Li Gorî Anketa Al-Arabiya: ‘Mafê Çarenivîsê’ Yê Kurdan' Ji Sedî 54 e
Dış Basından / 21 Aralık 2010 Salı Saat 13:20
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Piştî ku Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî, di 13. Kongreya PDK’ê diyar kir ‘Mafê Kurdan heye ku bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin’,

Piştî ku Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî, di 13. Kongreya PDK’ê diyar kir ‘Mafê Kurdan heye ku bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin’, vê yekê rê li ber nîqaşên ‘serxwebûna Kurdan vekir. Li gor rapirsiyeke (anket) malper televîzyona El Arabiyayê, ji %54ê beşdarên rapirsiyê dibejin bi dayina ‘mafê diyarkirina çarenûsa xwe’ wê dawî li pirsgirêkên Kurdên Iraqê bûne.

Piştî ku gotina Serokê Herêma Kurdistanê ya di Kongreya PDK’ê de ku gotibû “Mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin” rê li ber nîqaşan vekir. Piraniya rayedarên Kurd piştgirî dan vê yekê. Her çendî hinek blokên Ereb ji vê yekê nerazîbin, li ji rapirsa kanala Al-Arabiya ku kanalek a Ereban e, diyar dibe ku Ereb jî ne li dijî vê yekê ne.

Li gor rapirsiyek a kanala Al-Arabiya ku li ser malpera xwe ya înternetê derbarê ‘mafê diyarkirina çarenivîsa xwe’ ya kurdan li ser malpera xwe pêk aniye û li gor piraniya beşdarên vê rapirsiyê, bi dayîna mafê diyarîkirina çarenivîsî xwe dê pirsa kurdan were çareserkirin.

Li gor vê rapirsiyê ku îro heta vê sibê 9,172 kes bêşdar bûbûn, ji %34ê kesen ku beşdarî vê rapirsiyê bûne ango 3,149 kes dibejin ‘ew maf destpêka dabeşkirina Iraqê ye’, ji %54ê wan jî ku dike 4,970 kes, dibejin ‘wê pirsa kurd çareser bike’ û ji %11ê wan jî ku dike 1053 kes, dibejin ‘wê aloziyeke heremî peyda bibe’.

Herwiha hema rapirsî li ser servîsa malperê ya înglîzî jî hatiye destpêkirin. Lînka rapirsiya ku her ku diçe beşdar wê zêdetir dibin wiha ye:
http://www.alarabiya.net/default.html

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.