda bi can bi xwîn em biterene ey serok”dest avêtin xwend û tekoşînê. Li dîjî vê zilm û ked xwarîyê, li dijî vê komployê ji wargeha xwedî soz û dîlsoz bi sedan xwendekarên Rêber Apo ji bilindkirina tekoşinê tevlî şervanên azadîyê bûn. Serê xwe li hember zilm û zordariyê ne tewandin ji bo em Serok Apo li meydana Amed’ê himbêz bikin û ji van şervanên ji wargeha me çûyîn bi dehan çûn şahadete û xatir ji jiyanê xwestin.

Erdal Ürek

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.